ArşîvDaxuyanî

Ev şoreş a me hemûyan e! Ji ber vê yekê, em bi hev re li dijî hemû êrîşan bisekinin!

bi boneya salvegera 10’emîn şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Suriyê ku ev deh salên xwe bi kedeke bêhempa û  berdêlên giran buha re deh sal bihurand li ser vê bingehê daxuyanî wiha bû.

JI RAYA GIŞTÎ RE

Em di destpêkê de 10’mîn salvegera şoreşa jin a Rojava ya li her çar aliyê cîhanê ronahî belavkirî, li gelê Kurd, hemû mirovatiya pêşketî û li jinan pîroz dikin. Ji berxwedana dîrokî ya Kobanê û heta roja me ya îro, hemû kesên di parastin, mezinkirina şoreşê de cihê xwe girtin û di vê oxirê de, ked dane silav dikin. Em hemû şehîdên xwe yên di oxira jiyana nû de û li dijî êrîşên kontra ên dixwest in, şoreşa me bixeniqînin û gel mehkûmî tarîtiyê bikin, li berxwedayîn û jiyana xwe ji dest dayîn, bi bêrîkirin, girêdan û minetdarî bibîrtînin. Em carekedin sozdidin ku heta dawiyê em ê nirx û destkeftiyên we di oxira wê de canê xwe dayî biparêzin. Jiyana azad a we xeyașla wê dikir, em ê bikin rastî.Finda Şoreşa Rojava ya destpêkê, berî niha 10 salan, di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li Kobanê pêketî, kirî şoreşa jin çi ye? Çima em qala şoreşeke jin dikin?

Ji her temenê jinan, ji destpêkê ve, di asta pêşengtiyê de, di her qada şoreşê de cihê xwe girt in. Hêzên YPJ’ê, li dijî çeteyên DAÎŞ’ê û dagirkeriya dewleta tirk, pêşengtiya berxwedana hêza cewherî girtin sermilê xwe, bi awayekî wêrek, bi biryardarî li berxwe da û hêza jina rêxistinkirî nîşanî tevahî cîhanê da. Ji her çaraliyê cîhanê, jinan bi navê mirovahiyê, berê xwe dan Rojava, cihê nirxên mirovahiyê lê tê parastin û di nav refên YPJ’ê de cihê xwe girt in. Ji bo vê şoreşa nirxê me hemûyan a hevpar biparêzin canê xwe dan. Bi vê wesîleyê, ji Arîn Mîrkanan, heta Anna Campbell’a, ji Ivana Hoffman, heta Avesta Xabûr, ji Zîlan Ereb heta Amara Cerablus hemû şehîdên xwe yên parastinê bi rêzdarî bibîrtînin.Di asta pêşengtiyê de, tevlîbûna jinan a ji têkoşîna şoreşê re bêguman, xwedî giringî û wateyekî mezin e. Lê ji sala 1789’an ve di dîroka şoreşên cîhanê de dibînin ku ev bi serê xwe şoreşa jinê dernaxe holê. Nexwe cewaziya Şoreşa Rojava derxistî holê çi ye? Û di 10. salvegera wê de, destkeftiyên ji jina Kurd, Rojhilata navîn û cîhanê re dane qezençkirin çi ne?

Berî her tiştî, di destpêkê de jinan bi awayekî xweser û serbixwe di nava şoreşê de xwe rêxistin kirin û cihê xwe têde girtin, bi vî awayî rengê xwe dan şoreşê. Rastiya şoreşa Rojava kirî şoreşa jinê ev e, ango diyalektîka xweserî, rêxistin û azadiyê ye. Ji ber newekî kes, bi awayekî xweser û serbixwe xwe ji nû ve vesazkirin, karîn di jiyana civakî û siyasî de, bibin kirdeya guhertinekî radîkal.

Di pêvajoya şoreşê de jinan sîstema xwe avakir. Şoreşê biawayekî hîn şênbertir nîşa me da ku, sîstema jin a konfederal û mekanîzmayên wê yên xweser, bingeha sîstema demokratîk a giştî, ekolojik û azadiya jinê avadike. Ji ber vê yekê di nav giştî de jî, rêxistina jin a xweser û serbixwe, xwedî cihekî stratejîk e. Ji ber vê yekê, di rewşa heyî de, bîryar, polîtîka, parastina cewherî û di bîryarên din ên civakî de, rêxistinîbûna jin û tevlîbûna wê xwedî cihekî diyardeye.

Şoreşa me ya jin, pîvanên sazîbûna wekhevî û azadiyê bi awayekî şênber derxist holê. Şoreşê tenê bala xwe neda ser pirsgirêkên statuya rêveberiya xweser û ya siyasî, di heman demê de di pêvajoya ji nû ve avakirina pêvajoya sîstema demokratîk jî, bi xwe re guhertin û veguhertinekî civakî tîne. Hêza rêxistina jina çalek nûnertiya bingehîn a vê guhertin û veguhertinê dike.

Şoreşa me di vê wateyê de, hêza jin a cewherî û potansiyela wê nîşa da. Şoreşê nîşanda ku, îrada jin, di çareseriya pirsgirêkên civakî û avakirina sîstema demokratîk de, çiqasê bibandor û pêşenge. Ji vî alî ve, şoreşa 19’ê Tîrmehê, hêzên guhertin û veguhertina civakî derxistin holê.

Şoreşa Rojava û ya Bakûr û Rojhilatê Surî, jin ji statuya wê ya kevneşop û paşverû derxist, kir navenda têkoşîna guhertina civakî, kir navenda jiyan û siyasetê de. Tevlîbûna wekhev-nûnerî bi sîstema hevserokatiyê re girt bin ewlehiyê. Bi sîstema hevserokatiyê ve, ya nayê wateya parvekirina desthilatdariyê ya di navbera her du cinsan de, çanda siyasetekî nû pêşxist. Bi vî rengî, jinên rêxistinkirî, kir pêşengê siyaset û demokrasiye. Siyaset kişand zemîna rast. Di vê wateyê de, jinê forma zanabûn û têkoşînê derxist holê, forma siyaseta giştî, zanabûn û têkoşîn belavkir.

Di pêşengtiya YPJ’ê de, bi pêşxistina têkoşîna parastinê ve, destpêkê jinan, ji bo hemû beşên li dijî desthilatdariyê, giringiya parastina cewherî ya jiyanî, a ku mirov di jiyanê de nikare devjê berde, derxist holê. Da nişandan ku parastina cewherî, ne di rewşên êrîş û şer ve sînordar in, divê wekî tarzekî jiyanê were rêxistinkirin. Da îspatkirin ku wekî her hebûna di xwezayê de, însan jî, taybet jin, xwe spartina hêz û îradeya xwe ya cewherî û parastina xwe ya cewherî pêşxistin, ji bo azadkirina jiyanê, xwedî giringiyekî diyarde ye.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê her çendî li Rojava di pêşengtiya jinên Kurd de pêşketibe jî, bi demê re bû şoreşa hemû jinên heremê û heta ya jinên cîhanê. Şiyara Jin Jiyan Azadî, ji Rojava destpêkir û li hemû cîhanê deng veda. Destpêkê li Bakûr û Rojhilatê Suriye, li car aliyê cîhanê jin li şoreşê xwedî derket in. Ji vî alî ve, şoreş ji bo tevgerên jin ên cîhanê, bû cihê nefes standinê û derketinek pê da kirin. Lêgerîna sîstema bedêl a tevgerên jinên cîhanê û ji bo çarçoveya teorî û sazîbûn, zanistekî nû û zihniyetekî hevpar avakir. Niha ya giring, ev zemîn di milê heremî û kurewî were pêşxistin e.

Şoreş ne bûyerekî rojaneye, pêvajoyekî dumdar e. Pêvajoya şoreşê ya ku em tê de jiyan dikin, her çendî, bi 19’ê Tîrmeha 2012 bi îlankirina rêveberiya xweser a li Kobanê hatî îlankirinê ve hatibe yek-kirin jî, lê berî wê jî heye. Berî 2012’an 30 salan, di encama rêxistinkirina civakî ya pêşengtiya Tevgera Azadiya Kurdistanê de, di milê civakî û siyasî de zemîna parastinê hat avakirin. Taybet bi keda Rêber Apo dayî ve, civaka Rojava û taybet jin hat rêxistinkirin û karîbû bingeha şoreşê avabike. Şoreş bi zembîlê ji ezîmana nehat xwar. Zemîna wê bi ked û bedelên giran ve hat danîn.

Şoreş, ne bûyerek bû û xilas bû. Şoreş hîn tamam nebûye. Me hîn pirsgirêka xwe ya hebûn û azadiyê çareser nekiriye. Ji milekê ve di destpêkê de faşîzma dewleta tirk-hêzên paşverû û dagirker, ji bo şoreşa me bifetisînin êrîşên xwe berdewam dikin, ji milê din ve hîn em bi êrîşên civakî yên ciddî ve rûbirû dimînin. Şoreş, pêvajoyekî avakirinê ye û em jî hîn li serê wê pêvajoyê ne. Sîstemekî demokratîk a ji hemû aliyan ve ji îktidarê hatî şûştin, ji bo gihandina rastiyekî civakî ya çêkerekî siyaseta demokratîk a her ferdekî civakê digre nav xwe, zihniyeta zilamê desthilatdar û zayîndparêziya civakî derbaskirî, her roj û her seat têkoşîn bikin û her deqîqe em têkoşîna xwe kûr bikin.

Wekî jin me di pêvajoya şoreşê de serkeftinên mezin çêkirin. Lê ji bo parastin û zêdekirina van destkeftiyan, divê em li dijî hemû desthilatdariya zilam û zayîdparêziyê divê têkoşîna xwe bilindtir bikin. Îro em dibînin ku li herçar aliyê cîhanê li hemberî destkeftiyên jin pêleke êrîşan a sîstematîk hatiye destpêkirin. Em jî bi heman rastiyê re rû bi rû ne. Ne tenê bi destê DAÎŞ’ê, bi rojane li bajarên Bakûrê Suriye, yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst de, qirkirina jin tê jiyankirin. Lê li gel vê, di nav civakê de jî, em rûbirûyê rastiya zayîndparêzî li hemberî şoreşa jin hemle dike de ne. Lawra di 10. Salvegera şoreşê de, dema li dijî hemû êrîşên leşkerî, siyasî, bîrdozî û aborî bilindkirina têkoşîna azadiyê ye.

Wekî Kongra Star em parçeyeke tevgerên heremî û cîhanî ne. Wekî em ji têkoşîna azadiya jinên cîhanê û hevgirtina wan hêz digrin, bi ceribandin û serkeftinên xwe ve dibin çavkaniya îlhamê. Bi wesîleya salvegera şoreşa me ya jin, em dixwazin girêdana wê ya bi diyaletîka kurewî ve hîn xurtir bikin. Armanca me ewe ku em sedsala 21’an bixin serdema şoreşa jinê. Ji ber vê yekê, komkirina ceribandinên têkoşîn û civakîbûna jinê, di asta heremî û kurewî de, hevdû tamamkirin û avakirina zemîna rêxistina hevpar pêwîstiyekî lezgîn e. Konfederalîzma Demokratîk a Jinên Cîhanê ya ji Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê ve hatî pêşniyarkirin, formîla sîstemekî dikare vê pêwîstiyê bîne cih. Di nav sîstemekî wisa konfederal de, hem lingên tevgerên jin ên civakî, ango heremî bûna wê dikare bihêz bike, hem jî dikare di milê kurewî de tifaqên demokratîk pêşbixe. Em di wê îdîayê de ne ku di nav pêşengên avakirina vê sîstemê de cihê xwe bigrin!

Dema em 10. salvegera şoreşa xwe pêşwazî dikin, herema Bakûr û Rojhilatê Suriye û wekî gelên têde jiyandikin, em rûbirûyên gefên dagirkirinekî nû a dewleta tirk re ne. Hêzên navnetewî, bi awayekî veşartî an jî eşkere êrîşên dewleta tirk a faşîst destek dikin. Em wekî Kongra Star dibêjin li dijî hemû êrîşan a giring hêza gel cewherî, îrada cewherî û parastina cewheriye. Wekî bersiva şîara Şoreşa Şîlî, a ku dibêje “Çi hêz nikare bi gelekê rêxistinkirî” (El Pueblo Unido Jamas Sera Vencido) dibêjin ku tu hêz nikare bi gelê di bingeha şerê gelê şoreşgerî de xwe rêxistin kirî. Em di pêşengtiya jin de rêxistina xwe mezin bikin û şerê gelê şoreşgerî bilind bikin, rê nedin dagirkeran, bi têkoşîna xwe heremên xwe yên di bin dagirkeriyê de rizgar bikin! Bangawaziya me ji hemû jin û gelên cîhanê re, wekî duh, îro jî em şoreşa me ya ji hemû mirovatî, taybet jî a jinan re bûye hêviyek mezin, hêz û îlham dayî biparêzin û hevgirtina wan bihêz bikin!

Ev şoreş a me hemûyan e! Ji ber vê yekê, em bi hev re li dijî hemû êrîşan bisekinin!

Di 10. salvegera şoreşa jin de, em destkeftiyên wê biparêzin û zêde bikin! Em agirê meşaleya li Kobanê pêketî gur bikin, sedsala xwe vegerînin serdema şoreşa jin!

Emê dawiya dagirkeriya faşîst bînin, tecrît û îşkenceya Îmraliyê parçe parçe bikin! Emê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkan bikin, wekî gelê Kurd hebûna xwe azad bikin!

Bijî Rêber Apo!

Bijî Şoreşa Rojava!

Jin Jiyan Azadî

Koordînasyona Kongra Star

18’ê Tîrmeha 2022

 

 

 

 

 

Back to top button