Civak û çand

‘Divê jinên Kurd di lidarxistina kongreya neteweyî ya kurdistanî de xwedî rol bin’

Komîteya amadekar a 3`emîn Kongreya Neteweyî ya Jinên Kurd-Komîteya Rojava bang li hemû jinên Kurd kir ku di lidarxistina kongreya Neteweyî ya kurdistanî de xwedî rol bin.

Xalên girîng ên daxuyaniyê ev in:

Li gel şerên li cîhanê û bidawîbûna hevpeymanên navneteweyî ku Rojhilata Navîn û Kurdistan parçe kirin. Her wiha di demekê de ku dest bi şêweyekî nû yê şer biyolojîk hatiye kirin(şewba Korona) ku tevahî cîhan xistiye xeteriyê û bêyî dermanek jê re bê dîtin gefê li jiyana bi milyonan mirovan dixwe. Em dikarin bêjin ku cîhan di qonaxeke guhartinên siyasî, hevsengiyên aborî, leşkerî û koalîsyonên navneteweyî yên nû de ye.

Êrişên li dijî parçeyên Kurdistanê hebûna gelê Kurd û destkeftiyên ku bi salan bi dest xistine, dike armanc. Îro em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin, pêwîstiya vê demê ji hemû demên berê zêdetir bi bidawîkirina nakokiyan û hewldanên ji bo lidarxistina kongreya Neteweyî ya Kurdistanî heye, ku ev yek xizmeta gelê Kurd dike, parçebûnê ji holê radike û ji bo çareseriya doza kurdî çareseriyeke siyasî derdixe holê. Însyatîfa QSD`ê û Ceneral Mezlûm Ebdî, ji bo nêzîkirina aliyên Kurdî gaveke erênî ye.

Jinên Kurd berê û niha jî di misogeriya yektiya neteweyî de xwedan mîrateyekî berxwedêr û mezin bûn. Ji qada leşkerî bigire, qada siyasî û çandî, di hemû qadan de xwe îspat kir. Jinên têkoşer li dijî terorîstan şer kirin û niha jî di lidarxistina kongreya neteweyî ya kurdistanî de xwedan rol in.

Beriya niha jî kongreya yekemîn û duyemîn a jinên Kurd hate lidarixstin û tê payîn ku li Rojava ya sêyemîn jî bê lidarxistin, lê belê ji ber êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Serêkaniyê û Girê Spî kongre nehate lidarixistin.

Wekî komîteya Kongreya Neteweyî ya sêyemîn a jinên Kurd, em bang li hemû jinên di nava rêxisitnan de û yên di qada siyaset, çandî û saziyên sivîl de dikin ku di lidarxistina kongreya sêyemîn de roleke girîng bilîzin û ji bo çareserkirina doza kurdî xwedan helwest bin. Nexasim di vê pêvajoya hesas de ku Kurdistanê tê re derbas dibe. Her wiha em bang dikin ku bi şervanên QSD`ê re bibin alîkar û li dijî terorîstên cîhanê û li dijî hemleyên li dijî vê hêzê bisekinin.”

Back to top button