ArşîvDaxuyanî

Ji bo pêşî lêgirtiına tundiya li ser jinê meclıisa jin a PYD ‘ ê dest bi pêngeveke berfireh kir

Di biın duruşmeya"Bi têkoşîn hevgirtina jin tundî bidawî dibe meclisa jin a partiya yekîtıya demokratîk bernameya pêngava sêyemîn bi daxuyaniyeke ragihandin

Daxuyanî îro şemî 23/4/2022 li kantona Hesekê jibo raya giştî hat dayîn jibo ragihandina destpêkirina pêngava sêyemiîn ya ku di nava rêze çalakiyên ku meclîse daye destpêkirin ,bi armanca pêşilegirtina tundiya li ser jinê daxuyanî ji aliıyê herdu endamênê Dîdem Elî u îlham Abdulah ,bi tevlîbûuna endamên meclisa in Kongra Star û saziyên sivîl di daxuyaniyê de ev hat gotin  

Daxyani ji bo raya giştî

Dîroka jinê tijî lehngî û têkoşîn e û di heman demê de tijî fedekariya jinên ku bi saya têkoşîna wan şoreşa me gihaşt vê astê, di heman demê de jin di şoreşa Rojava gihaşt tevahiya qadên siyasî, aborî, civakî, leşkerî û diblomasî û çirûska azadî û hêviyê da hemû jinên cîhanê.

Lê tevî van hemûyan jî diyardeya tundiyê li dijî jinê bi hemû cûreyên wê ji aliyê hêzên serdest û zihniyeta baviksalarî ku her tim şikandina vîna jina azad armanc dike, hîn berdewame, lê di nav civaka me de em her roj dibînin ku jin rastî cûreyên herî dijwar ji zilim, tundî û kuştinê tên.

Em weke Meclisa Jin di Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD de û li ser esasê ku em wek partî û weke meclis di têkoşînê de dixebitin, em soz didin ji bo rakirina hemû cureyên tundiyê li ser jinan di civakê de û bi riya gelek hemle û çalakiyên ku em pê rabûn ji bo kêmkirina vê diyardeyê.

Ku hemleya me ya yekemîn di meha “Îlonê” de bi diroşmeya “Dev ji kuştina jinan berdin” û hemleya me ya duyemîn di meha Sibatê de bi dirûşmeya “Na ji komplo re, na ji dagirkeriyê re, na ji tundiyê re” û îro jî bi riya vê daxuyaniyê re berdewama hemleya xwe ya sêyemîn bi dirûşmeya “Bi têkoşîn hevgirtina  jin tundî bidawî dibe”  radigihînin.

Em weke Meclisa Jin di Partiya Yekîtiya demokratîk PYD de, sûcên kuştinê yên derheqê jinê di civakê de şermezar dikin û bang li hemû rêxistinên jinan û hemû beşên civakê dikin ji bo rê li ber vê diyardeyê bigirin û koletî û neheqiyê ji holê rakin, bibin yek. ji ber ku bi vîna jina azad û hêza wê em ê tekez bigihêjin azadiyê û serkeftinê.

Li ser vê bingehê bernameya çalakiya me di bin dirûşmeya ” Bi têkoşîn hevgirtina  jin tundî bidawî dibe ” dê wiha be:

Damezrandina furoman ji bo saziyên çapemeniyê bi armanca  ku rola xwe ya çapemeniyê bilîzin, ji bo kêmkirina van sûcan û piştgirtina mafên jinan.

Belavkirina broşûrên hişyariyê ku tê de aliyê qanûnî yê mafên jinan û cezayên ku bi qanûnê hatine diyar kirin ji bo her kesê ku şîdetê pêk tîne an kuştinê dike.

Tevlîbûna mêran di warê hişyarkirinê û semînerên civakê de

Amadekirina statîstîk ji aliyê Encumena Dadweriya Civakî ve derbarê hejmara kuştinan û cezayên ku li ser wan hatine birîn

Li ser asta her du kantonên Hesekê û Qamişlo platformek were lidarxistin û li ser vê mijarê bi jinên di nava civakê re were nîqaşkirin.

Li Minbic, Firat û herêmên Şahba Foruma Diyalogê bi hazirbuna hiquqnasan  û meleyan.

Back to top button