Nûçe

Ji herêmên dervî Rojava Bakur û Rojhilatê Suriyê şandeyek serdana rêxistina Kongra Star kir

Di vê serdanê de gelek mijarên girîn hatin niqaşkirin û ev niqaş û danûstandin ji herdu aliyan re bû rêya dostanî di kar û xebatên xpêşerojê de 

Îro di seatên sibehê de şandeyek serdana herêmên rêveberiya xweser kir û yek ji wan jî serdana rêxistina Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Suriyê kesên ku di vê şandeyê de cih girtin evbûn:

1- sekreterê giştî yê Partiya Hevbendiya Niştimaniya Demokrat a Sûriyê Ehmed Erac ji Helebê.

2- Elî Omerî ji Şamê, Sekreterê Giştî yê Tevgera Niştîmanî ya Kurdî ji bo Guhertina Aştiyane.

3- Feysel Milhem ji Tartûsê

4- Mihemed Seîd Husên, nivîskarê ji Laziqiyê

5- Mihemed Mehfûd, endezyar ji Humsê

Ku di vê serdanê de daxwaz kiribûn rêxistina Kongra Star nas bikin ,kar û barê ku tevgera jin pê radibe û şêwazê karkirin ,di heman demê de di nava şoreşa rojava de li bakur û rojhilatê suriyê wek şoreşa jin deskeftiyê ku hatine bi destxistin ,herwiha di meheke wiha de ku di dîroka 25ê mijdarê de roja tekoşîna li dijî tundiya li ser jinan e di vê derbarê de jî gelek guftugoyên berfireh çêbûn bi taybet di ciyekî wiha ku têde şoreşa jin li pêşdikeve bandora wê li ser civaka rojavayî ku çikas xwe kariye di milê hişmendiya baviksalar de biguhere,bi taybetî li ser mijara zagonan jî gelek rawestiyan ku ev mijar weke rêgez em digrin dest ,şandeyê şanaziya xwe bi vê pêşwaziyê kir.

 

Back to top button