ÇalakîNûçe

Li Kobanê salvegera 19`emîn a damezirandina KJK’ê bi şahiyekê hat pîrozkirin.

Salvegera damezirandina KJK’ê hat pîrozkirin

Bi boneya salvegedra 19’an a damezirandina Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) Kongra Star şahiyek bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” li dar xist.

Bi sedan jin, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, nûnerên saziyên civaka sivîl beşdarî şahiyê bûn ku li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya li Kobanê hate lidarxistin.

Endama Koordînasyona Kongra Star Peyman Elûş axivî û got: “Bi saya raman û felsefeya Rêber Abdulllah Ocalan em gihaştin vê astê û vîn û îradeya jinan hat damezirandin. Hêz û berxwedana jinan li tevahî cîhanê deng vedaye.”

Piştre rêvebera Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Sara Xelîl damezirandina KJK’ê li Rêber Abdullah Ocalan û hemû jinan pîroz kir û got: “Ev projeya Rêber Abdullah Ocalan ji bo jinan e da ku bibin xwedî hêz û rêxistina xwe ava bikin.”

Berpirsa Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star Cîhan Mihemed bal kişand ser zextên li ser jinên têkoşîn têne kirin û wiha axivî: “Her çi qas zext û êriş li ser jinan tê meşandin, jin her tim di nava berxwedanê de ne. Jin tu carî desthilat li ser xwe qebûl nekirin. Di roja me ya îro de jin bûne pêşeng û xwedî îradeyeke xurt.”

Di dawiyê stran hatin gotin û govend hatin gerandin.

Back to top button