ArşîvDaxuyanî

Kngra star şoreşa jinê li Rojhlat Kurdistanê silav kir û bang li hemû gelên banga azadiyê dikin kir ku rabin ser piyan

Kongra Star bang li hemû jin û hemû rêxistin û kesayetên azadîxwaz û demokrasiyê kir ku li her cihê lê bin, tevlî berxwedana Rojhilhatê Kurdistanê bibin. Her wiha kuştina jina Kurd bi destê rayedarên Îranê bi tundî şermezar kir.

Îro, duşem 26/9/2022’an, Kongra Star bi daxuyaniyakî nivîskî serhildana Rojhilatê Kurdistanê silav û pîrozkir.

Kongra star di destpêka daxuyaniya xwe deserhildana Rojhilat silav kir: ‘Ji Rojava û Bakûr û Rojhilatê Sûriyê em têkoşîna jinan û hemû gelên ku zêdeyî hefteyekê ye li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê her roj li qadan in û li dijî zilm û tundiyê serî hildidin, silav dikin.’

 

Daxuyaniyê dest nîşan kir ku Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dijî kuştina hovane ya Jîna Emînî ji hêla rêjîma dij jinan, ziviriyan serhildanan li dijî desthilatdar a Îranê.’

Lê zêdekir û got:’ Kuştina jina ciwan Jîna Emînî bû çirûska ku agirê hêrsa gel a ku bi salan pêxistibû geş kir û kir agirê ji bo daxwaza azadiyê. Ev Serhildana gel li Kurdistanê destpêkir û di hemû îranê de bû serhildana gel ya  ji bo demokratî û azadî.’

 

 

Da diyarkirin ku ev kiryar Ne cara yekeme ku li dijî rejîma Îranê xwepêşandan tên lidarxistin, lê vê carê gel bi pêşengiya jinan daxwaza azadiya jin û demokratî dikin.’

Dest nîşan kir ku  Jin bi pêşengiya xwe rengê berxwedanê diyar dikin, bi cesareta xwe, bi hêrsa xwe û bi afirîneriya xwe bûn mînak û gel pey şopa wan dimeşe.’

Bal kişand ser Çalakiyên jinan ya qusandina por, şewitandina destmalan, girtina dîlanê, rabûna ser otomobîl û duwaran şoreşek in. Bi wan çalakiyan pêşengtî dikin û çesaret û moral dan hemû gelên azadîxwaz li Rohilat, Îranê, kurdistanê û seranserê cihanê. ‘

 

Rêbaz û kiryrên sîstema îran da nîşandan û got:’Weke ku tê zanîn, kontrolkirina laşê jinan û bindestkirina jinan ji bo rejîma Îranê girîng e. Yek ji stûnên sereke yên rejîma Îranê û dezgehên desthilatdariya wê, çewisandina jinan e û ev serhildan jî li dijî wê ye. Azadiya jinê di navenda daxwazên gel de ye. Gelê Iran, Kurd û bi taybet jinan bi biyardarî sîstema desthilatdar a Iranê red dikin û bi slogana ‘Jin Jiyan Azadî’ ev sîstem tê hejandin. ‘

Daxuyaniya Kongra Star bi axaftina serok Apo behsa azadiya jinê kir, Wek serokê gelan Abdullah Ocalan tespît kiriye: ‘Civak tenê bi azadiya jin dikare azad bibe’ gelê Kurdistanê û Iranê dest bi meşa azadiya jin û gelan kiriyê.  ‘

 

Tekez kirk u serhildan jin tisê dixe dilê rejîma îranê ‘Berxwedana jin, porê jin, hêrsa jin, azadiya jin ji bo rêjima Îranê metirsiyek mezine. Ev zêdeyî çil sal rejîma îran gel fetisandiye û ji bo guhertin û veguhertin girtî ne, ji ber wê bi tûnî êrîşî serhildanên gel dikin. Iran guhertin naxaze, ji ber wê herwl didin agirê şoreşê vemrînin bi nîqaşên li ser reforman an guhertinên biçûk, lê dîrok îspat kir ku ev yek ne pêkane ye. Reform nabe, ji ber ev sîstemek li ser bingeha zilm û zordariyê ser jin û civak ava bû, guhertina wê bi hilweşandina wê pêk tê. ‘

 

Anî ziman ku ‘Ji destpêka serhildan zêdeyî 50 kes ji destê hêzên Iranê hatin Şehîd xistin û hijmarek ne naz birîndar bûn û hatin girtin. Bi taybet Jinên ku pêşengê vê serhildanê dikin tên hedef girtin, tên girtin, tên kuştin û hewldana bêdengkirina jin dikin. Lê ruxmî ku zext û êrîşek mezin ser gelê serhildêr heye bi biryardarî û cesaret doza azadiya xwe dişopînin û sistem didin hejandin. ‘

 

Di daxuyaniyê de rejîma Îranê ji bo qetilkirina Jina Aminî, ji bo qetilkirina hemû pêşandana û tundiya hemberî gel  bi tûndî şermezar kir.

Lê zêde kir ku ‘ Rejim hewl dide bi tundî gel bitirsîne, hewl dide bi girtina şebekeyê enternetê gel bêdeng bike, dixwaze piştigiyê lewaz bibe. Lê fedakarî, cesart û berxwedana gel bandoriyek mezin kiriye û divê herkes li wan mêze bike, li wan gohdar bike û kêleka wan tekoşîn bike. ‘

 

Got: ‘Em hemû kesên ku jiyana xwe ji bo azadiyê feda kirin bibîr tînin, divê em xwedî daxwaza wan derkevin.’

Di dawiya daxuyniyê de ‘bang li hemû jinan, hemû rêxistin û kesayetên azadîxwaz û demomratik kir ku ji her cîhê tevlî berxwedanê bibin û piştgirî dibin. Tekez kir ku ‘Tekoşîna wan tekoşîna me ye. Azadiya jinek azadiya hemû jinane, divê em seransrê cihanê dest bi dest bitekoşin heta em baviksalarî, kapitalîzm û faşîzm hilweşînin.’

 

Back to top button