Arşîv

Şêniyên bajarê Hesekê komkujiya Cendirêsê şermezar kirin û banga bidawîkirina dagirkeriyê û rizgarkirina Efrînê kirin

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê komkujiya Cendirêsê a ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker û dewleta Tirk ve hatiye kirin şermezar kirin û xwestin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bajarê Efrînê yê dagirkirî derkevin.

Çeteyên “Ehrar El-Şerqiye” yên artêşa Tirk a dagirker li Taxa 16 a navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ya dagirkirî li dijî 4 welatiyên ji malbata pêşmerge komkujî pêk anîn. Ji ber ku di şeva 21ê Adarê de wan agirê Newrozê pêxist.
Komkujiya ku hat kirin bû sedema nerazîbûna gel, bi taybetî di nav pêkhate û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, wan di dema xwepênîşandanan de tekez kirin ku ji bo rêgirtina li êrîş û dagirkeriyê û rizgarkirina herêmên dagirkirî bi taybet Efrînê.
Li bajarê Hesekê, îro pêncşemê 30/3/2023’an, bi sedan şêniyên bajêr bi hemû pêkhateyên xwe ve xwepêşandanek li ber parka serokatî li taxa El-Kellasa, heta dawiya rêya sereke, hat li dar xistin. Xwepêşandan bi dirûşma “Bi ruhê berxwedana gelê Efrînê em ê dagirkeriyê têk bibin û Efrînê rizgar bikin” hat lidarxistin.
Xwepêşandanan wêneyên rêber Apo, alên partî û hêzên siyasî, Kongra Star, wêneyên şehîdên Komkujiya Cinderêsê û pankarta ku bi zimanê Kurdî û Erebî li ser hatbû nivîsandi, “Bi ruhê berxwedana gelê Efrînê, em ê dê dagirkeriyê têk bibin û Efrînê rizgar bikin bike. rakiribûn”
Di meşê de bê navber siloganên silavkirina berxwedana Efrînê, “Ji dagirkeriya Tirk re na”, “Şehîd namirin.berzkirin”
Dema ku gel gihişte dawiya rêya sereke ji bo giyanê şehîdan deqeyek rêz girtin û piştre li ser navê partiyên siyasî endama meclîsê Şêrîn Mûsa daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de komkujiya hovane ya li dijî 4 şehîdên sivîl ên li taxa Cindirêsê a bajarê Efrînê ya dagirkirî hate şermezarkirin û piştgiriya gelê herêmê hate kirin.
Di daxuyaniyê de her wiha hat xwestin ku dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Sûriyê bi taybetî herêmên (SerêKaniyê, Girê Spî û Efrînê) bi dawî bibe.

Xwepêşandan bi qîrîna dirûşmeyên silavkirina berxwedana Cindirês û Efrînê, şermezarkirina dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, bi dawî bû.

Back to top button