ArşîvDaxuyanî

Kongra star: PkK’ê bû manîfestoya jiyanê ji hemû azadîxwazan û bi taybet ji jinan re

Meclisa Kongra Star Bakur û Rojhilatî suriyê, bi daxuyaniyekê salvegera 44'an a demzrandina partiya Karkerên Kurdistan pîroz kir û got:' PKK ê partiya yekemîn ku ji bo tevahî jinan bû mînaka herî pêşeng di lêgerîna azadiyê de li beramberî sîstemên deshilatdar û koledariya civakê ya kevneperest ku xwe li ser jinan wekî qederekê ferz kiribû.'

Meclisa Kongra Star Bakur û Rojhilatî suriyê, bi daxuyaniyekê salvegera 44’an a demzrandina partiya Karkerên Kurdistan pîroz kirö banga bilindkirina asta tekoşînê li dijî dagirker û hevkarên wê kir.

Îro Meclisa Kongra Star Şemî 26/11/20222’an daxuyanî da.

Daxuyaniya Meclisê weha ye:

‘Bi boneya salvegera 44 emîn ya damezrandina partiya karkerên kurdistan PKK’ê , em Rêber APO, gerîlayên azadiyê, berxwedanvanên zindanan  gelê kurdistanê, tevahî jinan û gelên bindest, silav û pîroz dikin.

PKK ê partiya yekemîn ku  jibo tevahî jinan bû mînaka herî pêşeng di  lêgerîna azadiyê de  li beramberî sîstemên  deshilatdar û koledariya civakê ya kevneperest ku xwe li ser jinan wekî qederekê  ferz kiribû.

Di PKK de afirandina jiyana azad ku bi fikir û ramanên Rêber APO bû manîfestoya jiyanê ji hemû azadîxwazan û bi taybet ji jinan re.

Di nava 44 salan de têkoşîn û berxwedanî û rêxistinbuyîn ku bi efsaneyên lehengiyê hatin xêz kirin bi berxwedana Bêrîtan, Zîlan û Sakînayan, Arîn û Jiyanan, Rûken û Sarayan, û bûn pêşengên jiyana azad  û rêxistinbûna jinan di her qadên jiyanê de. Her weha  bûn pêşengê şoreşa Rojava ku bi şoreşa jin hatî pênasekirin, û duruşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ , bû durşmeya tevayî Cîhanê.

bi afirandina zanista jinolojî, hemû qad bûn qadên perwerde û parastinê ku ji nû ve dîroka wendayî ya jin bi felsefa rêber APO tê xêz kirin .

Tecrîda girankirî ku bi sala ye li ser Rêbertî bi awayekî sîstematîk tê meşandin, hewldanên têkbirina  vîn û jiyana azad e, ev yek me dike xwedî erk û berpirsyartiyê ku em asta têkoşînê li beramberî faşîzma dewleta tirk ya dagirker û hevkarên wê bilind bikin , û li nirxên Şehîdan û Şoreşê xwedî derkevin, û destkeftiyên mezintir bi dest bixin .’

 

Back to top button