Arşîv

Kongra Star: Hebûna Rêbertî Hebûna Me Ye

 Rêxistina Kongra Star têkîldarê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyaniyek da.

Rêxistina Kongra Star li navenda xwe ya bajarê Qamişlo di derbarê tecrîda girankirî ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyaniyek da. Di daxuyaniya ku ji aliyê Endama Rêveberiya Kongra Star ya Kantona Cizîrê Welîda Botî ve hatî xwendin de wiha hat gotin:

“Ev zêdeyî salekê ye rewşa Rêbertiya me di bin tecrîdeke giran de ye. Ev jî di çarçoveya siyaseteke qirêj ku li ser gelê kurd li tevahî Kurdistanê didin meşandin e. Di kesayeta Rêber Apo de, di girtîgeha Îmraliyê de tecrîdek giran tê meşandin. Em weke Kongra Star êrîşên fîzîkî, madî, derûnî û tehdîdên ku di kesayeta Rêber Apo de li ser gelê me tê meşandin, qet qebûl nakin.

Hebûna Rêbertî hebûna me ye, ji bo wê em tevahî êrîşên ku li ser Rêbertiyê me tên meşandin, şermezar dikin. Em bêdengiya dewletên navnetewî ya li hember van êrîşan bi tundî şermezar dikin. Hebûna me bi Rêbertiya me re ye. Em jiyana bê Serokê xwe naxwazin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê serok jiyan nabe” bi dawî bû.

Back to top button