Arşîv

Akademiya Meclisa Jinên Sûriyeyê dewreya 4`emîn bi dawî kir

Akademiya Meclisa Jinên Sûriyeyê bi dirûşma “Jin bingeha avakirina civakê ne” dewreya perwerdeyê ya 4`emîn bi merasîmekê bi dawî kir.

Akademiya Meclisa Jinên Sûriyê bi dirûşma “Jin bingeha avakirina civakê ne” dewreya perwerdeyê ya 4`emîn li gundê Tişrîn ê Reqayê bi tevlêbûna 25 endamên saziyên sivîl, leşkerî, endamên Meclisa Herêma Cizîrê û Reqayê bi dawî kir. Dewreya perwerdeyê 25 rojan dewam kir. Di dewreyê de dersên bîrdozî li ser dîroka jinan, girîngiya perwerdeyê û dîroka neteweya demokratîk hatin dayîn.

Endamên Komîteya Jinên Sûriyê ya Reqayê, ciwanên Reqa û endamên Saziya Malbatên Şehîdan beşdarî merasîma bidawîkirina dewreyê bûn.

Yek ji rêveberên akademiyê Wefa El-Xelef di merasîmê de axivî û got ku jinên ku tev li dewreyê bûne gelek sûd ji perwerdeyê wergirt û ev yek jî hêza wan li hemberî fikrên desthilatdar xurt dike.

Paşê ji rêveberên Komîteya Jinên Reqa û gundewarên wê Zelîxa Ebdê bidawîkirina dewreyê li hemû jinan pîroz kir û got ku armanca wan ku asta zanebûna jinê bilind bibe û jin xwe ji zilm û zora ku berê li ser wê dihat meşandin rizgar bike.

Zelîxa di berdewama axaftina xwe de got ku jina perwerde kirî asta wê ya zanebûnê û rêxistinkirên zêdetir e û jin bi rêya perwerdeyan dikare asta zanebûna xwe bilind bike.

Back to top button