Arşîv

Jinên Efrînê hovîtiya çeteyan dibêjin

Hejmarek jinên ku karîbûn ji Efrînê derkevin û xwe bigihînin  Şehbayê serpêhatiyên xwe der barê kiryarên artêşa tirk û çeteyên wê de li hemberî jinan, ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê re vegotin.

Şêniyên Efrînê ku nikaribûn di dema dagirkirina Efrînê de ji aliyê artêşa tirk û çeteyên wê ve, derkevin, niha piştî rêwîtiyên gelek zehmet û xeternak xwe digihînin Şehbayê. Hejmarek jinên Efrînê ku bûne şahidên binpêkirinên artêşa tirk û çeteyên girêdayî wê, ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê re serpêhatiyên xwe vegotin.

Welatiya bi navê Helîme Ebdo ya ji gundê Maratê yê girêdayî Efrînê wiha got: “Ji destpêka dagirkirina artêşa tirk û çeteyên wê ji gund re, em di nav rewşeke gelek bi tirs de dijîn. Çeteyan her tim jin tehdîd dikirin.”

Helîme tekez kir ku ew bûye şahidê gelek haletên revandin û destdirêjiyî yên ku artêşa tirk der heqê jinan de dikirin. Helîme got ku çeteyan ji bilî dizî û talankirina malên welatiyan, ji bo zêr jineke pîr bêyî ku çavên wan biricifin kuştine.

Her wiha Helîme got ku hemû şêniyên ku niha li Efrînê dimînin dagirkeriya tirk qebûl nakin û li benda mizgîniya rizgarkirinê ne.

Ji aliyê xwe ve dayika Qedriyê Reşîd got ku ew di dirêjahiya jiyana xwe de her tim di nav gund bi serbestî digeriya û çandinî dikir, lê niha piştî dagirkeriyê ew nikare bi dilê xwe derkeve, ji ber ku artêşa tirk gelek kiryar û kirinên ne exlaqî der heqê jinan de dikin.

Qedriyê bal kişand ku artêşa tirk bi darê zorê cilên xwe li ser jinan û heta zarokan ferz dike û tekez kir ku artêşa tirk bi xwe kêm şeref û namûs in.

Back to top button