Arşîv

Jinên Efrînê: Heyanî Efrîn rizgar bibe em ê têbikoşin

Jinên Efrînê di pêvajoya duyemîn a hemleya `Ji bo jinên Efrînê serî hildin` destnîşankirin ew ê heyanî Efrîn rizgar bibe li hemberî dagirkeriyê têbikoşin.

Kongreya Star pêvajoya duyemîn a hemleya `Ji bo jinên Efrînê serî hildin` bi riya daxuyaniyekê bi dawî kir.

Bi dehan jinên navçeya Fafînê ya kantona Şehba li hevdû kombûn û daxuyanî bi zimanê erebî, kurdî û ingilîzî xwendin. Daxuyanî ji aliyê endama Kongreya Star Henîfe Xelîl bi zimanê kurdî, Emîne Osman bi zimanê erebî û Neda El-Hisên bi zimanê ingilîzî ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

˝ Efrîn ji destpêka aloziya Sûriyê ve hemû pêkhateyên Sûriyê hembez kir û bû herêmeke bi ewle ku koçber lê diman. Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hovane êrîşî Efrînê kirin. Di encama êrîşê de bi hezaran şêniyên Efrînê 18`ê adarê 2018`an neçarî koçberiyê bûn. Artêşa Tirk a dagirker jêrzemînên Efrînê, ciyên dîrokî, gorên olî û ciyên pîroz yên Efrînê bombebaran kirin.

Niha li Efrînê kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gelê Efrînê didomin. Şêniyan direvînin û li beramberî wê pere dixwazin. Tirkiyê malbatên Xûta li Efrînê bi cih kir û niha ew malbatên ku dixwazin vegerin herêmên xwe gundewarên Şamê, Tirkiyê destûr nade wan ku vegerin. Tirkiyê dixwaze guhertineke demografî li herêma Efrînê pêkbîne.

Li gorî belgekirina Rêxistinên jin ên Bakurê Sûriyê û Efrînê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 145 jin hinek ji wan kuştin, hinek birîndar û hinek jî hatine revandin. Ji 20 Çile heyanî meha nîsanê 99 di şer de birîndar bûn, 28 jin şehîd bûn, 5 jin rastî destdirêjiyê hatin, 12 hatine revandin û 1 jin hatiye kuştin. Her wiha jin di şert û mercên koçberiyê de gelekî zor û zehmetî dibîne.

Em weke jinên ku di encama dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê de me gelek ziyan dît em ji Netewên Yekbûyî dixwazin ku destwerdana Tirkiyê li Efrînê bike û wan ji xaka me derxîne, her wiha em bang li rêxistin jin û rêxistinên Mafên Mirovan dikin ku mafên jinên Efrînê biparêzin û dawî li kiryarên Tirkiyê û çeteyên wê li Efrînê bînin.

Em bang li dadgehên navnetewî dikin ku sûcên Tirkiyê û kiryarên wê li ser gelê Efrînê belge bikin, jinên cîhanê jî mafên jinan bixwazin û li hemberî dîktatoriya Tirkiyê û hikûmeta wê bisekinin.

Em ê têkoşîna xwe li hemberî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê berdewam bikin, em xwediyê axê ne û Efrîn dê ya xwediyê xwe be˝.

Back to top button