ArşîvÇalakîNûçe

Meşek li Şamê ku komploya 15ê Sibatê şermezar kir hat lı darxıstın.

Şam – Kongreya Star îro li Şamê ji bo şermezarkirin û lanetkırına komploya navneteweyî ya ku di 15’ê Sibata 1999’an de li ser Rêber Abdullah Ocalan pêk anîbû, meş  li dar xist.

Di meşê de bi sedan şêniyên Şamê yên li taxa Zorava tevlî  meşê bûn û pankartên bi nivîsa “Azadiya Apo, azadiya hemû gelan e” û dirûşmeyên şermezarkirina komployê û daxwaza azadiya fîzîkî ji bo rêber Ocalan , hilgirtin.Daxuyaniya şermezarkirina komploya navneteweyî ji aliy endama Kongra Star  Mizgîn Ahmed ve hat xwendin :

Daxuyaniya ji raya giştî re:Bi navê Kongra Star li Şamê em vê komploya navneteweyî ya ku gelek welat bi pêşengiya Amerîka, Îsraîl û hin welatên din bi dewleta Tirk re beşdarî girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûne, şermezar û lanet  dikin. Lê em ji wan re dibêjin ku komploya we bi ser neket û bi jiholêrakirina fikir û felsefeya Rêbertî pêk nehat, erê, hûn dikarin wî bi fizîkî di zindanên xwe de bigrin, lê wek wî got, bi hezaran gerîlayên ku bi îdeolojiya wî mezûn bûne hene. Ku  fikir û felsefeya wî temam bike.Û îspata têkçûna wan  ewjî berxwedana hêzên me ya li hemberî DAIŞ’ê, avakirina hêzên leşkerî û rêxistinkirina jinan e ku niha di hemû qadên leşkerî, îdarî û siyasî de û di qada dîplomatîk de xebatên avakirin û inêayê dimeşînin. Ji ber vê yekê dewleta Tirk serî li gelek rê û rêbazên xerabkirinê dide û li dijî Rêber Ocalan desteser dike û rê nade hevdîtina bi parêzerê xwe re û hevdîtina malbata wî di girtîgehê de bike, tevî ku ev hemû ji aliyê dewleta Tirk ve nehatibû razîkirin. êrîşa bi çekên kîmyayî li ser çiyayên Kurdistanê û deverên Avaşîn, Xaneqîn û yên din li bakurê Kurdistanê û êrîşkirin û dagîrkirina navçe û bajarên Sûriyê û bombebarankirin û kuştina sivîlan, wek dagirkirina Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Sipî.Em dizanin ku ev hemû dirêjkirina wê komployê ye û heta êrîş û piştevaniya wî ji endamên DAIŞê re li ser zîndana pîşesazî di encama vê roja 15ê Sibatê de ye û em wek dayîk, kur û keçên şehîdan soz didin. Ji Rêber Abdullah Ocalan re ku em ê ji bo azadiya wî têbikoşin û parastina xwe bikin û her parçeyekî xakê ji dewleta Tirk rizgar bikin û em ê tola xwîna şehîdên xwe yên mafdar hilînin.Meş bi qîrîna dirûşmên azadiya Rêbertî û rakirina tecrîda li ser wî bi dawî bibe.

 

Back to top button