ArşîvDaxuyanî

‘Ev êrîş tirsa Erdoxan ya li hemberî fikir û felsefeya jina azad dide diyarkirin’

Meclisa Kongra Star da diyarkirin ku: ' Lêman û Yusra Derwêş her du jî hevalên bi salane di asta pêşeng û rêveberiyê de ji bo welat û civaka xwe bê hesab xizmet kirine. Ji bo jin bigihên nasnameya xwe ya azad û bi îrade, li ser piyên xwe bisekine, her tim di nava hewildanê de bûn. mohra xwe li kar û xebatan xistine.'

Dewleta tirk îro li ser rêya gundê Beyandorê erebeyek armanc kir û di encamê de Hevseroka Meclîsa Kantona Qamişlo, Yusra Derwîş, cigîra wê Lîman Şiwêş û hemwelatiyê bi navê Firat Tûmo jiyana xwe ji dest dan. Meclîsa Kongra Star bi daxuyaniyek nivîskî êrîş şermezar kir û pakrewanbi bîr anîn.

Meclisa Kongra Star anî ziman ku ‘êrişên dewleta Tirk li dijî jinan û destkeftiyên Şoreşa Jinê ye, bang li jinan kir û got, ‘Xwedî li şehîdên xwe yên rûmetê û nirxên şoreşê derkevin.’ Di daxuyaniya meclisa Kongra Star ya Bakur û Rojhilatî Suriyê de ev hat gotin:’Ev demekî dirêje ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser heremên Bakûr û Rojhilatê Surî berdewam in û dest ji dijminahiya xwe ya li dijî gelên heremê bernade. Taybet kesên sîvîl dike armanca êrîşên xwe, bê  fereq û cudahî bixe nav de, li ciwan, pîr û kal, jin û zarokan dixe.

Em hemû dizanin ku dewleta Tirk dervî însanyetê tev digere û dijminahiya pergala demokrasî û jinê dike. Ev dewleta faşîst a ku para xwe ji mirovahî û demokrasiyê negirtiye,  tahmûl nake ku pergalek demokratîk a di pêşengtiya jinê de li pêş dikeve. Dewleta Tirk a dagirker li şûna pergala demokratîk hêzên tarî yên weke DAIŞ û tevgerên weke wê dixwaze.

Ev êrîşa îro, rasthatina wê bi civîna Astanayê re ne ji xwe ye. Ev êriş encama hevkariya dewlata Tirk û Rusyayê ye. Cardin piştî hilbijartina zêdebûna êrîşan siyaseta Erdogan e, Erdogan ê sondxwariyê dijminahiya Kurdan, berî hilbijartinê jî soz dabû wê êrîşî Kurdan bike û wê di qirkirina gelê heremê û Kurdan de îsrar bike. Ji bo bigihe armanc û xeyalên xwe yên osmaniya nû tişta ji destê wî tê dike.

Lê mixabin tevî ev êrîş li ber çavên tevahî cîhanê tên kirin jî lê ne dewletên yekbûyî, ne yekîtiya Ewrûpa, ne koalisyona navdewletî, ne jî saziyên mafê mirovan deng ji xwe dernaxin û bi vê bêdengiya xwe ve jî hevkariya wan dikin. Ev gelê heremê yê ku bi salane xwe li dijî zulum û zordariya terora DAÎŞ’ê parastiye, wê xwe li hemberî êrîşên dagirkeriya Tirkî jî biparêz e.

Îro jî danê sibê, dema hevala me Yusra Derwêş a hevseroka kantona Qamişlo ya Rêveberiya xweser bi sê hevalên re diçû ser karê xwe, rastî êrîşên dewleta Tirk a faşîst û dagirker hatin. Mixabin ew, cîgira xwe Lîman Şiwêş û  Firat Tûma şehîd ketin û hevserokê pêre Gabî Şemûn bi giranî birîndar bû.

Em sersaxiyê ji malbat û rêhevalên wan re dixwazin, bejna xwe li hemberî wan ditewînin û ji hevalê birîndar re şifayê dixwazin.

Taybet jî divê em balê bikşînin ser vê yekê ku êrîşên dewleta Tirk a faşîst û dagirker piranî li ser jinan e. Ev jî tirsa wî ya li hemberî fikir û felsefeya jina azad dide diyarkirin.

Heval Lêman û Yusra Derwêş her du jî hevalên bi salane  di asta pêşeng û rêveberiyê de ji bo welat û civaka xwe bê hesab xizmet kirine. Ji bo jin bigihên nasnameya xwe ya azad û bi îrade, li ser piyên xwe bisekine, her tim di nava hewildanê de bûn.  Van hevalan di asta civakî,  perwerde û karên akademîk de jî bûne xwedî hewildanekî mezin û mohra xwe li kar û xebatan xistine.

Bi êrîşa li ser van hevalan re jî dijminahiya dewleta Tirk digihêje lotkeya xwe, berî niha jî sê hevalên me yên jin, li Helincê hatibûn qetilkirin, Zehra Berkel, Zeynep Saroxan, Hevrîn Xelef, Jiyan Tolhildan, Yadê Eqîde û bi sedan jinên din di encama êrîşên dewleta Tirk a faşîst de şehîd bûn û ev jî ne ji xwebere.

Lê em vê bêjin bi qasî ku ew dijminahiya xeta jina azad dike, em ê jî wekî hevrêyên van şehîdên bi rûmet, heta dawiyê di rêya wan de bimeşin û bibin şopdarê xeta şehîdên xwe.

Em wekî Kongra Star vê êrîşa hovane bi tundî  şermezar dikin û em dibêjin ku em ê heta dawiyê di şopa şehîdên xwe de bin. Bangawazî dikin  ku tevahî jin û civak xwedî li şehîdên xwe yên rûmetê û nirxên şoreşê derkevin.’

daxuyanî bi siloganên ‘Şehîd namirin’,’Bijî Serok Apo’, ‘Bimre dewleta Tirk a dagirker’ bi dawî kir.

Back to top button