Li seranserî Bakûr û Rojhilatê Suriyê jin di bin dirûṣmeya (têbikoṣe dagirkerî û tûndiyê têk bibe)daketin qadan

KOBANÊ
bi sedan şêniyên kantona Kobanê bi meşeke girseyî hemû awayên tundiya li ser jinan şermezar kirin.
Meşa di çarçoveya rêzeçalakiyên Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê bi armanca şermezarkirina tundiya li ser jinan de, hate lidarxistin. Bi sedan şêniyên kantonê, endamên saziyên sivîl û leşkerî tev li meşê bûn.
Meş ji qada Şehîd Egîd a li naverasta bajarê Kobanê dest pê kir û ber bi qada jina azad ve çû. Jinan sloganên: “Na ji tundiya li ser jinan re”, “Bi hev re ber bi cîhaneke azad ve” û “Tê bikoşe, tundî û dagirkeriyê têk bibe” berz kirin.
Meş li qada Jina Azad veguherî mîtîngê û li wir deqeyeke rêz, girtin. Piştre seroka Desteya Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidiro axivî û got: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ruxmî destkeftiyên jinan qezenc kirine, lê dîsa jî ji aliyên dijbertiya projeya wan a demokratîk dikin, bi tundiyê rû bi rû dimînin.
ŞEHBA
Bi hezaran şêniyên herêma Efrîn û bajarê Helebê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê meşiyan.
Kongreya Star îro li kantona Şehbayê meşek organîze kirin. Bi hezaran şêniyên kantona Şehba û koçberên Efrînê bi dirûşma “Ji bo têkbirina tundî û dagirkeriyê, têbikoşe” beşdarî meşê bûn.
Meş ji têketina navçeya Fafîn dest pê kir û ber bi qada dibistana ajotinê dewam kir.
Beşdaran wêneyên rêber Abdullah Ocalan, şehîdan, alên Kongreya Star û Meclisa Jina Azad a Şehbayê û pankertên bi zimanê kurdî û erebî hildan.