
Kongra Star li bajarê Qamişlo ji bo bîranîna şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) li Taxa Enteriyê civînek li dar xist. Bi dehan daiyik û xebatkarên salên despêkê ya tevgera azadiyê tevlî civînê bûn.
Rêvebira Kongra Star a bajarê Qamişlo Adar Hesen axivî û di kesayeta şehîd Zîlan de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: “Şehîd Zîlan bi çalakiya xwe xwest bendê tirsê yê gelê kurd bişikîne û baweriyê ji nû ve xwe ava kirinê û têkoşîna li hember zordariyê ava bike û azadiya xwe û a zadiya gelên bidest bi dest bixe.”
Adar wiha domand: “Berxwedana şehîd Zîlan û fedakariya wê, dersek da dijmin ku îdeolojiya Rêber Abdullah Ocalan û xeta şehîd, xeta sor e û ji bo parastina wê em ê bibin bome û di rûyê her kesê dest bi wê bide de biteqin. Em soz didin ku rêya wê berdewam bikin ta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin.”




