GotarNûçeSlide

Gelo mirov di ferqê de ne ku çawa difikirin

Cûdî Cizîr

Gelo em di serdemekê çawa de ne? Ev serdem şaşî û başiyên çawa bi mirovan dide jiyîn? Gelo mirov di ferqê de ne ku çawa difikirin, çawa têdigihêjin û tevdigerin? Kesên rewşenbîr, sosyalîst, entellektuel û nivîskar divê rewşa civakan bişopînin. Eger em şîroveya xwe ya li ser mirov berfireh bikin, divê mirov jî xwedî îdea be. Li xaka Mezopotamya weke rojê, rêwîtiya şoreşgeran a eşq û evîna welat bi ramanên azad tê afirandin. Di têkoşînê de bi serbilindî em qala fikir û ramanên xwe dikin. Îro li ser axa welatê me behsa jiyaneke nû tê kirin. Dîrokek nû bi berxwedana şoreşgeran tê nivîsîn.

Mînakên cîhanê û yên li welat ev piştrast kiriye ku bê xebat û bê berdêl tiştek nayê standin. Jiyaneke me xeyal dikir, tam jî jiyana azadiya gelê me û rizgariya welatê me ye. Di vê çarçoveyê de tişta herî xweş û naverokên herî dewlemend fikir û ramanên Rêber Apo ne. Rêxistinbûna civakî ya cewherê wê ji felsefe û rêgezên şerê gel ê şoreşgerî yê xwe dispêrê ramanên Rêber Apo, ruhê azadiyê ava kir. Bêguman xebata gelê me mezin e. Gelek destkeftiyên me bi saya berxwedana gel a bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî pêş ketin û îro bi serkeftinê tacîdar dibin.

Gelê me bi berxwedan û têkoşîna xwe ti caran çokên xwe li hember dagirker û dîktatoran netewand. Li gor soza xwe ya da şehîdan tevgeriya. Taybetmendiyeke Tevgera me ya bingehîn ew e Tevgereke Rêber Apo ye. Ji bo heqîqetê sînor û qaliban nas nake. Ji roja destpêkê ve armanc azadiya gelê Kurd û civaka demokratîk e. Civakeke demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê esas digire. Ji bo vê armancê li ku derê, di kîjan pêvajoyê de çi pêwîst be kiriye û wê bike.

Rêber Apo ji bo veguherînên demokratîk têkoşînê dimeşîne. Hewl dide polîtîkayên îmha û înkarê yên li ser Kurdan bişikîne. Ji bo vê nexşerê pêşkeş kir, diyalog pêş xist. Pergala hevserokatiyê ava kir û nûnertiya wekhev girîng dît. Guhertina me ya di hela pêkanîna şoreşa zîhniyet û wijdan de pêwîst e. Dema em adaletê ji nû ve terîf dikin divê em potansiyela xwe fêmkirinê fireh bigirin dest. Hewce ye em karibin adaletê di navenda jiyan û xwezayê de bi cih bikin. Demokrasî, diyardeke ji destpêka civakan heta roja me heye. Divê baş bê zanîn ku di astên pêşveçûyîna civakî de nirxên jiyanê di pêşengiya jinê de pêş ketine û mirovahî hebûna xwe deyndarê van nirxan e.

Civaka hiyerarşîk, xeleka navbera civaka xwezayî û civaka dewletparêz e, ku xwe dispêre çînan. Lenîn digot; “Di demên giştî yên krîzan de meseleya bingehîn dewlet û şoreş e.” Naxwe divê em xwedî li şoreşa xwe derkevin û bêhtir mezin bikin. Em jiyana azad û demokratîk a hemû civakên baweriyên cuda yên li herêmê û tevahî cîhanê diparêzin. Em weke şoreşgerên Apoyî li dijî feraseta yekperest in. Divê gel çanda xwe biparêze. Ji ber çand ruhê miletekî diyar dike. Çand mîrasa herî biha ye. Nasname tenê bi navan nayê avakirin. Bi ziman, çand û bîranîn tê avakirin.

Hinek aktorên polîtîk, hunermend û rewşenbîr, di rojên taybet de ekranên telefonan bi peyamên gurûgeş dadigirin, lê gava dor tê ser xwedîderketin û parastina destketiyan ev piştgirî bi awayekî trajîk winda dibe. Em îro diyardeyeke sosyolojîk dijîn, divê em sosyolojiya civaka xwe baş zanibin. Divê gelê me bi ruhekî seferberî xwedî destkeftiyên şehîdan û keda Rêber Apo derkeve.

Related Articles

Back to top button