DaxuyanîNûçe

Kongra Star: Banga bilindkirina têkoşîna heta serketinê dike

Meclisa Kongra Star yekemîn serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku dikeve xweyî sala yekemîn bi bîr anî û destnîşan kir ku sedsala 21’an bibe sedsala “Şoreşa Jinê” û bang li jinan û kesên ku hesreta azadiyê dijîn ku piştgiriyê bidin şoreşa jinan heya misogerkirina serkeftinê

Bi boneya yekemîn salvegera şehadeta jina ciwan a Kurd Jîna Emînî û serhildana  ‘JIN JIYAN AZADI’ ku di 16.09.2022an de, li ser destê rejîma Îranê. hêzên, piştî ku ji aliyê polîsê exlaqî ve hat girtin, bi hinceta ku biskek ji porê wê ne nixumandiye.Di 13.09.2022 de, Meclîsa Kongra Star, îro Înî 15.09.2023, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de yekemîn salveger hat pîrozkirin, bang li jin û kesên ku hesreta azadiyê dijîn, destekê bidin serhildanêdi .

daxuyanî wiha destpêdike:

Ji Rojava heta Rojhilatê kurdistan, Iran û her car aliyê cihanê emê şoreşa jin misoger bikin

Ji qada şoreşa jin a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê em têkoşîna jinan û hemû gelên ku ji salekê ve gelên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li qadan in û li dijî zilm û tundiyê serî hildidin, silav dikin.

“Kuştina jina ciwan a Kurd bû çirûska hêrs û nerazîbûna gel û veguherî daxwaza azadiyê.”

Ev salek e ku hemû gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi îrade û wêrekiyeke bêhempa li hember sîstema desthilatdariya Îranê ku sîstemek baviksalarî ye û bi rengekî tund zagonê xwe ferz dike, serî radikin.

Slogana “Jin, Jiyan, Azadî” bû dirûşmeya Serhildana Keziyan.”

Kuştina jina Kurd Jîna Emînî beriya salek bû çirûskek ku agirê hêrsa û nerazibûna gel a bi salan vêxist û veguherand daxwaza azadiyê. Ev serhildana gel li Kurdistanê dest pê kir û bû serhildaneke girseyî ya demokrasî û azadiyê li seranserê Îranê. Di merasîma Jîna Aminî bi bankirina slogana ‘JIN JIYAN AZADI’ ku slogana Tevgera jin a li Kurdistanê ye û li şoreşa Rojava jî her li ser ziman bû,bû duruşmeya serhildana keziyan. Ne cara yekê ye ku li dijî rejîma Îranê xwepêşandan tên kirin, lê vê carê gel bi pêşengiya jinan daxwaza azadiya jinan û demokratîkbûna Îranê dike.

 

Ev salek em dibînin jin weke pêşeng rengên berxwedanê diyar dikin, bi wêrekî, hêrs û afirînerî çalakî pêk tînin û gel bi xwe re radikin. Bi van çalakiyan re pêşengiyê dikin û cesaret û moralê didin hemû gelên azadîxwaz ên Rojhilatê Kurdistanê, Belûçistanê, Îranê, Kurdistanê û hemû cîhanê.

“Pergala ku xwe dispêre bindestiya jinê heta ku neyê hilweşandin wê neguhere.”

Daxuyaniyê eşkere kir , Zêdetirî çil sal in ku rejîma Îranê gel bindest kiriye û  guhertin û veguhertin her red kiriye, lewma jî bi tundiyeke mezin êrişî serhildanên gel dike. Dîrok diyarkir ku reform nabe çareseriye, ji ber ku ev sîstem li ser bingehê çewisandina jin û civakê hatiye avakirin, lewra guhertin tenê bi hilweşandina wê dibe.

Ji destpêka serhildanê carek din ruyê reş ê sîstema Iranê ya baviksalar, faşîst û desthilatdar

herwiha destnîşan kir ku raxist ber cavê cihanê. Ji destpêka serhildanê heta niha zêdetirî bi sedan kes ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin û hejmareke heta niha nediyar jî birîndar bûne. Bi hezaran hatine binçavkirin, û bi sedan kes hatin îdam kirin. Xwendevanên keç bi sistematik di dibistanan hatin jehirkirin. Zindana Evîn ku wek zindana ji bo girtiyên siyasî û cîhê îşkenceyê tê naz kirin, agir pê ket. Heta roja me ya îro Rejîma Iranê bi tundî êrîşê gel dike.

 

Bi taybetî jinên ku pêşengiya vê serhildanê dikin, dibin hedef, tên girtin û tên kuştin – hewl didin jinan bêdeng bikin, wek girtina rojnamevanê ku merasîma Jîna Aminî şopand. Ruxmî hemû zext û êrîşan, gel bi biryardarî û wêrekî li ber xwe didin û bingehên pergalê dihejînin. Daxwaza sereke ya gelên ku rabûn serhildanê azadiya jinê ye. Gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê û bi taybetî jî jin pergala desthilatdar a Îranê red dikin, bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bingeha rejîmê dihejînin. Wek Rêberê Gelan Abdullah Ocalan got, “Heta jin azad nebe civak azad nabe” gelên Kurdistan û Îranê bi wê zanebûne ji bo azadiya jinan û hemû gelan dest bi meşê kirine.

Bi vê boneyê di daxuyaniyê de şehîd Şîrîn Alemholî jî hat bi bîranîn û daxuyaniyê wiha domkir

Ev slogan JIN JIYAN AZADI, ku ji felsefeya Serokatî îlhama xwe girt, dîrokek xwe dirêş heye û ev felsefe hevrêyê tekoşîna jinan ji bo civakek azad e. Şehîd Şîrîn Alam Holî beriya ku di 9’ê Gulana 2010’an bi sê rêhevalên xwe re were darvekirin, li Girtîgeha Evînê de li ser dîwarê hucreya xwe “Jin Jiyan Azadî” nivîsandibû. Bi ruhê berxwedana Şehîd Şîrîn û rêhevalên wê şoreşeke bi heman diruşme û daxwazan niha bi pêşengiya jinan de hat destpêkirin û ji wê ne qute.

 

Rejîm bi darê zorê hewl dide xelkê bitirsîne, bi girtina Înternetê hewl dide xelkê bêdeng bike, hewl dide xelkê ji piştgirîyê qut bike. Heta roja me ya îro zilm û zordariyê ser gel ji aliyê Iranê, di asta herî jor. Lê fedakarî, wêrekî û berxwedana gel bandorek mezin kiriye û divê her kes wan bibîne, wan guhdar bike û li kêleka wan tekoşîn bike.

Sedsala 21an wê bibe sedsala Şoreşa jinê 

mecilsa Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Suriyê di dawiya daxuyaniya xwede banga bilindkirina têkoşînê heyanî serkeftinê kir û wiha eşkerekir.Em bang hemû jin, rêxistin û gelên azadîxwaz dikin, da ku piştgirî bidin, tekoşîna gel li hemberî desthiladariya Iranê û tekoşînê bilind bikin. Li ser vî esasî em sersaxî ji bo hemû malbat û dostên tekoşerên ku di serhildanê de şehîd ketin dixwazin û banga xwedî derketina wan dikin.

Em salvegera yemekîn ya serhildanê pîroz dikin û soza xwe nû dikin, da ku sedsala 21’ê mîn bibe sedsala şoreşa jin.

Serhildana Jin Jiyan Azadî serhildana me tevaye, divê emê bi zanebûn u tevger u rêxistina xwe heta serkeftinê bi hevre dewam bikin.

 

Back to top button