ArşîvHevpeyvîn

Êrîșên dewleta tirk sucên șer dij mirovî ne

Dewleta Tirk a dagirker rojane sûcên şer û binpêkirinan li dijî sivîlan li herêmên niştecihbûyî bi taybetî herêmên ku sînorê dewleta wê pêk tîne, bi êrîşên xwe yên dagirkeriyê ku navendên xizmetguzariyê û avahiyên sereke dike armanc .

Êvara Înê 27ê Gulana 2022’an, dewleta Tirk a dagirker navenda navçeya Zergan û gundên wê, bi zêdetirî 320 topên hawan û topên giran ji xwe re kir hedef, ev tişt jî di daxuyaniya Hêzên Sûriya Demokratîk de hatiye raghandin. Ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li dijî herêmên ewle û niştecih gelek ziyanên madî gihandin mal û navendên giştî yên “tendirustî, perwerde û enerjî”. Ev binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê, armanc dikin ku projeya demokratîk ji naveroka wê vala bikin, tirs bixin dilê sivîlan û gelê herêmê.  Di der barê êrîşên dubare yên li ser herêma Zergan a dikeve bakurê rojavayê kantona Hesekê de, di çarçoveya vê mijarê û van binpêkirinan de, Rêveberiya Kongra Star a navçeya Zerkan Delal El Mehmûd ji malpera me re axivî.

 

Delal di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên beriya du salan li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet li ser xeta Til Temir û Zerganê û destnîşan kir ku ev êrîş û hedefgirtina sivîlan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê .

Delal  wiha got: “Em di bin bombebaranên  hovane yê dagirkeriya Tirk de ne,  her tiştî li Zerganê dike hedef. Ne dar, kevir, mirov, heywan jî ti tişt nayên derkirin. ji hovîtiya xwe ya li ser Zargan rizgar kirin.. Bombebarankirina malên sivîlan, saziyên sivîl û cihên tenduristiyê û kuştina sivîlan, di nav de zarok û temen mezin” .

Dalal di çarçoveya axaftina xwe de armanca dewleta Tirk a dagirker ji van êrîşên hovane îsbat kir û got: “Zêdebûna êrîşên dagirkeriya Tirk li ser herêmê bi taybet Zergan, ji bo şikandina berxwedana gel a hemû pêkhateyan e. gelê Zergan û wan ji niştecihên xwe yên resen derdixe da ku lîstika xwe ya qirêj ku girêdayî prensîba guhertina demografiya herêmê bi dest bixin”.

Her wiha tekez kir li ser seknandin û berxwedana gel a li hemberî hemû lîstok û pîlanên qirêj, bi hevgirtina gelan û yekîtiya destanî ya hemû pêkhateyên herêmê li hemberî dagirkeriyê hate kirin”.

Dalal plana dewleta Tirk a bi vî rengî jî nirxand û got, Plana dewleta Tirk vejandina sûcê hovane yê Osmaniyan û guhertina demografiya herêmê ye”.

 

Dalal bêdengiya civaka navneteweyî rexne kir û ew weke kor-ker bi nav kir û got: Civaka navneteweyî ya ku destûr nade bihîstin û çavê vê sûcê dewleta Tirk a faşîst li ser herêmên Bakur û Rojhilatê bibîne. Sûriye, bi taybetî jî navçeya Zergan, weke ku dixwaze ev sûc li ser herêmên me pêk were”.

Dalal di dawiya axaftina xwe de li ser rola rêxistina mafên mirovan meraq kir û got: “Dibêjin rêxistineke mafên mirovan li ku ye û mirovahiya wê li ku ye ji vê bombebarana hovane ya li ser sivîl an”.

Ji dema dagirkirina herêma Serê kaniyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve  2019’an de, herêmên “Zergan û Til Temrê” hema bêje rojane rastî bombebaranê dibe  .

Back to top button