HevpeyvînNûçe

Jin bi israr û têkoşînê li dora yekîtiya xwe kom bûn

Endama Koordînasyona Kongra Star Remziya Muhemed, rêxistina Yekîtiya Star nirxand û diyar kir ku tevî zextên rêjîma Sûriyeyê jî dest ji israra xwe ya li ser rêxistinê bernadin. Her wiha diyar kir ku pêşengên Yekîtiya Star dayikên cephewî  bûn û îro bi saya Yekîtiya Star em bûne Kongra Star.

Remziya Mihemed: Jin bi israr û têkoşînê li dora yekîtiya xwe kom bûn

Endama Koordînasyona Kongra Star Remziya Muhemed, rêxistina Yekîtiya Star nirxand û diyar kir ku tevî zextên rêjîma Sûriyeyê jî dest ji israra xwe ya li ser rêxistinê bernadin. Her wiha diyar kir ku pêşengên Yekîtiya Star dayikên cephewî  bûn û îro bi saya Yekîtiya Star em bûne Kongra Star.

Yekîtiya Star xebatên xwe yên pêşiyê pêk anî. Tevî zextên rejîma Sûriyê jî ticarî dest ji israra xwe ya di rêxistinkirina jinan de berneda. Di wê demê de ji ber rejîma ku Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiribûkontrola xwe, jinên Kurd bi dizî rêxistinên xwe ava kirin û di hemû çalakiyan de bûn pêşeng. Yekîtiya Star ji dayikên cangoriyên azadiyê û dayikên şehîdên azadiyê pêk dihat. Ev komên biçûk ên jinan xwe gihandin hemû Kurdistanê û bi awayekî aktîf beşdarî hemû xebat û çalakiyên jinên Kurd bûn. Jinên ku pêşengiya Yekîtiya Star girtin ser xwe , tevî girtin û zextên li ser wan jî bi awayekî aktîf beşdarî hemû xebatan bûn. Ew her meh bi rêkûpêk diciviyan û ji bo pêşerojê plansazî dikirin, Tedbîrên xwe yên ewlehiyê girtin û di vî aliyî de bûn mînak .

Remziya Muhemed yek ji endamên yekem ên Yekîtiya Star e û niha endama kordînasyona Kongra Star e  behsa wan deman kir.

 Yekîtî li ser esasên azadî û welatparêziyê hatiye avakirin.

Remziya dest bi axaftinê kir û behsa avakirina Yekîtiyê kir û wiha got: “Damezrandina Yekîtiya Kongra Star rojeke dîrokî û tije tê dîtin. Bi fermî damezrandina Yekîtiye û yekemîn rêxistina jin ji bo jinan li herêmê bi awayekî lezgîn hat avakirin.ku ev yek ji pêwîstiya civakê û jinê ye. Di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Li ser esasê xebata cebhewî jin û dayik ji bo birêxistinkirina jinan xebat û ked dane. Di nava gel de rêxistinbûn û perwerdekirin, zaniyariya têgeha welatparêzî û azadiya gelan. azadiya jinê; Ger dîroka xwe nas bike û fam bike, dikare rêxistina xwe ava bike û di hemû qadan de kar bike.”

her wiha got, “Karê rêxistinî û cebhewî di nava malên welatparêzan de dest pê kir, ji ber ku me ne sazî û ne jî cihekî me yê taybet di nav me de hebû, ji ber ku em weke rêxistineke fermî di nav axa Sûriyê de nehatibûn naskirin. Dema ku me xebat û rêxistin dikir. kar û çalakiyên me, rejîma Sûriyê jin digirt û ceza li ser wan pêkdianîn û biryarên cezayan  li ser wan derdixist, her wiha gef dixwarin li malbatên ku jinên wan bi Yekîtiya Star re kar dikirin ji bo belavkirina tirsê di nav gel û civakê de ji bo gavan paşde bavêjin  û dev ji karê xwe berdin, lê jin ji gefan netirsiyan û sedema wê jî hebûna fikir û felsefe ye ji bo ku azadiya xwe nasbikin û ji bo bidestxistina azadiyê têbikoşin û têkoşîna xwe bi  berdewamiya çalakiyan e dizanîn.

Her wiha bal kişand ser rewşa jinên girtî di girtîgehên Sûriyeyê de û wiha got: “Jinên ku ji aliyê rejîmê ve hatin girtin ne xwedî karaktereke siyasî bûn. Lê belê  ewan jin bi kesên ku  tawanê wan giranin bi wanre dixistin yek girtîgehê de bi armanca têkbirina îradeya wan ev pêk anîne. Lê tevî van bêhiqûqiyan. tedbîrên xwe digrin, di zindanan de dixebitîn û jin perwerde dikirin  da ku ew bi rêxistinbûna xwe ya jinê binasin. Ev têkoşîn bûye bingeha şoreşa me ya “Şoreşa Rojava”.

Û bal kişand ser têkoşîna azadiyê berdewam kirina jin û wiha got: “Ji bo jin di hemû qadên jiyanê de bixebitin, Dema ku jin li ser azadiya xwe nîqaş dikin û dîroka ku li ser wan hatiye ferzkirin hîn dibin, hemû komkujî û qirkirinan bi awayekî rastir nas dikin. ku di serê jinan de cih girtine, ji ber ku ji destpêka dîroka desthilatdar heta îro jin bi awayekî sîstematîk tên tinekirin, lê hewldan û têkoşîna jin pêngava têkoşînê bilind kir û ev hemû komplo vala derxistin û ev yek li hemû cîhanê hate zanîn. ku jin ji bo azadiya xwe têkoşîna xwe bi azadiyê tacîdar bikin dide meşandin.

Jin bi israr û têkoşînê li dora yekîtiya xwe ya yekemîn kom bûn.

Û wê di dewama axaftina xwe de got, “Jinên ku di Yekîtiya Star de dixebitin, di nava civakê de, roleke pir mezin di perwerdekirina zarokan de bi zimanê dayikê lîstin, ciwan perwerde kirin da ku xwe ji êrîşên dagirkeriyê biparêzin, ji ber ku hem ciwan hem jî jin rastî van êrîşan tên civakê biçûk dixin û qels dikin û li pêşiya pêşketina wê dibin asteng û di heman çarçoveyê de wiha got: “Karê Yekîtiya Star di nava civakê de ne tenê rêxistinkirina jinan bû; di heman demê de , lidarxistina civînên gel, perwerdekirina mêran, birêxistinkirina hemû civakê, weke sîstem, komîte û sazî tunebû, li ser esasê rêxistinbûn û rawestana li hember desthilatdariya rejîmê û têkoşînê bû li hin bajaran ku jinên xebatkar qebûl nedikr, lê bi saya fikir û felsefeya Rêbertî ew rastî berovajî kir,  jiber armanc ev yek rêxistinbûnê çêdike û hebûnê diparêze. Di heman demê de li Çiyayê Azadiyê bi jinan re şer kirin û li dijî êrîşên dijmin sekinîn bi teybet dijminê weke dewleta Tirk, û gelek jinên herêma Rojava di gelek qadan de xebitîn û ev yek jî rê li ber kombûna herî zêde jinan veki, li her derê gelek mal û malbatên ku rê li ber pêşketina jinên ku di nava yekîtiyê de bûn vekirin, yên din jî piştgirî dan vê xebatê û şehîd Gulê Selmo li Helebê di hemû waran de kar dikir, lê kes di mal de alîkariya wê nedikir û her dem li pêşiya wê disekinî, lê ev tişt bandor li wê nekir. Û wê di nava gel  de xebat û birêxistinkirina xwe berdewam kir û heta ku li ser  destê rêjîma sûrî de gihişt asta şehadetê. weke şehîd Gulê Selmo bi dehan şehîdên weke Gulê Selmo hene, lê israra jinan di xurtkirina xebatê û gihandina têkoşînê  di lûtkeyê de li Rojava diyar bû, ku hemû jin li dora Yekîtiya Star kom bûn  û rêxistin mezin bû, pratîk û gavên bingehîn hatin avêtin.

Konferans û Kongre

Wê di berdewamiya axaftina xwe de behsa lidarxistina konferans û kongreyên bi dizî kir û got: “Ji ber şert û mercên zehmet ên jinan û hebûna rejîmeke desthilatdar, lê me karî konferans û kongreyên xwe li dar bixin, Remziye ji bo dem û cihê wan kongre û konferansan wiha got: “Yekitiya Star her du salan kongreya xwe li dar dixe, ku kongreya yekemîn di sala 2005’an de, ya duyemîn di sala 2007’an de li bajarê Qamişlo, gundê Iniz hat li darxistin . Kongra sêyem li Helebê, Kefir sixîr li nafçeya Bab û kongreya  çaremîn li kantona Efrînê, bi destpêkirina şoreşa sala 2011an, û ji bo diyarkirina şert û mercên zehmet ên rejîma Sûriyê, lê dîsa jî kongre hate lidarxistin. Yekîtiyê karibû jinan kom bike û tevlî kongrê bike. Di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser wê yekê ku jin ji bo çareseriya van pirsgirêkan û çawaniya pêşengtiya jinên Kurd di civakê de, ev pirsgirêk analîz dikirin û dinirxandin û li ser radiwestiyan.

Yekitî veguherî Kongrê

Ji bo eşkerekirina sedem û pêwîstiya guhertina nav ji Yekîtiyê bû Kongre “Di kongreya şeşemîn a ku di 25’ê Sibata 2016’an de hat lidarxistin , navê Yekîtiyê bû Kongre. xebat û desteya herî mezin ku hemû komîte, partî û hêzan tê de cih bigire, li gel avakirina aboriya komînal, siyaseta demokratîk, avakirina sîstema perwerdeyê û vekirina akademiyan.

Di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser tevlîbûna jinên ji pêkhateyên din ên li Kongreya Star û wiha got: “Jinên ne kurd ên ji pêkhateyên din, ji bo ku biryarê bidin û vîna xwe nas bikin, xwestin tevlî xebata  Kongra Star   bibin û jib o pêşengtiyê ji civakê re bikin xebitîn.

Meclîs û komîteyên Kongreya Star

Remzıye eşkere kir ku  mekanîzmaya rêxistinî ya Kongra Star hate eşkere kirin: Karê di nava Kongra Star de wê wiha be: avakirina meclîsan ji bo her bajarekî ku komîteyên wê di nav de bi amadebûna meclisekê giştî û komîteyên navendî, herwiha 5 meclis  yek ji (Qamişlo, Hesekê, Kobanê, Efrîn û Şehba) di kongreya nehemîn a Kongra Star de avakirina Meclisa Helebê û li bajarê Şamê kar ne bi şêwazê meclisa bû , lê mekanîzmaya xebatê di nava taxan de li gorî pêwîstî û pêwîstiyê birêxistinî ye. Navçe li ser esasê hebûna navçeyan xebatên xwe bi rê ve dibin û ji wir jî ber bi bajarokan ve diçin, ji ber ku meclîsa navçeyê ji rêveberî û komîteyên navçeyan pêk tê .

Di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di kongreya nehemîn de biryar hat dayîn ku hejmara komîteyên li ser 13 komîteyan were zêdekirin, tevî 7 endamên jin ên koordînasyonê, bingeha komîteyên Kongra Star, rêxistinkirin û perwerdekirina jinan bi rêya Perwerde û Komîteya Akademiyan, Komîteya Aborî ji bo vejandina aboriya jinê di hemû aliyên civakî de û rewşa niha ya krîzên cîhanî.” li derve ji bo danasîna sîstema Kongra Star û avakirina têkiliyan bi tevgerên jinan re û di aktîvkirina platform û karsaziyên cîhanî de xwedî roleke sereke ye. Ji ber ku kar pêwîstî bi belgekirina dîrokê heye, ji ber vê yekê Komîteya Arşîv û Komîteya Malî û Ragihandinê, ku tê de dezgehên ragihandinê hene. Komîteyê ji bo danasîna Kongra Starê kar dike û rastiya xebat û xebatên Kongra Star ji cîhanê re nîşan dide. Ji bo xebatên Komîteya Çandê ya ji bo zindîkirina çanda jinê û parastina çand û mîrateya jinan û herêmê, ev komîte wekî Tevgera Hîlala Zêrîn, Komîteya Qada Civakî ya ku xebatên jin, zarok, werzîş, kar û çalakiyên din di nav xwe de dihewîne, her wiha bi tevgerên civakê re koordîne dike da ku bikeve nava şaneyên civakê, Komîteya Tenduristiyê ya ku di kongra heştemîn de hate avakirin. Ji bo parastina jinan ji gelek nexweşiyan û belavbûna li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, komîteya sereke; Komîteya Ekolojiyê, bi armanca parastina jîngehê, rola zanistî ya jinê, dûrketina ji pergala kapîtalîst, vegerandina jiyana komînal, danûstandina bi saziyên din re di navbera komîteyên me û komîte û saziyên din de.

Her wiha bal kişand ser hebûna nûnerên Kongra Star li Lubnan, Ewropa û Başûrê Kurdistanê û wiha got: “Nûnerên me yên li Lubnanê di nav jinên koçber ên Rojava de hene. Di van du salên dawî de xebatên Kongra Star li Ewropayê bi rê ve dibin û jinan tînin bi hev re û ji bo xizmeta welat, azadkirina welat û pêşxistina prensîba vegereke nû dixebitin.

Di berdewamiya axaftina xwe de êrîş û komkujiyên qirkirinê yên li ser jinan bi taybetî li Şengalê hatin kirin, anî ziman ku jin dîrok û têkoşîna xwe çawa nas dikin da ku îro bi hêztir li pêşberî planên dijmin bisekinin û got. “Dema jin xwe, dîroka xwe û têkoşînê nas bikin, wê weke jinek karibe li hemberî planên ku li dijî me wek tevger  tên çêkirin bisekine û ev tişta ku me di şoreşa jinê de di nava şoreşa Rojava de bi ser xist , rûbirûbûna DAIŞê û rizgarkirina wan deveran bi organîzekirina çalakî û xebatan li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û jinên kurd bûne nimûne ji bo jinên herêmên ku ji gemara DAIŞê hatine rizgarkirin wek bajarê (Minbic. Tebqa, Reqa, Dêrezor) ku jinên azad li wan herêman di bin navê “Kombûna Jinên Zenobiya” de dest bi birêxistinkirina xwe kirin, endama Koordînasyona Kongra Star diyar kir ku pêwîstî hebû  jinên Ereb di nava rêxistineke ku tê de xwe bi rêxistin bike mafên wan biparêze, ji ber ku rola wan di civakê de nebûn û ne rêxistinek ku wan biparêze û mafên wan di dema rêjîma Sûriyê de biparêze nebû, û bi van gotinan berdewam kir: “Rola jinên Ereb ji holê rabû, urf û adetên  wan ê berê bêtir bi bandor bûn. Ji ber ku hemû rola wê di çarçoveya xwendinê de bû, û ji bilî di saziyên biçûk de, bi sazî û partiyên din ên ku zilam tê de nûnertiya xwe dikir, bi karên biçûk hat sînordarkirin.

Her wiha jinên sûryanî, ermenî, Aşûrî û êzidî jî bi rêya rêxistina jin a Kongra Star re cewher û mafê xwe nas kirin. dibe ku weke tevger ji ber neheqî û çewisandinê gelek êş kişandibe, lê dema ku em van destkeftiyan dibînin û azadiyê dibînin, jin rola xwe ya di siyasetê de temsîl dike ku bi fikra jina azad bingeheke dîrokî dinivîse.

“Şoreşa Rojava ji bo jinên Şengal û cîhanê bûye çavkaniya îlhamê”

Wê destnîşan kir ku ezmûna jinan di Şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bûye çavkaniya îlhamê ji bo jinên Şengal û cîhanê û di vê çarçoveyê de got, “Gelê Şengalê û jinên Şengalî di nava berxwedanê de derbas bûn.” 74 fermana qirkirinê” û gelê Rojava hembêz kir, ji ber ku Şengal û jinên Kurd êş kişandin, êşa her jinê êşa me ye, lewma weke gel û weke Kongra Star me lez da avakirina  Qampa Newroz ji bo azadkirina jinên ku ji aliyê Yekîneyên Parastina Jin ve di destê DAIŞ’ê de hatin girtin û ji bo rizgarkirina jin û keçên ku ji aliyê rêxistina terorîst ve dîl hatin girtin, xebat kirin.

Remziyeyê berpirsyariya tevgera jin a li hemberî jinan li hemû deverên cîhanê anî ziman û wiha got: “Em vê êşa mezin hîs dikin û hewldana rizgarkirina her jinê ji destê rêxistina terorîst a DAIŞ’ê weke berpirsyarî û barekî mezin dibînin. Jinên Şengalê piştî ku vegeriyan Şengalê, gelek sazî û dezgehên ku tê de ew jin xwedî roleke sereke bûn, di damezrandina yekîneyên jinên Şengalê, Asayîş û meclîsên herêmî yên giştî û xweser de, daku bibin  hêzeke mezin ji bo hemû jinan bi erkên xweyî dîrokî rabûn û soza şopandina heya serkeftinê dan .”

 

Back to top button