ArşîvÇalakî

Bi boneya roja 4’ê nîsanê meclisa malbatên şehîdan çalakiyek ji zarokên şehîdan re li darxist

Bi boneya hatina rojbûna Rêbertî, çarê Nîsanê, Meclisa Malbatên Şehîdan ya navçeya Dirdesiyê li gulîstana Şehîd Zevîn şahiyek ji bo zarokên şehîdan li dar xist.

Duh pêncşem 30/3/2023’an meclisa malbatên şehîdan şahiyek li dar xiet,  şahî bi amadebûna malbatên şehîdan û endamên saziyên sivîl, hat li dar xistin.

Şahî bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan dest pê kir û pişt re li ser navê Kongra Star Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo axaftinek kir û cejna rêbertî çarê Nîsanê li hemû pêkhateyan pîroz kir û anî ziman ku Rêbertî ev 25 sal in di girtîgehên Îmraliyê de têdikoşe û bang li hemû gelan kir ku asta têkoşînê bilind bikin heta bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêbertî.’
Her wiha axaftina li ser navê meclisa malbatên şehîdan ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Îman Dedoş hate kirin, tê de behsa têkoşîn û berxwedana Rêbertî di hemû jiyana xwe de kir û got ku Rêbertî jiyana xwe feda kiriye ji bo gelê xwe û welatê xwe.
Piştre ji aliyê zarokên şehîdan ve malikên helbestê hatin xwendin. Şahî bi belavkirina diyariyan li zarokan bi dawî bû.

Back to top button