HevpeyvînNûçeSlide

Ferman Serêkaniyê: Naskirina YPJ’ê şertê parastina daxwaz û nasnameya civakê ye

Şervanek ji gaziyên şer ku di gelek şer û hemlayan de beşdar bû, bal kişand ser rola YPJ’ê di bidestxistina serkeftin û parastina nasnameya civakê de.

Ferman Serêkaniyê , yek ji gaziyên Şer yên Fedrasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye . destnîşan kir ku ji sala 2012’an ve tevlî kar û tekoşîna partiyê bûye û bawer dike ku azadiya civakê bi azadiya jinan ve girêdayî ye. Wî got ku naskirin û pêşxistina statûya jinan ji xetên herî bingehîn ên tekoşînê ne.

Deskeftiyên qada leşkerî bi iradeya YPJ’ê hatin bidestxistin

Ferman anî ziman ku pêvajoya ku heta îro hatî avakirin, taybet di qada leşkerî de, bi saya irade, berxwedan û fedekariya şervanên YPJ’ê gelek deskeftî bidest xistiye. Wî got ku di gelek şer û hemlayan de cihê xwe girtiye û di wan deman de hêz û baweriya wan ji fedekariya şervanên YPJ’ê hatiye stendin.

Li gorî gotinên wî, di gelek rewşan de ku şert û merc dijwar bûn û pêşveçûn ne hêsan bû, dîtina şervanên YPJ’ê ku bi cesaret li pêş diçûn, hêzeke mezin dida wan û bû sedema bidestxistina gelek gavên serkeftinê.

Hebûna jinan di artêşê de bingehê hêz û serkeftinê ye

Ferman tekez kir ku hebûna jinan di nav artêş û sazûmanên leşkerî de pir girîng e û got ku artêşa ku jin tê de cih digirin, dikare bi hêztir û bi cesaretir be. Wî her weha amaje kir ku hevalên jin di hemû qadan de fedekariyek mezin nîşan dane û ev taybetmendî di serkeftina şeran de roleke bingehîn lîstiye.

“Rihê hevaltiyê di şerê de mînakeya YPJ’ê ye”

Ferman di bîranînekê de got ku di sala 2013’an de li Til Xenzîr birîndar bûye û di heman demê de hevaleke jin jî birîndar bû. Wî got ku dema rêhevalên wî hewl didan wan derxînin, şervana jin berdewam dibû û digot: “Hevalê mi  xelas bikin.” Li gorî wî, ev nîşana rihê hevaltiyê û fedekariya jinan bû ku bûye mînake ji bo hemû şervanan.

Daxwaza naskirina YPJ’ê di Sûriyê de

Ferman Serêkaniyê got ku ji destpêka şoreşê heta niha gel parastina xwe û nasnameya xwe di nav YPJ’ê de dîtiye. Wî tekez kir ku naskirina YPJ’ê di nav wezareta Sûriyê de ne tenê daxwaza leşkerî ye, lê her weha qebûlkirina daxwaz û nasnameya civakê ye û wiha dawî li axaftina xwe kir :” yek ji gavên bingehîn ên ku pêwiste  hikûmetê bi cih bîne, qebûlkirin û naskirina rola jinan di hemû qadan de ye.

Related Articles

Back to top button