Klara Kobanê: Neqebûlkirina YPJ’ê tê wateya neqebûlkirina entegrasyona demokratîk û îradeya jinan
Feramnadara Yekîneyên parastina jin YPJ’ê Klara Kobanê tekez kir ku Qebûlkirina YPJ’ê di nava Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de ne tenê gaveke leşkerî ye، lê gaveke siyasî û civakî ye ji bo qebûlkirina hebûn û nasnameya jinan.

Di nav şert û mercên ku pêvajoya entegrasyona demokratîk piştî peymana 29’ê çileyê di navbera hikûmeta demkî û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de dest pê kiriye، mijara qebûlkirina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) dîsa bûye yek ji dosyeyên sereke yên nîqaşê. Fermandara YPJ’ê Klara Kobanê di axaftina xwe de got ku her çend di van mehên dawî de hewldan û gav ji bo entegrasyonê hatine avêtin، lê hîn jî neqebûlkirina YPJ’ê di nava Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de bê çareserî maye.
“YPJ stûna Hêzên Sûriya Demokratîk e”
Klara Kobanê diyar kir ku ji bo famkirina mijara YPJ’ê divê vegerînin dîrok û rastiya vê tecrubeyê.Klara got ku YPJ yek ji stûnên bingehîn ên Hêzên Sûriya Demokratîk e، ji ber ku di gelek şoreş û artêşên berê de rola jinan ewqas ne aktîf bû، lê YPJ bi keda xwe، bi îradeya xwe، bi qehremanî û bi nasnameya xwe ya jinbûnê karî hebûnek bi kok ava bike û wiha girîngî da axaftia xwe :”Ev tecrube ji Rojavayê Kurdistanê dest pê kir û di nava civakê de guhertineke mezin afirand.”
“YPJ li demeke ku cîhan rawesta li hember DAIŞ’ê şer kir”
Klara got ku di demeke ku cîhan nikarîbû li hember DAIŞ’ê bisekine، YPJ şer kir û beşdarî parastina cîhanê ji terorê bû û wiha axaftina xwe dewam kir:” şervanên YPJ di şert û mercên dijwar de li çeperan mayîn، tî bûn، birçî man û birîndar bûn، lê berxwedana xwe domandin. YPJ bi pêşengtiya jina Kurd mîraseke nû ava kir û hişt ku raya giştî ya cîhanê qehremaniya jina Kurd، hebûna wê di civakê de û girêdana wê bibîne.”
“YPJ ne tenê hêzeke çekdar e”
Klara destnîşan kir ku YPJ ne tenê hebûnek leşkerî di nava QSD’ê de ye، lê çeka di destê wê de ji bo parastina jin û welat e û wiha axivî:” dîrok artêş wekî karekterê mêr nîşan dide، lê di şertên şerên îroyîn de ku civak di şexsê jinan de tê hedefkirin، jin jî maf û pêdiviya parastina xwe heye.heta ku şer، talan û rûxandin hebe، jin jî wekî endamê civakê dê parastina hebûn، nasname û cinsê xwe bike.”
“Qebûlkirin divê bi nasname û îradeyê be”
Klara tekez kir ku YPJ qebûl nake ku tenê wekî hêzeke fîzîkî tevlî artêşê bibe.، YPJ îro nasnameyek îfade dike û divê bi îrade، hebûn û nasnameya xwe tevlî pêvajoya nû bibe û wiha axaftina xwe dewam kir:” YPJ beşekî sereke ji peymana 29’ê çileyê ye û hikûmeta demkî، ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk، divê pêşî hişmendiya xwe li hember rastiya jin biguherîne.
“Neqebûlkirina YPJ’ê rê li ber tekoşînê nagire”
Klara diyar kir ku YPJ di hemû beşên QSD’ê de hebû؛ ji çekên giran heta cephayên herî pêş، beşdarî şer û tekoşînê bû û wiha domand:”neqebûlkirina YPJ’ê rê li ber tekoşîna me nagire، ji ber ku tekoşîna me îro li gelek deverên cîhanê belav bûye.
Klara bal kişand ser hemleya ku di 26’ê nîsanê de ji aliyê rêxistinên jinan ve hat destpêkirin û got ku ev hemle bûye hemleyeke cîhanî ji bo piştgiriya YPJ’ê.
“Qebûlkirina YPJ’ê qebûlkirina jinê di jiyanê de ye”
Di dewama axaftina xwe de، Klara Kobanê got ku dema YPJ were qebûlkirin، wê di destûr، sazî û dezgehên civakî de wekî hebûn û nasname bi reng û dengê xwe cih bigire û got:”guhertina rastîn ya ku civak dixwaze ne guhertina serokan e، lê guhertina hişmendiyê ye.
Klara destnîşan kir ku qebûlkirina YPJ’ê tê wateya qebûlkirina jinê di hemû beşên jiyanê de û derbasbûna ji zihniyeta artêşên desthilatdar ber bi hişmendiyeke demokratîk û wiha dawî li axaftina xwe anî:”YPJ’ê şerê guhertina hişmendiyê dike û çeka di destê YPJ’ê jib o parastina jin û welate .”



