ÇalakîNûçe

Hilbijartinên pêş wext yên jinan li Hesekê dest pê kir

Beşdarên hilbijartinên seretayî yên şaredariyên bajarê Hesekê yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tekez kirin ku giringiya wê ji bo hemû jinên herêmê heye û bang li wan kirin ku bi awayekî aktîf beşdarî hilbijartinan bibin da ku mafên xwe û azadiya xwe misoger bikin.

Qonaxa destpêkê ya hilbijartinên komînan ên jinan li bajarê Hesekê yê herêma Cezîrê, îro danê sibê 24ê Nîsanê, bi vekirina sê navendên dengdanê dest pê kir.

Bi beşdarbûna sedan endamên Kongra Star, partiya Yekîtiya Demokratîk, Parastina cewherî û saziya malbatên şehîdan, li bajarê Hesekê yê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hilbijartinên destpêkê yên şaredariyên jinan dest pê kir.

Pêvajoya hilbijartinan ku îro saet 09.00’an dest pê kir, dê heta demjimêr 15’ê piştî nîvro berdewam bike û piştî bidawîhatina Pêvajoya  hilbijartinan, Komîteya Amadekar a Hilbijartinan dê li hev bicive û dengan bijimare û encamê eşkere bike.

Ji aliyê xwe ve, Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi armanca avakirina şaredariyên demokratîk ên model, roja hilbijartinên şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 30’ê Gulanê de eşkere kir.

Di 17’ê Nîsanê de Partiya Yekîtiya Demokratîk û Kongra Star tevlîbûna xwe ya ji bo hilbijartinê ragihandin û li ser esasê Şaredariya Gel a Demokratîk tifaqek ava kirin.

Back to top button