GotarNûçeSlide

Parlamena nû di navbera şok û bêhêvîtiyê de dicive…

R. Tolhildan

Piştî çendîn caran paşxistinê, yekemîn rûniştina yekemîn meclîsa gel a piştî rûxandina rejîma Baasê, di bin şert û mercên dijwar ên ku welat tê re derbas bivibe de pêk hat. Di asta navxweyî de, welat hîn jî di nava bêîstîqrarî, valahiya ewlehiyê û xirabûneke mezin a rewşa jiyanê de dijî. Di heman demê de, hikûmet bi lez ber bi qadên navneteweyî ve baz dide û çavên xwe ji rewşa gelê ku feda kirine û qurbanî dane re digire; gelê ku xwest jiyaneke bi rûmet bi dest bixe, ne ku bi siyaseta sozên xeyalî û gotarên gurmînî were birêvebirin.

Tevî hemû amadekarî û paşxistinên li pey hev, rûniştina yekemîn mîna rewşa welat a tijî alozî û bêîstîqrarî derbas bû. Bûyerên di rûniştinê de bûn rojeva torên civakî; ji gotinên ku ji devê serokê herî temenmezin (serokê rûniştinê yê bi temen) derketin û henekên ku hinekî wekî bersivek ji meclîsa gel a berê re dîtin, heta hîşyarî û baldariya plankirî ya ku di rûniştina yekemîn a meclîsa gel de hate sepandin da ku wêneyekî nû nîşan bidin. Her çend ku rastiya meclîsa gel cuda ye û li dijî rastiyê ye, ji ber ku sêyeka meclîsê ji aliyê Şerî ve hatiye tayînkirin û endamên din ji aliyê komîteyên herêmî ve hatine hilbijartin, ku gel qet tevli hilbijartinên parlamena xwe nabe.

Gelek hêvî hatibûn girêdan û gelek dozên ku hewcedarî biryarkirinê bûn li ser hev kom bûn, lê herikîna rûniştina yekemîn wekî şokekê bû ji bo gelê ku hêvî dikir parlameneke hilbijartî bibîne ku daxwazên wan bi cih bîne û bi awayekî dadperwer nûnertiya hemû Sûriyan bike.

Herikîna rûniştina yekemîn gelek nîşanên pirsiyarê derxistin holê; ew li dijî prensîbên parlamenî bû û paşguhkirineke eşkere ya piralîbûnê bû. Sondxwarina bi komî, paşguhkirina piralîbûna olî û mezhebî bû, û ev yek nîşaneya feraseta yek-rengî ye ku Hikûmeta Sûriyeya Demkî hewl dide bi sepîne. Her wiha paşguhkirina rûmetên parlamenî, wek ketina Şerî bo hola meclîsê beriya hilbijartina serokê meclîsê, polîtîkaya dûrxistinê ya hikûmeta demkî nîşan dide. Ger em li hemû rûdanên girêdayî meclîsa gel binerin, em ê bibînin ku meclîsa gel ji destê partiya Baasê derketiye û îro bê nîqaş ketiye destê Şerî bi xwe. Ji ber ku sêyeka endaman bi xwe tayîn kiriye, li ser tila şoreşgeriyê lîstiye, û hinek jî ji bo razîkirina aliyên wan ên veşartî hatine tayînkirin, tevî dîroka wan a reş ku tije ye ji îstîsmarkirina şoreşê û Sûriyan.

Sûriyan bi salan li bendê man ku parlameneke wan a rastîn hebe ku hemû beşên gelê Sûriyeyê di bin banê xwe de bicivîne, bibe destpêka dadweriya civakî û bingeha bihêzkirina demokrasiyê. Lê belê, niha di yekemîn parlamena ku piştî rûxandina rejîma Baasê ava bûye de, bêhêvîbûn çêbû. Di rûniştina yekemîn de desthilatdariya parlamenê diyar bû û eşkere bû ku her tişt ji berê de hatiye xebitandin û plankirin. Endam ji hilbijartina serok û cîgirên ku ji berê de li qesrê hatibûn diyarkirin, nerazî bûn. Tiştê ku medyaya desthilatdariyê propagande dikir, wek gotina “divê tu partî di nava meclîsa gel de nebin”, nîşan dide ku Şerî dixwaze her kes tenê nûnertiya xwe bike, ji tirsa hevbendiyên ku bandorê li ser biryaran dikin, daku parlamena ku biryaran dide tenê di destê Şerî bi xwe de bimîne û bibe hincetek ji bo pêkanîna tiştên ku ew plan dike. Hebûna Şeybanî û Enes Xetab wekî belgeyeke eşkere bû ji bo cîbicîkirina tiştên ku li qesrê li ser lihevhatin çêbûye û endam pê neçar kirine. Di rûniştina yekemîn de ji hemû çavdêran re hate îsbatkirin ku siyaseta hikûmetê siyaseteke dûrxistinê û yek-rengî ye, û meclîsa ku di serdema Baasê de ji bo çepiklêdanê bû, dê di serdema Şerî de bibe ya sozên xeyalî û gotarên gurmînî.

 

Related Articles

Back to top button