ArşîvNûçe

kongreya 9mîn a PYD`ê di bi duruşmeya bi ruhê şerê gelê şoreşgerî emê dagirkerî têk bibin

PYD`ê di kongreya xwe de hejmareke kesayetên welatparêz xelat kirin

PYD`ê hin kesayetên welatparêz ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser rola wan a mezin di birêxistinkirina civakê û piştgiriya şoreşa gelan re, xelat kirin.

di 18ê hezîrana 2022an PYDê  Di Kongreya xweyî 9`emîn a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) de ku vê sibê li bajarê Hesekê û bi beşdariya 700 delegeyên ji partiyê ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kurdistan û Ewropayê dest pê kiribû, gelek kesayetên welatparêz hatin xelatkirin.

Endamên Desteya Hevserokatiya PYD`ê di kongreyê de 12 kesayetên welatparêz ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xelat kirin. Komîteya Amadekar li ser xelatkirina kesayetan wiha axivî: “Van kesayetan di Şoreşa gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û birêxistinkirina civakê de roleke girîng lîst.”

Kesên hatine xelatkirin ev in; “Necah Gulo, Sutlan Hesen, Ehmed Mele Ubêd, Wejdî Betê, Nazê Sadûn, Eyşe Hec, Elîf Omer, Helîme Muslim, Mihemed Sedîq, Emîne Remezan, Mistefa Yûnis û Ehmed Xelîl.”

Hwewiha yek di kongrê de endama kordînasyona kngra star Remziye muhemed jî axaftinek xítabî mêvan û beșdarvanan kir û got” bi ruhê șehîdê kedê șehîdê fedekariyê șehîdê șoreșê rêheval Ferhad Dêrik em kongreya 9emî a PYDê li tevahî mêvanan pîroz dikin ,li tevahiya malbat û zarok û hevjînên șehîdan û tevahî gelême pîroz dikin . bi ruhê șerê gel ê șoreșgerî ku em 10 saliya wê derbas dikin herwiha gelê me bi fedekarî û qehremaniyeke mezin ked dan ku ev qehremanî hiș ku gelê me li bakur û rojhilatê suruyê zehmetiyan astengiyan derbas bike û hat heya roja me ya îro,Remziye wiha gotina xwe doman û got ev gel bi vê fedekarî û qehremaniyê her bi pêșve dimeșe,bi taybet partiya me dinav her partiyan de bû mînaka partiya siyasî,bû mînaka demokrtkirina gelan.Remziye bal kișand ser rol û berxwedaniya gerîlayan ku bi salan e li hember êrîșên dewleta dagirker a tirk û hevkarên wê șer dikin û bi vîneke mezin di bin bimbardumana cekên kimyewî li ber xwe died û di her zerfên giran û zehmet de hêviya gel di bersivdayînên xwe ji dijmin re died ku bi hêrsa tolhildana șehîdan berê xwe died ser kozikên dijmin yên șer lewra ev ruhê gerîlayên xwe silav dikin,vîn ,lehengî û hêza wan pîroz dikin .herwiha Remziye îșaret bi șehîd șîlan jî kir got  dijminan xwestin bi êrîșeke bêbext ku li hember êheval sîlan û hevalê wê  pêkanî xwstin di șexsê wê de hêza partiya democrat PYD biskînin û wiha dawî li axaftina xwe anî em bi nave Kongre Star soza xwe bi bi cangoriyên azadiyê re nû dikin û di pêseroja gelê xwe de serkeftinê dixwazin.

Kongreya 9`emîn a PYD`ê bi senevîzyonekê li ser kar û xebatên partiyê û armancên wê berdewam dike. Piştre wê li dezgehên ragihandinê girtî bidome.

Li gorî Komîteya Amadekar, wê rapora salane ya PYD`ê were xwendin û rêziknameya wê were xwendin da ku li ser bê erêkirin. Her wiha wê hevserok û meclisa nû ya partiyê werin hilbijartin. Kongre sibe wê bi encamnameyekê bi dawî bibe.

 

 

 

Back to top button