
Pêkanîna peymana 29‘ê Çileyê ya di navbera QSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de hîna temam nebûye. Naskirina statuya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di sazûmaniya Wezareta Parastinê de hîna yek ji dosyayên asêmayî ye.
Têkldarî vê mijarê yek ji Fermandarên YPJ’ê û rêvebera gaziyên şer yên ferdrasyna bakur û Rojhilatê Sûriyê Şîlan Kobanê ji bo piştgiriya YPJ’ê nirxanidnên girîng kir .
Ji jiyana qeydkirî ber bi riya şoreşê ve
Şîlan Kobanê got :“Ez wekî keçek Kurd ji Kobanê, jiyana asayî ji bo xwe nepejirandim. Em di nav jiyaneke ku bi hişmendiya baviksalarî hatiye avakirin de dijîn û jiyana qeydkirî li ser jin û civakê hatiye ferzkirin. Ji ber vê yekê min xwest ku cihê xwe di vê Şoreşê de bigrim.”
Bandora felsefeya YPJ’ê li ser xwebûnê
Şîlan Kobanê anî ziman ku YPJ’ê bandoreke mezin li ser jiyana wê hişt û got:“Felsefeya YPJ’ê, hêza wê û hişmendiya wê sedem bûn ku girêdana min bi Şoreşê re bêtir xurt bibe. Ev rê ji bo min bersivek bû ji lêgerînên kesayetî.”
Şîlan diyar kir ku YPJ’ê rolek girîng lîst ku ji hişmendiya ku li ser wê hatiye ferzkirin xilas bibe û xwebûna xwe nas bike.
Azadî ji bo me mîna nan û av e
Li ser pêwîstiya beşdarbûna jinan di tekoşînê de, Şîlan got:“Di vê serdemê de pêwiste her jinek Kurd jiyaneke rehet ji bo xwe nehilbijêre. Hebûna rast û jiyana ku mirov dixwaze di nava YPJ’ê de ye. Ji bo me azadî mîna nan û av e.”
Wê bal kişand ku di demên şer û zehmetan de hevaltiya rast tê avakirin û got ku YPJ’ê hezaran jin li ser rêya azadî û xwebûnê civandin.
Berxwedana Kobanê û şikandina DAIŞ’ê
Şîlan Kobanê diyar kir ku di êrîşên li ser Kobanê de du hişmendî li hembeerî xeta azadiyê sekinînin û got:
“Li dijî tarîtiyê û qirêjiya DAIŞ’ê, YPJ’ê bi ruhê berxwedanê sekinî. Ev hêz îlhama xwe ji tekoşîna jinên şoreşger mîna arîn û barînan digire.YPJ’ê mîrasê hezaran jinên şoreşger e û di Şoreşa Rojava de cihê jinan di nav tekoşînê de xurt kir.
Naskirina YPJ’ê û parastina pêşeroja jinan
Şîlan Kobanê bal kişand ser pêwîstiya naskirina YPJ’ê û got:“Îro em gaziyên şer in. Me cihê xwe di nav YPJ’ê de girt û li dijî çeteyên herî hov şer kir. Ji bo ku pêşeroja jinan ji xeteriyê were parastin, pêwiste YPJ were naskirin.”
Soza dewamkirina xeta azadiyê
Di dawiyê de, Şîlan Kobanê got:“Em hêvî ji kesekî nakin, em hêvî ji xwe digrin û soza dewamkirina xeta azadiyê nû dikin. Ji Kobanê heta Reqa û Şengalê, YPJ ji bo parastina jinan û civakê tekoşîna xwe domand. Ji bo her jinek, YPJ nasnameya hebûn û xwebûnê ye.”




