ArşîvÇalakî

Kongra Star Herêma Kobanê bi namzetên jin ên hilbijartinên pêşwext ên Tirkiyeyê re hevgirtina xwe ragihand

Bi dirûşma " li dijî qirkirina siyasî ya jinan, dengên xwe bidin namzetên jin" bi sedan şêniyên Kantona Kobanê bi meşeke girseyî bang li gelê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kirin ku dengên xwe yên hilbijartinê bidin Partiya çepên Kesk.

Meş bi dirûşma “Li dijî qirkirina siyasî ya jinan, dengê xwe bidin namzetên jin” hat lidarxistin û bi sedan şênî, endamên saziyên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî yên herêma Firatê beşdar bûn.

Di meşa  ku ji Qada Jina Azad a Kobanê dest pê kir, alên Partiya Çepên Kesk hatin bilindkirin.

Meş li Çarxerêya Aştiyê veguherî mîtîngê. Li wir endama Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a herêma Firatê Sara Xelîl axivî û bal kişand ser girîngiya hilbijartinên parlamentoyê û serokkomariyê yên li Bakur û Tirkiyeyê. Sara got: “Dê hilbijartinên 14`ê Gulanê ji bo têkbirina rejîma zordest a li Tirkiyeyê derfetek be.”

Sara bang li gelên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kir ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û wiha dom kir.

Sara destnîşan kir ku derfet hatiye ku dîrokek nû ji herêma Rojhilata Navîn re bê nivîsandin û baweriya wan heye ku dê gelê Bakurê Kurdistanê bi dengê xwe zordestiyê tune bikin.

Mîtîng bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.

Back to top button