ÇalakîNûçeSlide

Ciwanan bi meşeke meşaleyî daxwaza azadiya Rêber Ocalan kirin

Li bajarê Qamişloyê, di bin diruşma ‘Bi Vîna Ciwaniyê Rêbertî Azad Bikin’ de meşeke bi meşaleyan hate lidarxistin. Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan misoger nebe û tecrîd bi dawî nebe, ew ê li qadan bin.

Li her deverê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî tên lidarxistin. Ji aliyê gelê Kurd, akademîsyen, fîlozof, rewşenbîr, çalakvan û mirovên demokrat ve Abdullah Ocalan ne tenê wekî kesekî asayî, lê wekî îradeya gelekî tê dest girtin. Lewma bang, çalakî û daxwazên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd li her çar parzemînan tên kirin. Her wiha, daxwaza bidawîbûna tecrîdê û vekirina rêya azadiya wî berdewam e; ji ber ku îradeya mirovan nayê astengkirin û dengê azadiyê nayê bêdengkirin.

Ji ber vê yekê, di bin diruşma ‘Bi Vîna Ciwaniyê Rêbertî Azad Bikin’ de, li bajarê Qamişloyê ji aliyê ciwan û jinên ciwan ve ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşeke bi meşaleyan hate lidarxistin. Ciwanên Qamişloyê bawer dikin ku azadiya civakê bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkan e. Ji ber vê yekê jî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd her tim çalakiyan li dar dixin. Ciwanên Qamişloyê diyar kirin ku hêza herî mezin ew e ku ciwan li hemberî polîtîkayên qirkirin û tecrîdê bibin hêza çareseriyê û bibin xwedî rêxistiniyeke xurt.

Meşa ku ji aliyê ciwanan ve hatibû birêxistinkirin, ji Çerxerêya Osman Sebrî dest pê kir û heta pêşiya Navenda Warê Ciwanan berdewam kir.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, li ser navê Jinên Ciwan Hêlîn Mihemed daxuyaniyek hate xwandin. Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Ciwan û jinên ciwan azadiya xwe di azadiya Rêber Apo de dibînin. Ev zêdetirî du meh in ku bi ti awayî hevdîtin bi Rêber Apo re nehatine kirin. Her wiha dewleta Tirk tecrîdê li ser Rêber Apo ferz dike. Di 27’ê Sibata sala 2025’an de Rêber Apo pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ da destpêkirin. Pêwîst e dewleta Tirk gavên cidî û qanûnî bavêje û mafê hêviyê ji bo Rêber Apo pêk bîne. Di heman demê de Rêber Apo vê pêvajoyê herî zêde ji bo jin û ciwanan daye destpêkirin.”

Di dawiya daxuyanî de tê gotin ku  heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan misoger nebe, ew ê çalakiyên xwe bidomînin û heta dawiyê xwedî li pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ derkevin.

 

Related Articles

Back to top button