ÇalakîNûçe

Gelê kantona Qamişlo ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêbertî meşek li dar xist

Bi sedan şêniyên kantona Qamişlo bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xistin.

Kongreya Star îro bi beşdariya bi sedan şêniyên kantona Qamişlo bi dirûşmeya “Azadî û edalet ji Rêber Abdullah Ocalan re” meşeke girseyî ya şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya fîzîkî li dar xist.

Meş ji taxa Kornîş ji ber Dermanxaneya Daham despêkir ber bi dorhêla Kawayê hesinkar  ve rawestiya, beşdaran deqeyek rêz ji bo giyanê şehîdan girtin, piştre jî Koordînasyona Kongra Star Şîraz Hamo axivî û eşkere kir. Jinên qehreman jinên berxwedêr gelê meyî welat parêz   ji vir ji qada  berxwedana zindî ji qada şoreşê em di hizra we hemiyan de şehîdên tevgera azadiyê şehîdên azadiyê em bi bîr tînin û em bejna xwe li beramberî wan ditewînin ji vir ji qada şoreşa jin ji qada şoreşa guhartinê  ji dilê ku ji bo azadiyê lê dide ji tekoşîna bê hempa re ji berxwedana zindî  ji rojavayê kurdistanê ji Bakur û  Rojhilata Suriyê  silav û hezar car silav ji Rêberê mirovahiyê re Rêber  Apo re bila baş bizanibin  ku girtina Rêber Apo  pîlaneke qirêj  ev pîlan ji milê gelê berxwedêr ve ji milê jina azadîxwaz ve  ji milê gelê ku dibêje bê serok jiyan nabe  gotin hate rûxandin .  ew fikirîn ku bi girtina Rêber Apo wê doza kurdan wê doza azadiyê wê doza mirivahiyê  û edaletê wê tune bibe lê berovajî vê îro em dibînin li 74 bajaran kampaniya ji bo azadiya Rêber Apo dest pêkiriye ger ku îro di lêgerîna xwede  me heqîqeta xwe nas kiriye , ev bi  saya felsefa Rêber Apo ye ji ber ku niha me heqîqeta civakê ya dîrokî bidest xistiye wê demê em bi rehetî derbasî çareseriyê dibin weke ku Rêber Apo got. Ez dikarim kirîza rojhilata navîn çareser bikim ,Koordînasyona Kongra Star Şîraz Hamo wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me dît ku ji bo hilweşandina hêz û îradeya civakan plana komployan dikin, ji ber vê yekê komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk anîn Rêberê şoreşê, rêberê tevgera azadiyê hat girtin, ev tevgera şoreşgerî û gelerî wê bihata bidawîkirin, lê ev komplo berovajî li dijî wan qulipî.

Back to top button