DaxuyanîNûçePerwerde

Navê wê zimanê dayikê ye,Ziman nasnameya gelan e

  Ziman nasnameya gelan e ,lê di heman demê de ew wesîleya hevfêmkirin , hevnaskirin û xweîfadekirinê ye. Ew wesîleya ku jiyanê hevpar dike û hêsan dike .

Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê her sal 21`ê Sibatê tê pîrozkirin,bi vê wesîleyê  Meclisa Perwerde û Akademiyên  Jin yên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek nivîskî weşand ,daxuyanî wiha bû:

Di serdema 21an de ku tevahî dunya di nav agirekî mezin de jiyan dikin û li hember vî agirê ku hêzên hegemon pêşengtiya wê dikin, tekoşîna gelan ji bo azadî û serxwebûnê didome. Ev berxwedan esas xweparastine, parastina nirx û çandê ye. Di nava çandê de jî ziman yek ji navgînên serek ku nasnameya gelan eşkere dike.

Ziman nasnameya gelan e ,lê di heman demê de ew wesîleya hevfêmkirin , hevnaskirin û xweîfadekirinê ye. Ew wesîleya ku jiyanê hevpar dike û hêsan dike .

Navê wê zimanê dayikê ye, tê wateya li ser koka xwe şîn dibe , tê wateya ez te nas bikim û tu min nas bike . Lê mixabin di vê serdema ku tekoşîneke bê hempa ji bo hebûn parastin, ziman parastin û nasname parastin tê meşandin , esas ziman parastin li hember hemû rêbazên qirkirinê wesîleyekî hebûn û nasnameya xweparastinê ye. Li hember ewqase tekoşîn esas ev ked bêencam namîne û nimûneya wê jî sîstema perwerdê ya Bakûr û Rojhikatê Sûriyê ye.

Bi boneya Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê ji bo her miletekî  ku bi zimanê xwe dinivîse, dixwîne û dipeyive em pîroz dikin. Her wiha em berxwedana gelê Kurd û tekoşîna wan ji bo naskirina zimanê dayikê silav dikin. Tekoşîna bi salan  ya gelê Kurd ji bo hebûn û nasnameya xwe di dirêjahiya dîrokê her zindî ye. Ev herikandin heya negihêje armanca xwe wê neqede.

Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi statûtya ku bi fikir û felsefeya Netewa Demokrat hatiye avakirin , sîstema perweredekirin û zimanê dayîkê tê parastin . Ew jî li gorî hevpeymana civakî ku li ser esasê parastina mafê pêkhateyan e, ku sê zimanên sereke di fermiyetê de naskirin û di dibistanan de tê fêrkirin.

Em weke Meclisa Perwerde û Akademiyên Jin yên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ku bi slan e , ji bo hemû pêkhate bi zimanê xwe baxivin ,bixwînin û binivîsin ew maf hatiye bidestxistin. Li ser vî esasî jî her kes xwe di nav de jî dibîne û ji bo bighêje armanca xwe xebat dike. Di encama kar û xebatên ku ji bo perwerdê tê kirin em hemû xebatkarên ziman pîroz dikin. Her wiha  em vê rojê bibîrtînin û em helwesta xwe ya bî israr ji bo parastina zimanê dayîkê raber dikin .

 Meclisa Perwerde û Akademiyên  Jin yên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê.

 

Back to top button