CivînNûçeSlide

Kongra Star li gundê Şêx Ibrahîm yê Girkê Legê civîna bîranîna têkoşer Zîlan li darxist

Bi boneya 30'mîn salvegera şehadeta Zîlana (Zeyneb Kinaci)  Li Gundê Şêx Ibrahîm  Yê Navçeya Mustefawiyê a Girêdayî Bajarê Girkê Legê Semînerek Hate Dayîn.

Di çarçoveya rêze civînên 30’emîn salvegera çalakiya fedaî  Zîlan (Zeyneb Kinaci) de, li gundê Şêx Ibrahîm Mustefawiyê  a girêdayî bajarên Girkê Legê ya li Rojava kurdistanê ,kongra Star şehîd zîlan bi li darxistina civînan têkoşer zeyneb kinaci  bi bîranî. Di semîner ku hat dayîn de têkoşîna şehîd Zîlan wekî sembola têkoşîna azadiya jinan hate binavkirin.

Di 30’mîn Salvegera şehadeta fermandara nemir ya ku bi qehremantî û fedayîtiya xwe mohra xwe li dîrokê xist, li bajar û bajarokên rojavayê Kurdistanê di heman demê de li gundewarên wê semînerên berfireh têkildarî jiyan,têkoşîn,qehremantî û fedayîya canê pîroz Zeyneb Kinaci tên bi rêxistin kirin û li darxistin.

Vê carê jî li gundê Şêx Ibrahîm yê girêdayî bajarê Girkê Legê ji bo jinên gund semînerek hate dayîn, bi dehan jinên gund beşdarî civînê bûn.

Civîn bi deqeyekê rêzgirtinê li ser giyanê şehêdên meha hezîranê herwiha tevahî şehîdên tevgera azadiyê rawestiyan.

Pştre nameya fermandara Zîlan Zeyneb Kinaci ji aliyê endama Komîteya Perwerdê a Kongra Star Yasmîn hate xwendin.

Piştî xwendina nameyê Yasmîn li ser jiyana Şehîd Zîlan axivî û got, “Jina Kurd di warê siyasî, aborî, leşkerî û hemû qadan de xwe pêşxistiyê û bi fedayetiyê xwe didin pêş û li tevahiya cîhanê bandora xwe daye ava kirin.

Me ev berxwedanî  li Helebê di taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de di kesayeta  Heval Amara, Heval Deniz dejî  hate dît ji biştî çalakiya rêheval zîlan bi sedan jin xwe kirin qurbanê vê jiyanê ji bo ku jiyanê bi wateyan bixemilînin her cure jiyan ji xwere nepejirandin  û bû manîfestoya xeta jiyana azad .

Herwiha yasmîn bal kişand li ser rewşa ku îro li suriyê diqewime û wiha xpêde çû ‘wek tê zanîn keda jinan di nava tevgera azadiyê ne ji îro û duh de ye lê belê gelek salên dur û dirêj bi êş û zehmetiyan re tijî li du xwe hit û tucar li beranber tu êrîşan serî netewan û teslîm nebû,ev bû 15 sal li rojavayê kurdistanê şoreşek bi rêve diçe di nava vê şoreşê de 14 salê yekîneyên parastina jin YPJ ku di her sengerê de û di her qadê de bû xwediya fedekariyên bêhempa ,ji bo parastina jin û civakê bi tevahî têkoşiya û li berxwe da,îro jî recîma Sûriyê  bi hişmendiyek ji mirovahiyê dûr û xwe bi hovîtî û desthiladariyê pêçaye vê hêzê ji nedîtî ve dihesibîne ç

Yasmîn wiha axaftina xwe bi dawî kir û got ji bo em xwedî li keda jinên têkoşer û azad derkevin emê her li qadan ,bi felsefe û druşmeya em hemû Ypj ne ypj temsîla me dike destkeftiyên şoreşa jin biparêzin û heya serkeftinê têbikoşinç

Semîner bi durişmeya Jin,jiyan,azadî û şehîd namirin bi dawi bû.

Related Articles

Back to top button