ArşîvÇalakî

Berta Cáceres

Berta Cáceres jinek, dayikek, çalakvanek, pêşengek xwecihî, parêzvanê axê, şoreşgerek a Hondûrasî  û îlhamek bû. Ew jineke bi hêz bû, jineke azad bû ku modernîteya kapîtalîst herî zêde jê ditirse. Ew yek ji damezrîner û koordînasyona Meclîsa Gel û Rêxistinên Xwecihî yên Hondurasê (COPINH) bû û bi serkeftî berxwedanek li dijî projeyên şirketên mezin ên ku jîngeh wêran dikirin rêxistin dikir kir.
Ji ber têkoşîna wê ya bê navber a ji bo parastina jîngeh û welat ji bo pergala baviksalarî û kapîtalîst a ku hewl dide welatê wê talan bike bû xeterî û di 2’ê Adara 2016’an de hat qetilkirin. Careke din koordînasyona navbera dewlet, mafya û kapîtalîzmê eşkere bû. Hikûmeta Hunduras û şîrketa DESA ji bo berjewendiyên xwe yên aborî pêş bixin mil bi mil xebitîn, lê Berta Cáceres û rêxistina wê li pêşiya wan asteng bûn. Leşker û polîs jî ketin bin xizmeta şîrketên kapîtalîst. Netew dewlet, kapîtalîzm û mafya hemû pêkhateyên baviksalarî ne, ew sûcdar in.
Kuştina bi bijartî û armanckirî ya jinên ku di parastina azadî, parastina ax û warên li hember polîtîkayên kolonyalîzmê û mafên jinan de xwe birêxistin dikin û bi roleke aktîf radibin hem li seranserê cîhanê û hem jî di dîrokê de pratîkeke sîstematîk e. Ev pratîk qetilkirina siyasî ya jinan e.
Jinên çalak ên siyasî li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi qetilkirina jinên siyasî rû man. Wek siyasetmedar Hevrîn Xelef ku di kemîna çeteyên dewleta Tirk de hat qetilkirin, wek çalakvanên Hind û Saade yên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin û qetilkirin, yan jî wek her sê çalakvanên Zehra Berkel, Mutter Emîne û Hebun Xelîl ên bi balafirên bê mirov ên dewleta Tirk hatin bombebaran û qetilkirin. Van jinan wekî Berta Cáceres ji bo bawerî û têkoşîna xwe ya ji bo cîhanek başir bedelên giran dane. Ew ji bo baweriya xwe jiyan kirin û şer kirin û amade bûn ku jiyana xwe ji dest bidin.

 

Berta Cáceres ji bo parastina jîngeh û welatê xwe bi biryar tekoşîn kir, her çendî dizanibû ku jiyana wê di xeteriyê de ye. Wê got, “Ji ber ku em ji wan natirsin, ew ji me ditirsin” û ji bo prensîbên wê bi lehengî şer kir.
Bi nêzîkbûna roja 8’ê Adarê ku roja têkoşîna jinan diyar dike silav dikin û jinên ku weke Berta Cáceres, Sakîne Canzis, Rosa Luxemburg û hemû jinên ku bi têkoşîna xwe ketine dîrokê û bûne parçeyek vê rojê, bi bîr tînin. Berdelên ku jin di tekoşîna ji bo azadiya jin û civak dan bi wate ye û ruhê wan di tekoşîna me ya îro de jiyan dikin.
Jinên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê roja 8’ê Adarê di bin durûşmeya ‘Bihevre emê şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin’ pêşwazî dikin. Em tekoşîna xwe wek  Berta Cáceres, Sakine Cansiz, Hevrin Xelef bê tirs û bi îradeyekî xurt berdewam bikin.
Jin Jiyan Azadi
Şehid Namirin
Bihevre emê şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin
Kongra Star

 

Back to top button