DaxuyanîNûçe

Encamnameya hilbijartinên pêşwext ji bo hilbijartinên şaredariyên li bajarê Hesekê

Hilbijartina seretayî ya şaredariyan bi daxuyaniyekê piştî eşkerekirina encamên serketî, li navenda navçeya Kongra Star a taxa Nezaretê bi dawî bû.

Daxuyanî bi zimanê Erebî ji aliyê rêvebera Kongra Star a herêmê Medya Elî ve hate xwendin.

Di metna daxuyaniyê de wiha hat gotin:

Li ser navê Kongreya Star a bajarê Hesekê û weke komîteyeke amadekar a hilbijartinên pêşwext  yên şaredariyan, em îradeya azad a jinan û xurtkirina projeya neteweya demokratîk û jiyana wekhev a ku weke sîstema rêveberiya xweseriya demokratîk tê temsîlkirin, silav dikin. û tekezî li ser sîstema hevserokatiyê ji bo jinan yekem car li Rojhilata Navîn û hemû cîhanê tê kirin û hilbijartinên bajarê Hesekê bû modela yekem li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê. .

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji bo hevserokatiyê a şaredariyan 4 namzet hatin diyarkirin û me weke rêxistina jinan Kongra Star ji bo hilbijartina namzetên xwe 3 sindoq ji bo  dengdayînê hatin danîn ,herwiha namzetên dengdayînê  wiha bûn:

1.Enûd Deqorî,hejmara dengan /496/

2. Rêvebera Şaredariya Hesekê Saadiya Kutî, hejmara dengan /304/

3. Mûna Henîş, hejmara dengan / 101/

4. Beraet Mardinelli , hejmara dengan /65/

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ji ber ku sîstema neteweya demokratîk nûnertiya demokrasiya rasterast dike, Enûd di hejmara dengan de bû yekemîn û li ser vê bingehê em wê pîroz dikin û hilbijartinên jinan li hemû jinên ku bi giştî hesreta azadiyê ne û  bi taybetî rêxistina Kongra Star pîroz dikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em spasiya komîteya amadekar a ji tîmên neteweyî, ragihandinê, parastina asayî, Asayîşê û malbatên şehîdan dikin û xebatên we yên ji bo  serkeftina van hilbijartinan dane .”

Back to top button