NûçeSlide

Kongra Star Şênî û endamên saziyên li Dirbêsiyê sersaxî da malbata Dua Silo

Kongra Star, xelkê Dirbêsiyê, hejmarek rojnamevan, endamên saziyên sivîl û meclisan berê xwe da konê sersaxiya nûçegihan Dua Silo, sersaxî da malbatê.

Kongra Star, bi beşdariya endamên saziyên sivîl, meclis û hejmarek ji rojnamevanên Dirbêsiyê û Hesekê berê xwe da bin konê sersaxiyê ya nûçegihana Radyoya Dirbêsiyê FM Dua Sillo.

Di çalakiyê de wêneyên nûçegihan Dûa hatin hildan û têkoşîna wê ya ragihandinê û rola wê di veguhastina rastiyê de hatin vegotin.

Li ser navê Kongra Star Rîhan Loqo axivî, diyar kir ku Dua Silo ji rojnamevanên ku ji salên şoreşê û biçûkaniya xwe ve tê koşiya. Reyhan got Dua li tevahî Dirbêsiyê ji bo şopandina bûyeran û veguhastina êşên jinan û têkoşîna wan geriya.

Rîhan diyar kir ku Dua bê westan û dudilî ji bo gihandina rastî û xizmeta gelê xwe kar kir, ew mînaka berxwedan û têkoşînê bû.

Rîhan anî ziman ku axaftina li ser Dua Silo axaftina li ser têkoşîna di oxira jiyana azad de, li ser salên xebat û fedakariyê di warê nûçegihaniyê de ye, windakirina wê ne tenê ji bo malbatê ye, lê ji bo tevahî jinên ew nas dikir e.

Rîhan di dawiyêd e got Dua bi saetên dirêj di Radyoya FM de ji bo şopandina nûçe û xizmetî civakê kar dikir.

Related Articles

Back to top button