ArşîvÇalakî

li Til -Birak Kongra Star êrîşên bi çekên kîmyewî şermezar kir

na ji teslîmîyetê re ,berxwedan jiyan e

Îro di seatên nîvrojê de 25/10/2022 li nafçeya Til- Birak a bi ser kantona  Qamişlo ve gel daketin kolanan û bi dehan tevlî meşê bûn û êrîşên dewleta tirk a bi çekên kîmyewî ku bi awayekî hovane bi ser çiyayên kurdistanê bombebaran dike ku dibe sedema bi dehan ciwanên me pêşengê di tevgera azadiyê de jiyana xwe ji dest didin ,meşa ku ji aliyê tevgera jinan Kongra Star hat li darxistin ji bo şermezarkirina van êrîşan  ji aliyê  endama Kongra Star Neda Elî ve  daxuyaniyek pêşkêşî raya giştî kir herwiha  di daxuyaniyê de ev dihat gotin

Em têkoşera azadiyê Brîtan di 30.emîn salvegera şehadeta  wê de bi bîr tînin ku gotinên wê yên di merasîma şehîd Brîtan de hat bi bîr anîn ku wiha bû : “Em ê bi awayekî li gorî bîranîna wan û l i mîrateya şehîdên xwe bibin xwedî . Rêya ku ji aliyê Rêberê gelan Abdullah .Oc.alan û têkoşerên azadiyê ve heta gihiştina civaka demokratîk a azad hatiye xêzkirin  û destnîşan kir ku şehîd Brîtan li hemberî hemû zextên ku xayinan ji bo teslîmiyetê  ferz bikin serî netewand. îradeyên ku şoreşa demokratîk temsîl dike bişkînin, Di felsefeya xwe ya kûr de di kesayeta jina ku  li beranber zihniyeta mêraniyê li ber xwe da, bi tevlîbûna nava refên tevgerê û berxwedana xwe da diyarkirin  ji bo doza xwe ya mafdar û fikrên têkoşînê, em jî weke Kongra Star vê faşîzmê bi tundî şermezar û lanet dikin. ji ber ku Dewleta Tirk bi çekên kîmyewî yên qedexeyên navneteweyî li ser gerîlayan de barand da ku bi temamî dawî li van êrîşan bê.Bi navê Kongra Star em rêheval Brîtan bi bi bîr tînin. û  heyanî serkeftinê emê li ser rêya Bêrîtanan li berxwe bidin û têbikoşin ,heya gihandina civakeke wekhev û demokratîk . Herwiha meş bi duruşmeyên şehîd namirin .jin jiyan azadî .na ji xiyanet û teslîmkariyê re bi dawî bû

.

 

Back to top button