ArşîvDaxuyanîNûçe

Meclisa Kongra Star Komkujiya li Parîsê bi daxuyaniyekê şermezar kir

Îro 24ê berfembara 2022 li bajarê Qamişlo li navenda çand û huner ji aliyê meclisa kongra star ve komkujiya duh  li parîsê ku ru dabû,ku hem komkujî di sala 2013an de jî li hema cihî li dijî sê rêheval û pêşengên jin pêk hatibû ku bi xwe dubarekirina van êrîş û komkujiyan  Kongra Star bi daxuyaniyekê şermezarkir,daxuyanî wiha bû:

Weke her tim dîsa kurd ji qirkirin û êrîşan bê par neman , dîsa li Parîsê û li taxa Sanit Denisê , li paytexta Fransayê êrîşa çekdarî ku li dijî komeleya çanda kurdî pêkhat , û di encam de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3  kes jî birîndar bûn, em weke kongra star sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û şîfayê ji bo birîndaran . weke tê zanîn ev ne komkojiya yekê ye ku li Parîsê pêk tê û ev yek ne tesadife ku di 10 emîn salvegera bîranîna şehadeta her sê pêşeng û şoreşgerên me yên di 9/1/2013 an dîsa li Parîsê li ser destê mîtên dewleta Turk hatin qetil kirin û kujer jî dane kuştin ji bo ku rastiya wan esşkere nebe  . Eger em van bûyeran û gelek bûyerên din bînin ber hev emê bibînin ku gelê kurd  li branberî komployekî navneteweyî di qirkirinekî etnîk û siyasî re derbas dibe .

Em berpirsiyariya vê bûyerê didin ser milên mîtên dewleta Tirk û eger dewleta Fransayê jî erka xwe ya mirovî ji bo eşkerekirina sûcdarên vê bûyerê pêk neyine , em dewleta Fransa yê berpirsiyar dibînin .

Di heman demê de ji bo dewleteke weke Siwêd ji bo bikaribe cih di nava NATO yê de bigir e, koçberên kurd yên siyasî radestî dewletekî weke Turkiyê dikin , tenê ji bo erêkirina Turkiyê bigire zagonên xwe bin pê dikin , êdî banga mafê azadî û demokrasiyê di  hin mijaran  de li gel hin dewletan gereke di ber çavan re were derbas kirin û bi cidiyet maf û exlaqên mirovatiyên werin parastin .

Dîsa şehîd xistina Ş.Nagîhan Akarsel bi 11 guleyan di nava rojê de û li bajarê Silêmaniyê. Em weke kongra star em van êrîşan bi tûndî şermezar dikin û banga me ji bo tehî gelê meli çaraliyên kurdistan û cîhanê li Fransa bi taybet û hemû Ewrûpayê dakevin qadan û dengê misogeriya hebûna xwe bilind bikin.Dîsa em weke kongra star van êrîşan weke mesajên xeter dibînin ji bo pêşeroja kurdan û tevahî gelên azadîxwaz ku di welatên Ewrûpa yên ku ji bo mafê mirovatiyên xwedan qanûn in  , ji bo vê yekê û ji bo ku em bikarbin xwe  li hember vê qirkirinê biparêzin pêwîstî ji her demekê zêdetir bi yekrêziya kurdan heye , li ser vî esasî banga  me ji bo tevahî partiyên kurdî bi pêşengtiya jinan em yekrêziya xwe çêbikin .

Back to top button