ÇalakîNûçeSlide

Şêniyên Hesekê ji bo azadiya Rêber Ocalan meşek girseyî li dar xistin

Gelê Bajarê Hesekê bi pêkhateyên xwe Kurd, Ereb û Suryan ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Ocala daketin qadan û banga bicihnaîna mafê hêviyê kirin .

Li bajarê Hesekê meşek girseyî hat lidarxistin ku tê de beşdaran azadiya Rêber Abdullah Ocalan û bicihanîna Mafê Hêviyê daxwaz kirin.Meş ji çarxereya Kevokê dest pê kir û bi rêya sereke ya taxa Muftî berdewam kir, di nav sloganan de “Bijî Rêber Ocalan” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berizkirin, heta ku gihîşt çarxereya Şehîd Serhed veguherî mitîng.

Beşdaran alaên ku wêneyên Rêber Ocalan li ser bûn û her wiha pankartên ku li ser wan nivîs bû “Bi felsefeya jin, jiyan, azadî Mafê Hêviyê dê pêk were” hilgirtin.
Piştî deqeyek rêzgirtinê, Şêwermendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Hesen Koçer, axivî û got ku ji bo azadiya Rêber Ocalan divê hemû kesên civakê derkevin qadan û tevlî çalakiyan bibin. Wî di gotinên xwe de amaje kir ku di kesayeta Rêber Apo de nirxên civakê û azadiya jinê têne temsîl kirin û her êrîşek li ser wî wek êrîşek li ser nirxên civakê tê dîtin.
Meş bi sloganên ku tê de daxwaza azadiya Rêber Ocalan dihat dubarekirin bi dawî bû.

Related Articles

Back to top button