Zehra El-Elî: Şoreşa 19’ê Tîrmehê modela jina azad ava kir, hebûna YPJ’ê jî garantiyeke ji bo pêşeroja Sûriyeyê ye
Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ya Kantona Hesekê, Zehra El-Elî, di salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê de diyar kir ku ev şoreş qonaxeke dîrokî bû di têkoşîna jinan de.

Zehra El-Elî, di salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê de diyar kir ku ev şoreş qonaxeke dîrokî bû di têkoşîna jinan de .Li gorî wê, bi vê şoreşê re jin ji rewşa bêmafî û hatina paşvekişandin derket, bû hêzeke bingehîn di qadên siyasî, leşkerî û civakî de.
Zehra got ku Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) îro bûne modelek ji bo cîhanê, û parastina hebûna wan û mafên wan bi awayekî destûrî bingeha avakirina Sûriyeke demokratîk e.
Şoreş deriyê azadiya jinan vekir
Zehra El-Elî di axaftina xwe de salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê li hemû jinên Kurdistanê, Rojava, hemû jinên Sûriyeyê û jinên cîhanê pîroz kirû wiha got :” Şoreşa 19’ê Tîrmehê karî zihniyeta mêrserdest û zencîreyên ku bi salan li ser jinan hatibûn ferzkirin bişkîne û derfet da jinan ku di rêvebirin û avakirina civakê de roleke pêşeng bigirin.”
Avakirina YPJ’ê qonaxeke nû di têkoşîna jinan de bû
Zehra El-Elî diyar kir ku Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di 4’ê Nîsana 2013’an de bi armanca parastina jinan ji zilm û zordariyê hatin avakirin. Li gorî wê, armanca wan ne tenê parastina leşkerî bû, şikandina wêneyê kevneşopî ya li ser jinan, hilweşandina adet û kevneşopiyên ku azadiya jinan sînordar dikirin û guherandina zihniyeta mêrserdest bû.
Zehra got ku YPJ ne tenê hêzeke leşkerî ye, lê bûye projeyeke azadiya jinan û xurtkirina rola wan di hemû waran de.
Ji Kobanê dest pê kir û li tevahiya herêmê belav bû
Zehra El-Elî diyar kir ku Şoreşa Rojava bi berxwedana jinan gelek serkeftin û destkeftî bi dest xist. Wê got ku jin li gel mêran ketin qada şer û gelek jin ji bo azadiya welat û azadiya jinan gihiştin asta şehadetê û wiha dewam kir :” ev ezmûn ji Kobanê dest pê kir, paşê li Reqayê, Dêra Zorê, Hesekê, Efrînê û gelek deverên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bû û bû modelek ji bo cîhanê.
Jin bingeha avakirina civaka demokratîk e
Zehra El-Elî bal kişand ser ku jin bingeha civakeke demokratîk e ku li ser pirrengî û cihêrengiya çandî ava dibe û wiha domand :” Şoreşa Rojava kesayetiya jina rêveber, siyasetmedar û aborî xurt kir, û jin ji asta malbatê û komînan heta rêveberiya saziyên herî bilind bûne beşdarê biryardayînê.”
YPJ modelek e ku hemû pêkhateyan dihewîne
Li ser YPJ’ê, Zehra El-Elî got ku ev hêz bûye yek ji girîngtirîn hêzên leşkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û di asta cîhanê de jî wekî modelek tê pejirandin û wiha axivî :” di destpêkê de jinên Kurd pêşengiya vê ezmûnê kirin, paşê jinên Ereb, Suryanî, Asûrî, Çerkez, Ermenî û hemû pêkhateyên din jî beşdar bûn.ev yek nîşana yekîtiya jinan û hevkariyê di navbera hemû pêkhateyan de ye.
Jin di şerê li dijî DAIŞ’ê de roleke dîrokî lîst
Zehra got ku jin bi cesaret ketin qada şer li dijî DAIŞ’ê û li gel mêran berxwedan kirin.
Wê got ku gelek şehîdên jin, di pêşiya wan de Arîn Mîrkan, bûne sembola berxwedanê û bi fedakariya xwe destkeftiyên Şoreşa Rojava parastin.
Pêdiviya garantiyên destûrî ji bo mafên jinan
Zehra El-Elî hişyarî da ku ger hebûna jin di nav teşkîlatên leşkerî yên Sûriyeyê de neyê pejirandin, dibe ku di pêşerojê de bibe sedema pirsgirêkên nû û wiha dawî li axaftina xwe kir :”pêdivî ye ku mafên jinan bi awayekî destûrî û qanûnî bêne garantîkirin, û taybetmendî û prensîbên YPJ’ê bêne parastin, da ku hemû jinên hemû pêkhateyên Sûriyeyê mafên xwe bi awayekî wekhev bistînin.



