
Bi armanca parastina destkeftiyên şoreşa 19’ê Tîrmehê ya ku jina Kurd pêşengtî û fedayetî jê re kir gelê bajarê Qamişlo di Konsêrtekê de kom bûn.
Yekîniyên Parastina Jin YPJ’ê ji bo parastina axa Kurdistanê û tevahî cîhan û jinên cîhanê xwe li dor metirsîtirîn hêza terorê li cîhanê kirin xelek û bûn mertal ji tevahî gelê cîhanê re .
Bi hatina hikûmeta demikî ya Sûryê gelek redkirin ji aliyê rapora YPJ ji hêla wan derdikeve holê, bêguman ev mijar ne ji aliyê hêza jin ne jî tevahî jinê rojavayê Kurdistan ê û rêhevalên wan nayê qebûlkirin.
Lewra gelek çalakiyê ji bo pipiştgiriyYPJ’ê hatin lidarxistin, yek ji wan jî ku îro ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrî û Rêxistina Kongra Star Konsêrtek hat lidarxistin.
Konsêrtek bi beşdariya gelê bajarê Qamişlo li Parka Azadî di Saet 7’an de destpêkir.
Di serî de bi deqeyeke rêzgirtin li ser giyanên şehîdan hate rawestandin.
PaşêKoordînasyona Kongra Star a kantona Qamişlo Rîhan Temo axivî û got’herkesê ku berê xwe da qada Konsêrtê hû bi xêr hatin herwiha di van kêliyên ku em tê de jiyan dikin belkî doh bû bîranîna çend pêşengên şoreşê me li pey xwe hêla ji bo vê yekê ez dixwazim bi boneya vê konsêrtê û di şexsê şehîdên Helincê de nexasim di kesayeta şehîd Leyla, Zehra tevahî ṣehîdên şoreşê bibîrbînim bejna xwe li ber tavahî şehîdan bi ked û qurbaniyên mezin ên ku dan ta ku em bighêjin van kêliyan bejna xwe li ber wan ditewînin.
Rîhan diyar kir ku ji bo nîmarê azadiyê û kesê ku îro hêz da ku jin pêşengtiya kampanyekê bi vî rengî bikin ji vir heta Imraliyê ji bo rêber Apo û nîmarê civaka demokratîk û pêşengê pêngava aşitiyê silavekê em ji rojana dişînin.
Di nava van kêliyan de ku bi pêşengtiya jin û gelê rojava û YPJ’ê me li pey xwe 14 salên tijî têkoşîn ,berxwedan ku bi xwe re gelek destkeftî û nirx ji mer hêla ku bibin mîrata ji bo pêşeroja me lê herçiqasî jinan bi fedekarî bi bedelekî mezin bê teredud pêşengtiya şoreşê kirin û destkeftî ava kirin û gelê herêmê ber bi azadiyê ve birin lê mixabin hûn bûn şahidê êrîşên çend mehan ku bi komployekê gelekî mezin li ser îradeya gelê herêmê hat meşandin di serî de li ser jinan mixabin heta vê kêliyê hikûmeta demikî ku em gihiştin asta entegrasyonê jî pê re lê hîn vîn, îrade û daxwazê jinan nas nake ji ber ku bi hişmendiyekî nijadperest,olperest zayend perest ji nedîtî ve li hebûna jinan dimeyzîne.
Rîhan da zanîn ku armnca vê konsêrtê ya ku bi rêzeçalakiyê gelekî bi nirx hate destpêkirin bi silogana Em hemû YPJ’ê ne YPJ’ê hebûna me ye bi armnca ku her desthiltek û Sûriyê bi rêve bibe û îradeya jinan bi qanûn û destûr di nava rêgezên wê de nas bike .
Armanca vê konsêrtê jî yek ji wan ew e ku bi yek dengî ,helwestî em li pişta keçên ku rijava bi xwîna xwe û canê xwe yê ciwan û keziyên xwe yên sor parast û hê jî diparêzin .
Ji bo xwedîliderketina nasnameya Ypj , hêza xwe ya parastinê kombûna me îro li ser wî esasî ye .
Herwiha tekez kir ku çawa ku yek zindî li ser vê axê nikarê bê parastin nîne ,em jî nikarin bê Ypj’ê bimînin.
Di dawiyê de got ku ypj’ê nasnama me ye di nava 14 salan de ji bo jinên êşkişandî û jinên ku rastî destdirêjiyê û işkencê hatin talankirin , qirkirin û dûrketina ji jiyanê hatin ypj’ ji bo wan bû nasname, parastin û hêvî hhetavê kêliyê ji bir û şûnde jî berdewamiya têkoşîna xwe xwedîderketina li vê hêzê û keçên rojava careke din wek tevgerên jin em digrin ser milê xwe û heta dawiyê jî emê têkoşîna xwe bidin meşandin.
Di dawiyê de bernameya Konsêrtê wiha bûKoma Stêra Zêrîn,Koma Tolhildan û Gerastêrk ya bajarê Hesekê
Hunermen Cazya Kênco,Koma Yasna ya bajarê Dêrikê,Kom bi stranên xwe yê şoreşgerî û gelêrî derketin ser dikê
Konsêrt bi stran û getandina govendan bidawî bû.




