LêkolînPerwerde

TÊKOŞÎNA TUN,DIYA LI DI,JÎ JINÊ

Amadekirin: Komîteya Perwerdê ya Kongra Star

TÊKOŞÎNA TUNDIYA LI DIJÎ JINÊ

Di lêkolîna me ya civaka xwezayî de, em dibînin ku xwedawenda jin bi azwerî karîbû civakê birêve bibe û wî ber bi hemû aliyên jiyanê de bibe li ser pîvana (Her tişt an jî ne tiştek), di nav jiyaneke aştiyan e, hezkirin û wekheviya di navbera hemû ferdên (hêmanên) kilanê de bêyî hesûdî û cudahî, tevî berxwedaniya wê ya parastina civaka xwe û ne windakirina wê, lê zilam bi fêl û findên xwe xwedawendiya wê û cihê wê yê pîroz hêdî hêdî jê dizî, li ser wê  gelek sînor feriz kir, êdî dest bi rê û rêbazên tundiyê di danûstandina bi jinê re kir, ev tundî bi gelek şêwe û awayan da der ji terz û kiryarên ferd û civakê li hemberî jinê, ku vê yekê bi xwe re li dijî jinê zirarên mezin anî û ast û cihê wê di civakê de kêm kir, wê ji tevlîbûn û kirînên jiyana xwe ya xwezayî bê par hişt. Rêbazên tundiya li dijî jinên gelek in, dibe ku bi riya gefxwarinê, bikaranînê, xapandin, destdirêjî û kêmkirina şiyanên jinê yên mêjî an jî fîzîkî be, û dibe di riya bê rûmetkirin an jî kêmkirina rêza jinê ji xwe re be, yanî tundî bi lêvkirin û kiryarî ye.

Sedemên Tundiya li dijî Jinê:

-Jin xwe wekî yek ji faktorên sereke yên hin cureyên tundiyê û zordestiyê dibîne, ji ber qebûlkirina wê jêre û dîtina wê ya efûkirin û bêdengiyê li hemberî wê wekî berteka vê yekê ye, ev dihêle ku zilam di tundiya xwe de zêde bike û pêde biçe.

-Nêrîna jêrîn û şaş li ser jinê, ku jinê wekî miroveke temam di aliyê maf û erkan de nabîne, ev dibe bingehê jiyaneke bê rol û bê vînkirina jinê.

Sedemên Çandî: Wekî nezanîn û ne naskirina danûstandina bi aliyê din re û ne rêzdayîna wî, tevî maf û erkan, ev dibe faktorkeke sereke ji bo kirînên tundiyê, ev nezanetî dibe ku ji herdu aliyan de be yanî jin û yê ku tundiyê li hemberî wê dike, nezanetiya jinê bi maf û erkê wê ji aliyekî de û nezanetiya aliyê din bi van mafan ji hêleke din ve, rê li ber derbaskirina sînoran vedike, serbarî vê yekê asta jêrîn a çandî û cudahiya wê di navbera hevjînan de, bi taybetî ger ku jin ji hevjînê xwe di warê çandî de zanetir û ronaktir be, ev rê li ber bêdengeyê û nerazîbûna hevjîn vedike wekî bertek, ji lewra hewil dide kêmaniya xwe veguherîne di riya lêgerîna wî ya derfetan ji bo kêmkirin û bê rêzkirina jinê di riya axaftinên ne ji rêzê, lêdan û hwd.

-Sedemên Perwerdehiyê: Dibe ku pîvanên perwerdeya tundî ya ku ferd li ser mezin bûye, dibe encama tundiyê, ew dibe qurbanê wê, dibe esîrê kesayeteke lewaz, winda û ji xwe ne bawer, di pêşerojê de dibe sedema tundiyê, li ser jinê xwe xurt dibîne, wekî tê zanîn tundî, tundiyê bi xwe re tîne, beşa vê tundiyê rêjeya wê dighêje ji sedî 83% li gorî buyeran, dibe ku zarok şahidê vê tundiyê be di buyerên rastî dayikan tên ji aliyê bavan de, ji lewra li ser bê rêziya jinê û biçûkkirina wê mezin dibe û dihêle bi tundî di danûstandina bi jinê re bike, ev sedem rêjeya wê dighêje ji sedî 39% ji buyeran.

Kevneşopên Şaş: faktora ku dihêle rola Jinê û azweriya wê sînordar bimîne, hin hizir û kevneşopên kokî di gelek çandan de hene, nêrîna nezanetî ya cudakirina nêr ji mê, di encama vê yekê de rola jinê tê biçûk kirin. Li beramberî wê jî rola zilam tê mezin kirin, maf her dem dide civaka zilamperest da ku serwerî û desthiladariya xwe û tundiyê li ser jinê ji temenekî biçûk de bimeşîne, serbarî vê yekê jinê fêr dike ku vê yekê qebûl bike û serî li ber bitewîne, ti sûceke wê tune ye, tenê sûcê wê ewe Jin ji dayikbûye.

Sedemên Aborî: zerara diravî ya ku rastî ferd û malbatê tê, tevî giranbûna aborî ku bandorê li ser asta jiyan kirin û xwedîkirinê dike ji ferd ango civakê re, zehmet e luqmeya xwarinê were peyda kirin, pirsgirêkên aborî yên ku zextê li ser mêr dikin hîn zêdetir tundiyê bikartîne û aciziya xwe bi ser jinê de berdide, serbarî wê têçûna zilam ya li ser jinê, ku ew herî zêde jinê xwedî dike, wê demê mafê xwe dibîne tunndiyê li ser jinê bikarbîne di riya bê rêz û vînkirina wê de, ev ji aliyekeî de, ji aliyê din de jin vê tundiyê qebûl dike û pê raziye ji ber ku nikare rewşa xwe û pêwîstiyên xwe bi cih bîne ango zarokên xwe xwedî bike, faktora aborî rêjeya wê dighêje ji sedî 45% ji rewşên tundîkirina jinê.

Şêweyên Tundiya li dijî Jinê:

Tundiya ku li hemberî jinê tê kirin, ne tenê di aliyê fîzîkî de ye, lê belê her axaftin û kiryar û amajekirinê ku wê dêşîne derbas dike, şêweyên tundiyê li ser 9 bendên sereke hatine rêz kirin, ew wiha ne:

*Tundiya Fîzîkî: Ew her êrîşeke ku êşê ji qurbanî re tîne ye, wekî lêdan û kuştinê.

*Tundiya Hestiyarî: Her tundiyeke bi zanebûn e ku ji jinê re hestên neyinî ava dike, wekî kêm kirin û biçûkkirina nirxê wê.

*Tundiya Cinsî: Tê wateya ferz kirin û icbarkirina aliyê din ku tevlî çalakiyeke cinsî bi zorê bibe, wekî destdirêjiya bi dest avêtinê ango tecawizkirinê.

*Tundiya Derûnî: Zextkirina li ser jin ê di warê derûnî de di riya bikaranîna şêwazên tirsandin û gefxwarinê da ku wê kontrol bike û serweriya xwe bimeşîne.

*Tundiya Aborî: Di nav de Dizî, destavêtina pereyê jinê, mafê wê di parkirin û mîrat de, bi şaştî û xirabî bikaranîna mafên wê yên diravî bê girtina destûra wê, û tundîkirina wê bi behaneya ku nikare xwe birêvebibe.

*Tundiya Giyanî: Ferizkirin û icbarkirina jinê ku oleke ango baweriyekê ne li gorî baweriyên xwe qebûl bike.

*Tundiya bi lêvkirinê: Di wateya xwe ya bikaranîna gotinên xerab ji aliyê din re, nivîskî be ango bi lêvkirinê be.

*Tundiya Tenduristî: Jinê ji mafên wê yên tenduristî wekî dermankirin û xwarindayîna pêwîst bê par hiştin, dibe ku jî ferizkirina li ser wê ya ducaniyê ango rê li ber girtina wê be, qedexekirina wê ya serdana bijîşkan di dema ducanî, zarok jidayikbûn, her weha sinetkirina jinan ku heta niha li gelek herêmên cîhanê tê kirin.

Bandorên Tundiya li dijî Jinê:

-Bandorên Derûnî: Di nav xwe de windakirina jinê baweriya xwe digre, hestkirina wê ya bi sûc li hemberî karên ku dike, hestkirina wê ya bi palaxwe dayîna li ser zilam, hestkirina wê ya acizî, bê rêzî û bê vîn li hemberî xwe, xerabkirina rewşa wê ya derûnî û windakirina wê ya hestên insiyatîf û girtina biryaran.

-Bandorên Civakî: Ev bandor ên herî zêde ne ku tundî li ser jinê tê kirin e, parçebûna malbatî, berdan, berdana zarokan ji dibistanan, dengsizya têkiliyên malabatî ku bi xwe re tuniyê tîne, hilweşandina mirovatiya jinê, ku ev bi xwe re kirîzeke mezin avadike di avakirina jiyaneke li ser pîvanên alîkariya hevbeş di navbera jin û mêr de, Tundiya civakî bi xwe re ne sîstemkirin ango parçebûna malbatê û ne avakirina wê bi rêbazên rast tîne.

-Bandorên tendûristî: Bandorên wekî birîn, dibe ku birînên kûrbin, li gorî serjimariyan ji sedî 42% jinên ku rastî tundiyê hatine birîndar bûne.

*Ducaniya bê qesid ango jiberbirina bi zanebûn.

*Nexweşiyên Jinê.

*Veguhestina nexweşiyên cinsî wekî Êdiz.

*Jidayikbûna zarokeke mirî, jidayikbûna berî wext.

*Xem û Derdkirina her dem.

*Têkreçûnên xewê û xwarinê.

*Hestkirina êşa serî her dem, êşa piştê ango zik.

*Çixare bê ser û ber kişandin, vexwarina madeyên hişbirê.

*Terzên Tundî.

Buyera ku bala cîhanê kişand ya roja 25/11 wekî bîranîna salane ji têkoşîna tundiya li hemberî jinê vedgere sala 1960 an, dema ku xwişkên Mîrebal li ser destê zilamên dîktatorê mezin ê bi navê Tiroxîlo hatin kuştin, her sê xwişk bi dayika xwe re li Domînîkan jiyan dikirin, ew dijberî siyaseta dîktator Tiroxîlo bûn, di yek ji helkeftên giştî de ku (Mînîrîva) yek ji xwişkan amade bû, ya ku daxwaza wê ew bû bibe parêzer, di eynî helkeftê de desthildar Tiroxîlo jî amade bû, dema ku xwest destavêtina cinsî li Mînîrîva bike, wê ew red kir (tê gotin şeqam jî lêda) ku ew pîs kir, ew dev ji helkeftê berdide tevî malbata xwe, piştre di nav komekê de tevgereke dijber li dijî Tiroxîlo ava dike, bi tevgera 14ê pûşberê dihat naskirin, lê bi lez ji aliyê dîktator ve biryara girtin û zindankirina wan hat dayîn û bi wan hate lîstin. Piştre dema tên berdan ji aliyê kesên ne nas ve hersê xwişk bi rêbazeke hovane tên kuştin, piştî wê bi demekê tê zanîn ku dîktator li pişt vê çalakiya kuştina wan bû. Tesfiyekirina xwişkên Mîrebal derbeyeke mezin a sîstema Tiroxîlo bû, ku piştî 6 mehan ji vê buyerê ew hate kuştin û tesfiyekirin.

Piştî hilweşandina sîstema dîktator Tiroxîlo di riya kuştina wî de, bîranîna xwişkên Mîrebal hat xelat kirin, xwişka wan a mayî mala wan veguhert mozexaneya yên çûyî ku tê de şopên wan hene.. di mozexanê de pirtûk, belgefîlimên ku bîranîna wan xwişkan bibîrdixe heye.

Di 17ê berfenbara 1999 an de, netewên Yekbûyî di riya komeleya giştî de 25ê cotmehê (Bîranîna tesfiyekirina xwişkên Mîrebal) îlan kir, wekî rojeke salane li giştî cîhanê roja têkoşîna tundiya li dijî Jinê û wekî rumetdayîna xwişkên Mîrebal.

Tevî ku cureyên Tundiyê pir in lê belê jina li Rojhilata Navîn ji berê de û heta niha rastî tundiyê tê bi her şêwazî, şoreşa Jinê ya bi serperiştiya Rêber Apo, di riya tewrî û felsefeya wî ya nû û azwer di der heqê dozên civakî de, wekî rê û rêbazê xelasiya di her awayî de ye. Rêbertî gelek Hizir û namesaz pêşkêş kirin da ku rê li ber şoreşa civakî û şoreşa Jin veke, her weha li pêşiya îdeolojiya rizgariya Jinê, ji me re zelal kir ku divê pîvan û rêgezên zilamtiya kevneşop were derbas kirin, ku rojane ev hişmendî bi milyonan ji jinan dikuje û tund dike, ku ev zilamtî bûye cefaya mirovahiyê, her weha çanda tuniyê ya ku êrîşî civakê dike û komkujiyên rojane yên ku Jinê êşa wê li ser destê zilam dikşîne, êdî mirovatî ji cewherê xwe derxistiye û exlaqê civakê di asta herî jêrîn de hiştiye, çavbirçîbûyê girtina pereyê zêde, jinên zêde, têkiliyên cinsî yên zêde, desthildariyeke zêde, êdî civak li pêşiya xeteriyeke mezin rû bi rû hiştiye, ji ber ku jinên wê nezanin, serî tewandî ne, ji aliyê cinsî de têne bikaranîn, rojane rastî tundî û bê rêziyê tên, ji mafên xwe yên herî biçûk tazî mane.

Eger ev kiryar bi giştî neyên derbas kirin ji nêrîna jêrîn heta li bin hestkirinê, wê demê em nikarin behsa rizgariya jin ji tundiya di heqê wê de bikin, wekî merceke sereke jî ji mercên rizgariyê divê kar li ser rizgarkirina kesayeta xwe ji giştî bandorên hişmendiya keneşop bikin û tekez divê ew guhertin vedenga xwe bide têkiliyên me yên rojane û kiryarên me jî.

Di rastiyê de ew namesaz wekî şoreşeke birdozî ji civaka Rojhilata Navîn re û cîhanê bi giştî re ye, guhertineke mezin di civaka Kurdî de û bi taybetî di têkiliyên civakî di navbera jin û zilam de hatine bidestxistin, gihiştina tevgera Jinên Kuristanî heta vê astê ji çalakî, zindîbûn û hevpariya aktîv û Rêveberî di hemû aliyên şoreşê, girtina wê ya rola pêşngtî li ser asta herêm û cîhanê, gihiştina wê asta pêkanîna sîstema Serokatiya hevbeş di gelek partî û saziyên kurdistanî de, kes nikare vê yekê înkar bike wekî guherîn û veghertina ku Rêber Apo di civaka kurdistanî û Rojhilata Navîn de afirandiye.

Kiryarên DAIŞê li ser Zarok, Jin û Xwezayê:

Dema ku rêxistina DAIŞê destavête bajaran, bi xwe re gelek tundî li dijî jinê anî, di nav de revandin û tecawizkirin, bi hemû şêwazan hewil da Jinê veguherîn e laş tenê, Jin di bin serwerî û sîwana wan de jiyan dikin, bê rehim têne girtin û tecawizkirin, Jin ji tawanên DAIŞê xelas nebûye, ne tenê revandin, destdirêjî, bazirkirina wan û icbarkirna wan a zewaca bi endamên xwe re, her wekî din jin bi rengeke bi zanebûn û qesid bikaranî wekî alaveke şer.

Ev tawan wekî sûcên şer, qirkirina komî û sûcên li dijî mirovahiyê hatin bi nav kirin, her weha rêxistina DAIŞê gelek kiryar û binpêkirinên din kirin wekî revandin û işkencekirina zarokan û jinan û destdirêjiya cinsî û derûnî li wan kir, di heman demê de wan di bazirganiya cinsî de, firotin û kirîna wan di bazarên koleyan de bikaranîn, li ser jin û jinên ciwan sînor û qeydên teng û asê feriz kir, li ser cilên wan, veguhestin û çûyîn û hatina wan wekî ku nabe ji malê derkeve bê ku rûyê xwe bigre û şert e ku li kêleka wê xizmeke wê yê zilam hebe, ev rêgez bi lêdan û ferizkirina baceyan li ser zilamên xizmên wan hat pêkanîn, di encamê de jin dûrî jiyana malbatî, hevaltî û jiyana giştî ket, danûstandina sewalan bi jinê re hat kirin… rastî tundiya fîzîkî û cinsî hat, di ser de tecawiza bi rêk û pêk û kolekirina cinsî, di heman demê de DAIŞê li bijîşkên mêr qedexekir ku dest bidin ango li nexweşên jin binêrin ango bi tena xwe pirsgirêkên wan guhdar bikin. Dîsa keç ji dibistanan qut kirin, jin wekî cariye (kole) hat hewandin, her weha erkdarkirina wan bi karên malê ku gelek caran rastî destdirêjiyê hatin, ew jin bi zorê wan ji cihekî ber bi ciheke din ve veguhestin di bin lêdan û heqareta lêvikî, di bin şert û mercên zor de ew girtin. Kiryar û binpêkirinên DAIŞê di çarçoveya jinan de tenê nema lê belê gelek zarok bi zorê tecnîd kirin, li kêlek wê jî gelek zarok bi riya zexta malabtên xwe, pêwîstiya bi pere û reva ji pirsgirêkên malbatî tevlî nav refên DAIŞê bûn, ev faktor li pişt tecnîdkirina zaroka ye di rewşên şer li giştî cîhanê de, yanî rewşa kuran ji ya keçan ne baştir bû, nêzî nîvê hejmara wan di refên DAIŞê de hatin tecnîd kirin, rastî lêdana bê navber hatin, bê xwarin û av man, tevî ku rastî cureyên danûstandina ne baş hatin, li ser çek hatin perwerede kirin, wan di bin gefa mirinê de mecbûrî şer kirin, bandora rêxistina DAIŞê li ser kuştina sivîlan ango hilwşandina welat bi tena serê xwe nema, lê belê dirêjahiya hovîtiya wan gihişte xerabkirina hewa, erd, av û teqandina bîrên petrolê ku bi xwe re belavkirina nexweşiyan anî, tevî ku rêxistina DAIŞê bi rêze çalakiyên şewtandina zeviyên çandiniyê rabû. Piştî rizgarkirina gelmperiya bakur û rojhilatê Sûriyê ji qirêja rêxistina teror a DAIŞê û xelaskirina herêmê ji kiryarên wê yên hovane di der heqê jin û zarokan de, ku ev kiryar ji tundetir cureyên tundiyê di sedsala 21 de bû, piştî xelaskirina herêmê ji DAIŞê hêjî gelên bakur û rojhilatê Sûriyê rojane rastî hemû şêwazên gefên xeteriya dagirkeriya dewleta Tirk tên, ji dagirkirina bajarên bakur û rojhilatê Sûriyê, pêkanîna binpêkirinên di der heqê gelê wê de, ji aliyekî din ve êrîşên wê yên bi çekên giran û belafirên bê mirov û armancgirtina wê ya hemû pêkhateyên civakê, bi taybetî fermandarên ji zarokên vî gelî. Em dikarin bêjin ku ev rûyê herî rast yê tundiya ku ji aliyê dagirkeriya Dewleta Tirk li dijî gelê bakur û rojhilatê Sûriyê ve tê kirin. Di dawiyê de em dixwazin şêweyeke ber bi çav ji mînakên tundiyê nîşan bidin ku li dijî gelê Rojhilata Navîn tê kirin, ew jî Modernîtiya kaptalîzim û siyaseta wê ye. Ev siyaset bi rengeke bi zanebûn û stratejîk û bi lez tê meşandin ku dikare di parçeyên çirekê de bi hezaran mirovan bikuje bi riya siyaset û rêbzanên wê yên pêşketî, bikaranîna şaş a Teknîkê bi xwe re veqetandina ferd û civakê ji ekolojiyê tîne, di encam de ezeztî û ferdiyet li pêş dikeve û civakbûnê dikuje, ev jî ji giringtirîn têgehên Modernîtiya kaptalîste.

 

 

Back to top button