DaxuyanîNûçe

Rêxistina Sara êrişa dewleta Tirk şermezar kir

Rêxistina têkildarî êrişa dewleta Tirk a dagirker a duh li ser Kobanê daxuyaniyek da û bêdengiya rêxistinên navneteweyî ya li hember êrişan şermezar kir.

Rêxistina Sara Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan têkildarî bombebarana duh a balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker a li dijî erebeyekê li rojhilatê Kobanê, daxuyaniyek da. Di êrişê de jin û mêrek birîndar bûbûn.

Daxuyanî li navçeya Ehdas ji hêla endama Rêxistina Sara Têkoşîn Mihemed ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin û hate diyarkirin “her tim pêşengên şoreşê dibin hedef, da ku kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê xuya nekin.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku rêxistinên navneteweyî li hemberî van êrişan bê deng in û bêdengiya wan hevkariya wan bi dewleta Tirk re nîşan dide. Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên mirovî hate kirin ku li hemberî van êrişan bisekinin. 

Back to top button