ArşîvDaxuyanî

KOMȋTA YA PERWERDȇ yA KONGRA STAR ȇRȋȘA LI SER DIBISTANA KABȗLȇ ȘERMEZAR KIR

Em pêşketinên li Afxanistan bi fikar dişopînin û teqîna ku doh li Kabûlê rû da û 32 Zarokan kir qurban bi tundî şermezar dikin.

îro 2.10.2022  komîteya perwerdȇ ya Kongra Star bi daxuyaniyekȇ  ȇrîȘ li ser dibistana Kabȗlȇ Șermezar kir

ku 32 zarok hatine kuȘtin û bang li UNICEF û hêzên pêwendîdar kir ku jiyaneke bi ewle ji zarokên Efgan re biafirînin. herwiha daxuyanî wiha domand:

Em pêşketinên li Afxanistan bi fikar dişopînin û teqîna ku doh li Kabûlê rû da û 32 Zarokan kir qurban bi tundî şermezar dikin.

 Ji despêka dagirkeriya hêzên Talîban ji Afxanistan re û heya neha gelên Afxanistanê êşekê mezin jiyan dikin li hember siyasetên ku bi hişmendiyeke ol perest li ser wan didin meşandin û vê yekê weke baweriya xwe dibînin.

 Ev yek di gelek bûyeran de li ser erdê şênber dibe weke bûyera ku doh li Kabûlê qewmî ku teqînek li navendeke perwerdehiyê çêbû û di encama wê de zêdî 32 zarokan di asta seretayî û amadehiyê de bûne qurbanê vê belaya ku bi serê mirovahiyê de qewimiye û qaşo dixwazin fikirê îslamê belav bikin û bi vê bihanê mirovan dikûjin û li ser fikirekî olperest didin mezin kirin ji xwe mînaka Daişê li Sûriyê û Îraqê naye ji bîr kirin .

 Berya neha jî her Avganistan dibi dagirkerî û serweriya gelek hêzan de maye ku wê dagir kiriye û bi salan gelê wê bin dest kiriye. Ji yekîtiya Sovêt bigire heta Emerîka û tevgera Talîban hişemdiyeke wisa ferz dike ku gelan bê îrade bike û li gorê xwe perwerde bike û esas pirsgirêka ku em gelên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê li hember wê tekoşînê didin meşandin ew roja îro dixwazin kûrtir bikin û li ser wê fikirandina mirovan ji demokrasî û azadî re qut bikin û hemû awayên tûndiyê li ser gelan û jinan taybet bidin meşandin.

 Em weke komîteya perwerdȇ ya kongra star vê bûyerê şermezar dikin ku di sedsala 21 an de zarok bê ewle ne û ji perwerdeya xwe bê par dimînin û banga me ji UNICEF re ku mafê zarokan yê jiyan û perwerdekirin biparêzin inecex ev yek jî bi rûniştandina sîstemeke bi ewle be dûrî şer û qirkirinê be. Her wiha em berpirsiyariya vê yekê didin ser milê dewletên navnetewî ku her dibin sedema gurkirina şeran û ji bo aştiyê tu hewildan û çareserî tune ne.

Back to top button