NûçeSlide

Şandeyek ji nunêrên rêxistinên siyasî serdana navenda Kongra Star kir

Bi daxwaza naskirina şoreşa jin li rojava û destkefiyên jin yên îro divê bên parastin ,şandeyek ji 8 nunêrên rêxistinên siyasîhatin serdana navenda Kongra Star kir

Şandeyek  ku ji 8 nunêrên rêxistinên siyasî ên ciwan yên partiyên cepgir ji Norwegen û Elmanyayê pêk dihat ,bi daxwaza naskirina şoreşa jin li rojava û destkefiyên jin yên îro divê bên parastin hatin serdana navenda Kongra Star kir.

Şandeya ciwanên partiya çepgir ku ji 22’ê hezîrana 2026’an ve berê xwe dabû Rojavayê Kurdistanê Ji bo naskirina sîstema hevserokatî herwiha naskirina şêwazê xwe sazkirin û bi rêxistinkirina tevger û rêxistinên jinan di nava şoreşê de li Rojavayê kirdistanê ,bi taybetî di nava sîstemekî ewqas desthilatdar ku çawa jin karîbûn şoreş di nav şoreşêde ava bikin ,herwiha di nav civaka ku bi hişmendiya baviksalar de çawa karîbûn guhertin û veguhertinê çêbikin,bi koordînasyona Kongra Star Jiyan hisên ,Gulîstan gulo re guftugo kirin.

Şande ji 8 kesan pêk dihat, Attac – tevgerek navnetewî li dijî globalizmê
– Die Falken – Yekitiya Ciwanên Sosyalist li Elmanya
– Rød Ungdom – Ciwanên en partiya çep bi nave „Rødt“ li Norveç
(Norwegen)
– Ciwanên Partiya Sosyalîst li Luxembourg

 

Related Articles

Back to top button