ArşîvDaxuyanî

Insiyatîfa gel ya Bakur û Rojhilatê Suriyê hemleya xwe ya imzeya bi daxuyaniyekî bi dawî kirim .

Daxuyanî bi tevlîbûna hemî gele herêma cizîrê , bi rakirina wêneyên rêbertî û alên PKK .

Daxuyaniya ji bo raya giştî

Piştî bidawîhatina çalakiyên demokratîk bi armanca derxistina Partiya Karkerên Kurdistanê ji nav her du lîsteyên terorê ya Amerîka û Ewropayê . Li ser esasê neheqiya mezin a mafê beşeke berfireh a ku ev partî jê derketiye, ango gelên herêma Rojhilata Navîn bi pêkhateyên cuda, olên cihêreng û gelek neteweyên xwe, di serî de gelê Kurd, Ji bo xebat û fedekariyên partiyê yên ji bo avakirina biratiya gelan, jiyana hevbeş û wekheviya zayendî, li ser bingeha felsefeya neteweya demokratîk.

Em endam û alîgirên înîsiyatîfa gelêrî li bakur û rojhilatê Sûriyê û bajarên Heleb û Şamê, ji bo piştgiriya bi Însiyatîfa cîhanî ya bi diruşma adeleta navnetewî ji bo Kurdan derxistina Partiya Karkerên Kurdistanê ji lîsteya terorê. Me kampanyaya “komkirina îmzeyan” weke destpêşxeriya gelêrî di nav Kurd, Ereb û pêkhateyên din de herwiha saziyên civaka sivîl, rewşenbîr û partiyên siyasî de,  dest pê kiribû. bi baweriya me ku têkoşîna Partiya Karkeran Kurdistan, projeyek ji bo azadî û demokrasiyê ye ku di Peymana Neteweyên Yekbûyî û prensîbên wê de hatiye pejirandin. Di xalên 1-2 yên Peymana Navnetewî de ya giştî ku mafê çarenivîsa gelan dihewîne.

Tiştê ku divê bê zanîn û ji tu kesî nayê veşartin, Siyaseta sîstematîk a dewleta Tirk a dused salan ku li dijî gelê Kurd û gelên din ên xwecihî bi înkar, tunekirin û hilandin bû sedema derketina bi dehan serhildan û şoreşên Kurdan, herî dawîn jî şoreşa partiya Karkerên Kurdistanê bû. Partiya ku li dijî terora dewleta Tirk ya ku zêdetirî 4000 gundên Bakurê Kurdistanê şewitandin û wêran kirin û bajarên wekî (Nisêbîn, Cezîr û Sûrê Amedê ye dîrokî) wêran kirin û her wiha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcên şer û terorê pêk anîne li Efrîn, Serêkaniyê û Til Ebyadê û îro jî li Zab, Ava Şîn û herêmên din ên başûrê Kurdistanê çekên qedexe li ser asta navneteweyî yên fosfor û kîmyewî li dijî gerîla bi kar tîne û her kes şahidê piştgiriya wê ya ji teror û rêxistinên terorîst ên weke DAIŞ û Cebhet El –Nusra re ye.  ku li ser asta cîhanê weke rêxistineke terorîst tê binavkirin û mînaka herî baş jî kuştina her du mîrên DAIŞê (Ebûbekir Bexdadî û el-Qerdeşî) ye, ku kîlometreyekê zêdetir ji sînorê Tirkiyê li Idlibê dûr bû. ku di bin kontrola wê de ye.

Di dema ku PKK di rizgarkirina gelên me yên li Sûriye û Iraqê ji terorê de roleke mezin hebû, dijî van rêxistinên (DAIŞ-El-Nusra û xwişkên wê) bi hezaran şehîd û birîndar dan û weke wefadarî ji van qurbaniyên giran re, me ev îmze kom kirin jimare wan (2476174). Bi vê boneyê Em spasiya hemû komîteyên înîsiyatîfa gelêrî dikin ji bo xebatên wan ên hêja Û serkeftî û her kesê ku îmzeya xwe li ser vê belgeyê daniye.

Bijî têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelan.

Bijî PKK.

Azadiya fîzîkî ya Rêber APO.

 

Însiyatîfa Gelêrî a Bakur û Rojhilatê Sûriyê

21/5/2022

 

 

 

 

 

 

 

Back to top button