
25’ê Hizêrana 2015’an dîrokeke bi êş ku di dilê gelê Kurd maye û nayê jibîrkirin. Çeteyên DAIŞ’ê bi awayekî hovane êrişî gundê Berx Botanê yê girêdayî Kobanê kirin û di encamê de nêzî 250 sivîl şehîd bûn û 273 jî birîndar bûn. Îro komkujiya ku bi destê DAIŞ’ê li Kobanê û gundewarên wê hatine kirin 10 salan li pey xwe dihêle û derbasî sala xwe ya 11’emîn dibe.
Di derbarê 11’emîn salvegera komkujiya Kobanê ku bi destê DAIŞ’ê hate kirin, du şahidên bûyerê yên bi navê Şîlan Kobanê û Barîn Sorxwîn û Axîn Kobanê ji Malpera me re axivîn.
Barîn Sorxwîn diyar kir ku ew tevahî Şehîdên Komkujiya Kobanê bibîrtînin û wiha got: “Dîroka êrişa li ser Kobanê xwe dûbare dike, di 2014’an de DAIŞ’ê bi hemû hêza xwe êrişî Kobanê kir û hewildan ku keleha berxwedanê Kobanê têk bibin, lê nikarîn. Careke din xwastin ku xewn û xeyalên di 2015’an de li Kobanê pêk bînin. Çeteyên DAIŞ’ê bi destekdayîna dewleta Tirk xwastin ku gelê Kurd di şexsê tevahî gelê Kobanê de bitirsînin û îradeya wî gelê bişkînin, lê belê li gorî hemû cûreyê êriş û komkujiyên ku li Kobanê û gundewarên wê di 2015’an de li ser destê çeteyên DAIŞ’ê hatiye kirin, nikarîn ku îradeya wî gelî bişkînin, lê îrandeya wan hîn xorttir bû.”
Barîn Sorxwîn da zanîn ku em dest ji axa ku bi xwîna şehîdan hetiye parastin û rizgarkirin berdadin û weha pê de çû: “Ez weke şervaneke Yekîneyên parastina Jin (YPJ) di Şerê di 2015 li Kobanê rûdaye hazirbûm û beşdarî wê şerî jî bûm, di heman demê de ez di wê şerî de birîndar bûm. Çeteyên DAIŞ’ê bi hizniyeteke tundrew û hovane êrişî sivîlan kir, li cihê herî girîng û guncaw ê Kobanê de xwe girtibûn da ku hakîmiyetê li tevgera gel û şervana bikin, lê nizanîbûn ku şervanên YPJ’ê û YPG’ê gavekê bi paş de na avêjin û wê hertin li ser biryara xwe bin. Îrade û berxwedaniya şervanan hiştin ku careke din DAIŞ di Kobanê de were şkandin, ji ber ku em tu carî nahêlin dijmin bi hêsanî derbasî ser axa me bibe. Axa ku bi xwîna şehîdan hetiye parastin û rizgarkirin em dest jê berdadin.”
Barîn Sorxwîn destnîşan kir ku gelê û şervanan bi têkoşîn û berxwedaniya xwe xewn û xeyalên dijminan bin ax kirin û wiha domand: “Di wê êrişê de bi sedan sivîl di nava wan de zarok, ciwan, jin û kesên bi temen mezin bûn qurbaniya vê şerî û zihniyeta tundrew a DAIŞ’ê. Lê dîsa jî gelê Kobanê careke din xwe ji nû ve avakir û li ser xeta berxwedaniyê meşiya, bi wê têkoşîn û berxwedaniyê re xewn û xeyalên dijminan bin ax kirin. Herwiha heya roja me ya îro gel û şervanên me, li hember hemû cûreyên êrişan dibin mertala zindî û liberxwe didin. Çiqasî dîroka gelê Kurd bi taybet ya Kobanê li Rojavayê Kurdistanê bi êş be, lê li beramberî wê berxwedan û lehengiya wan di pelên dîrokê de hatine nivîsandin û hîn jî tê nivîsandin.”
Kobanê wê ti carî nekeve û her tim warê berxwedanê be
Axîn Kobanê
Rêbertî tovê azadiyê li Kobanê çand. Li ser fikir û ramanên Rêber Apo gelê Kobanê zarokên xwe mezin kirin. Lewma dijmin Kobanê ji bo xwe xeteriyek mezin didit. Her wiha dijmin xwest li Kobanê Tevgera Azadiyê bifetisîne. Kesên xernexwaz û komploger digotin Kobanê ket û wê bikeve. Ango li benda ketina Kobanê bûn. Zarokên agir û rojê ev gotin ji bo xwe weke kîneke mezin ditîn û bi berxwedana xwe hewes û xwesteka dijmin di qirika wî de hiştin. Xwedawendên weke Zozan û Arînan gotin ku wê nehêlin Kobanê bikeve. Bi hemû hêza xwe li dijî vî dijminê hov şer kirin û Kobanê rizgar kirin. Di wê berxwedana bi rûmet de bi sedan şervanên azadiyê şehîd û birîndar bûn.
Berxwedana Kobanê mîna striyekê di qirika çeteyan û hêzên piştgiriya wan dikirin de ma. Lewma 25’ê Hezîrana 2015’an dijminên mirovahiyê bi armanca tola xwe rakin û careke din karibin dagir bikin, berê xwe dan Kobanê. Çete li cihan bi cil û bergên YPG’ê derbasî navenda Kobanê bûn. Xelkê Kobanê yê wer dihizirîn ku şervanên YPG’ê ne, bi mebesta rizgarkirina Sirînê pêşwaziya wan kirin. Lê belê çeteyan bi awayekî hovan xelkê sivîl gulebaran kirin. Di encama wan êrîşên nemerd û bêbext de 233 sivîl şehîd ketin. Bi mudaxaleya hevalan planên çeteyan hatin tekbirin. Bi sedan çete hate kuştin. Gelek çete jî teslîm bûn.
Baweriya mirovahiyê ya bi azadiyê destana Kobanê afirand. Ji ber vê hemû hewldanên xêrnexwazan têk çûn. Li Kobanê tovên şoreşê û rehên wê hêşîn bibûn. Bêguman di afirandina vê pîroziyê de bandora têkoşîna jiyanê ya bi Rêbertiyê re jî hebû. Kobanê bi keç û kurên xwe yên nifşê nû re rastiya gelekî berxwedêr afirand. Têkoşîna zêdetirî 50 salî ya di pêşengiya Rêber Apo de ev berxwedana esîl a li Kobanê û tevahî Rojava afirand. Piraniya zarokên Kobanê navê xwe ji şehîdan girtine. Kobanê ji destpêkê ve cih û warê vê çanda Apoyî ye. Lewma Kobanê wê ti carî nekeve û her tim warê berxwedanê be.
Xelkê Kobanê piştî ku Apocî nas kirin, tevger û exlaqê wan ji bo xwe kirin mînak. Di vî alî de Kobanê tam warê Apociyan e. Xaka wêrektî û fedakariyê ye. Her tim pêşengiya pratîkî kiriye û xwedî kevneşopeke wiha ye. Gava ewil a berxwedana 19’ê Tîrmehê ya Şoreşa Rojava li Kobanê hat avêtin. Çirûska yekemîn a têkoşîna hebûnê li Kobanê pêket. Di vê rêwîtiyê de hebûn veguherî azadiyê û rawestgeha dawî ya vê rêwîtiyê jî dîsa Kobanê ye. Pêngava ewil li vir hat avêtin û şoreş li vir pêş diket.
Rojava û Kobanê jî bû parçeyekî serhildanan. 19’ê Tîrmeha 2012’an şoreşa gel li Kobanê pêş ket. Biryarên di wan kêliyên de dihatin dayîn wê pêşeroja gelê Rojava bi temamî guherandiba. Lê li Kobanê gelek bi heybettir bû. Xelkê Kobanê ji bo vê hesretê pir berdêl da.
Ez tevahî şehîdên komkujiya 25’ê Hezîranê bi bîr tînim. Hemû hevalên di van êrîşan de birîndar bûn û niha gaziyên şer in, bi hurmet silav dikim.
Gaziya şer û yek ji rêveberên Federasyona Gaziyan Şîlan Kobanê
25’ê Hezîrana 2015’an li dû rizgarkirina Kobanê bi çend mehan çeteyên DAIŞ’ê careke din bi hevkariya dewleta Tirk êrîşeke hovane pêk anîn. Di wê êrişê de li Kobanê û gundewarên wê bi sedan welatiyên sivîl şehîd û birîndar bûn. Ew êrişa hovane bi destwerdana şervanên YPJ û YPG’ê hat têkbirin. Gaziya şer û yek ji rêveberên Federasyona Gaziyan Şîlan Kobanê têkildarî mijarê nêrînên xwe bi me re parve kirin.
Şîlan Kobanê ya wê demê yek ji fermandarên YPJ’ê bû û xizmên wê jî di komkujiyê de şehîd û birîndar bûn kesên di vê êrîşê de çûne şehadetê bi bîr anîn û got, “Çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wan ên rizgarkirina Kobanê hezm nekirin, weke hemleyeke dawî xwestin bi vê êrişa hovane armanca xwe pêk bînin. Lê careke din têk çûn. Wan hovan bi sedan mirovên me qetil kirin. Barbariyeke di dîroka mirovatiyê de nayê dîtin kirin. Ev pêkutî wê ti carî ji bîra hevpar a civaka me de dernekeve.”
Gaziya şer Şîlanê destnîşan kir ku bi bihîstina êrîşê re şêrejin û mêrxasên egîd berê xwe dan meydanên şer, gelê xwe bi canê xwe yê şêrîn parastin û wiha domand, “Jixwe gelek mirovên sivîl jî bi keç, kur û bûkên xwe li rex şervanên YPJ û YPG’ê cih girtin. Gelê Kurd li Rojava û bi taybet jî li bajarê Kobanê piştrast kir ku xwedî hêz e û wê li hember her cure êrîş û komkujiyan xwe biparêze. Wê xwedî li vîn û nasnameya xwe derkeve.”
Yek ji rêvebera gaziyên şer Şîlan Kobanê bi van hevokan axaftina xwe bi dawî kir, “Têkoşîna me berdewam dike. Em bi biryar in gelê xwe li her deverê biparêzin û xwedî li vîna xwe derkevin. Rêber Apo rola pêşengtiyê daye gaziyan. Em ê lê xwedî derkevin. Herî dawiyê jî ez careke din wan êrîşên hovane û tundrew şermezar û rûreş dikim. Ji malbatên şehîdan û gaziyan re silav û hezkirinên xwe dişînim. Em gelekî serhildêr in. Wê serkeftin her ya me be.”



