ArşîvLêkolîn

Têgîn û Teorî

Peyva teorî di dema Yunana kevin de, ji aliye filozofan ve hatiye bikar anîn. Teorî bi awayekî baldar  temaşekirin û nirxandinê dixwaze. Bûyerên ku diqewimin bi awayekî baldar li ser lêhûrbûn û nirxandinê dixwaz e. Fêrbûna agahî, rê û rêbazên pêkanînê ye. Ger mirov teoriya tiştekê baş nedeyne wê mirov nizanibe rast bixe pratîkê jî, ango em dikarin bêjin teoriya rast, nîvê pratîkê ye.

Teorî di rastiya zinistê de, çavdêrîkirin û ceribandina hatî pişt rastkirin esas digre. Teorî ravekirina bûyer û sîstema raman e.

Bi awayekî giştî razberkirin û aqilperez e. Di heman demê de xwe dispêre rêgeza ravekirinê. Bi van rêgezan ve girêdayî dimîne û hewildide encamên di xwezayê de çêdibe, rave bike.

Her çendî bingeha vê peyvê xwe bispêre Yunana Kevin jî, lê belê di roja me de jî di gelek qadan de tê bikaranîn.

Di zanista moderin de, teorî xwe dispêre teoriya zanistî, ango bi rêbazên zanistî û rêkûpêk  li gorî teoriya moderin rave, ango îzah dike. Teorî wekî rastiyê, pêwîste şaşîtiyê jî îspatbike. Teoriyên zanistî, bi serê xwe dikarin lêkolîn bikin, çavdêrî bikin û îspat bikin, di milê erênî û neyênî de. Mirov çi bike, tedbîrên çawa bigre û hwd radixe ber çavan.

Di zimanê rojane de, teori wekî berhema xeyal û fikir tê zanîn.   Lê belê di zanistê de, wateya teoriyekî cuda heye, teorî  qadekî gelekî berfireh a xwe dispêre çavderî û ceribandinan e.  Di heman demê de, ji bo çavdêrî û ceribandinên hîn çênebûyîn jî çavkaniyekî giring e.

Bû nimûne teoriya (Newton) a klasîk xwedî teoriyekî berfireh a xwe dispêre 3 tevgerên bingehîn e. Her 3 zagonên Newtonê bi caran hatine ceribandin û hatine piştrastkirin.  Di zanistê de  teorî bi awayekî giştî û xurt di hizire, hesab dike û pêşbîniya wê çêdike.

Ev rêbaz ji Galileo heta roja me ya îro berdewam dike.

Teoriya zanistî çawa tê famkirin?

Di sedsala 19’an de, bi teoriya Maxwell ve, çavdêrî û ceribandinên li ser  elektirîk, miqnatîs û ronikê, hatine famkirin û di heman demê de, pêlên radyoyê, elektromanyetik û hwd jî dîtin e.

însanên bi zanistê ve mijûl dibin, ji bo teknîkê keşif bikin, nexweşiyekê sax bikin, ango ji bo zanistê pêş de bibin, serî li rêbazên teoriye didin.

ango,  divê teorî beşek xwezayê yê berfireh  bigre nava xwe.

Gelek teoriyên xurt hene, lê ji ber delîlên wê piştrast bikin nîne, ji bo wê encamên tên xwestin nikare bigre, ango tenê teorî dimîne. Ji bo lêhûrbûn, çavdêrî û axaftinên me teorîk nemînin, ango tenê di axaftinê de nemîne, pêwîste em teoriya xwe bispêrin hin delîlên rast jî. Ji bo teoriyekî baş pêşbîniyekî baş giring e.

Di heman demê de pêwîste teoriyên zanistî di xwezayê de bi caran bêne ceribandin û  piştrastkirin. Teoriyên xwe dispêrin bûyerên rast, netenê texmîn in, ew rastiyên xwezayê ne, jixwe divê mirov taxmînan û teoriyê nexe yek, ji ber ku ji hev cudan e.

Ango teorî rastiyan çavdêrî dike, hesabdike û diceribîne.

Têgeh

Têgeh di hişmendiya klasîk de gelekê giring e. Dema têgeh bi ziman bê îfadekirin dibe navlêkirin. em dikarin bêjin ku têgeh tasawir û navlêkirina tiştan e. Têgeh bi nîşaneyan ve tên îfadekirin.  Ev îşaret bi gotin an jî bê gotin jî dibin.

Li gorî hişmendiya Klasîk Cûreyên Têgehan

Têgehên yekjimar û yên tevahî hene, yanî ger têgeh komekê giştî nîşan bide, giştî(tevahî) ger tenê yekê nîşan bide, yekjimar e.

Têgehên Razber û Şênber: Dema Têgeh tiştekê cismekê, ango hebûnekê nîşan bide, şênber e. Bû nimûne,  kevir, mirov, çiya, ev têgehên şênber in. Evîn, mirovahî, hêrs jî razber in.

Têgehên Erênî û yên Neyênî

Baş- Nebaş

şor- kelê

Reş-Spî

Jêr-jor

 

 

 

Back to top button