DaxuyanîNûçe

Di bin dirûşmeya “Li di,jî her cure tu,ndî û dagirkerî”Jin – Jiyan – Azadî

Her sal 25’ê Mijdarê weke Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê ya Cîhanê tê naskirin, ji bo ku bibe bersivek li hemberî tundiya herî dijwar a ku di wê rojê de hatiye jiyankirin

Her sal bi hatina roja 25, mijdarê li seranserî cîhanê jin li dijî tundiya li ser jin gelek çalakiyên cur bi cur dikin herwiha li navenda şoreşê li bakur û rojhilatê suriyê rêxistinên jinan bi têkoşîn û çalakiyên xweyî cuda  li hember roja têkoşîna li dijî jinan dikin ku her dem şoreşa jin xwe kire mertal li beranber hemû cureyên êrîş û tundiyan .bi hatina roja 25ê mijdarê Platforma çalakiyên hevpar ên tevger û rêxistinên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêze çalakiyên xwe bi daxuyaniyekê eşkere kirin  daxuyanî li stadyuma 12ê adarê bi herdu zimanan erebî ji aliyê kordînasyona tevgera civaka demokratîk Cîhan hesen û bi zimanê kurdî ji aliyê kordînasyona Kongra Star Rîhan loqo ve hatin xwendin ,di daxuyanî wih hat gotin:

Her sal 25’ê Mijdarê weke Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê ya Cîhanê tê naskirin, ji bo ku bibe bersivek li hemberî tundiya herî dijwar a ku di wê rojê de hatiye jiyankirin

Bila bersiva me bi bilindkirina dengê xwe yê rastî li dijî zihniyeta rejîmên desthilatdar, zihniyeta baviksalarî û kapîtaliîst ên ku hewl didin vîna jinê bişkînin, rola wê biçûk bixin û hebûna wê ji holê rakin, dixwazin  berxwedana wê ya mezin ku ji bo jiyana azad û bidestxistina mafên xwe yên rewa di dîroka mirovahiyê de,  ku ta niha jî didome pûç bikin

Di bîst û pêncê mijdara sala 1960’an de, xwişkên Mîrabal hatin qetilkirin, ên ku li dijî zalimên serdemê û zordestiya

zilamê desthilatdar têkoşîneke bêhempa dane meşandin, heta ku bûn mînak, hêvî û ronahiya rastîn ji bo hemû jinên têkoşer di cîhanê de. li ser vê bingehê em hemû şehîdên xwe yên ku canê xwe feda kirine bi bîr tînin, da ku helwestên jinên bi hêz, berxwedêr û xweragir qezenc bikin, her gava ku em ber bi pêşketin û serkeftinê ve diavêjin bi saya fedekarî û şopên wan ên dîrokî ye, ku cîhan wê her tim di her serdeman de bi bîr bîne

daxuyaniy, wiha domand ,Bi navê tevger û rêxistinên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, em hemû jinên ku li dijî tundiya zilamê desthilatdar li ber xwe didin û yên ku li dijî faşîzm û dagirkeriyê pêşengtiya têkoşînê dikin û îspat kirine ku dikarin siyaseta wan têk bibin, silav dikin

Her wiha em jinên kurdistanî û dostên Kurd ên ku li çar parçeyên Kurdistanê li dijî tundiya mêr û dewletê berxwedana xwe ya cewherî xurit kirine silav dikin. Her wiha em hemû girtiyên siyasî yên jin ên ku di girtîgehên rejîma Îranê

û hemû dewletên din de, ku li hemberî tecrîd îşkence û cezayên darvekirinê  li ber xwe didin silav dikin

Hemû jinên ku li dijî dagirkeriyê xaka xwe diparêzin, ji Şoreşa Rojava ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ta cîhanê û hemû  jinên berxwedêr ên ku  bi dirûşmeya jin, jiyan, azadî diqîrin silav dikin.

Em bi rastiyeke ku bi zelalî tê dîtin re, rû bi rû ne, Zihniyeta zilamê desthilatdar wê ji armancên xwe venegere, wê xwe bi lez û beztir ji nû ve hilberîne, ji ber tê dîtin ku zihniyeta zilamê serdest û pergala wê ya baviksalarî  bi bilndkirina têkoşîna jinan a ji bo wekhevî û azadiyê li hemû deverên cîhanê, qirkirina wê zêde dike

Di vê rojê de li dijî hemû binpêkirin û pêkanînên hovane yên li ser jinan tên kirin ku êşên wan hîn kûrtir kirine  di pevçûn û şerên ku li hemû welatên Rojhilata Navîn û cîhanê de diqewimin û ta niha jî didome weke (Sûriye – Iraq – Îran – Tirkiye – Efxanistan – Lîbya – Filistîn.) em soza têkoşîna xwe nû dikin

Li  sûriyê dema ku krîza wê  derbasî sala xwe ya sêzdehemîn dibe, jinên Sûriyê hîn jî li dijî her cure tundî û neheqiyê şer dikin,  bi rêxistinbûn, îradeya xurt û xebatên hevgirtî yên jin ku bi şoreşa Rojava ya bakur û rojhilatê suriyê dest pê kir, maf û azadiya xwe diparêzin

heta ku  li hemû dever û herêmên Sûriyê  û cîhanê berfirh dibe

Tevî destkeftiyên jinan, polîtîkayên rejîma Baas, dewleta Tirk a dagirker û komên ku piştgiriya wê dikin, hîn jî metirsiyekê li ser jinan çêdikin, ji ber ku hema  her roj rastî rêbazên zext û qirkirinê tên, bi taybet li herêmên dagirkirî (Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Spî) û herêmên Cerablus  – Ezaz – El-Bab – ji bilî komkujî û tawanên şer ku  kesayetên pêşeng, welatparêz  û siyasî armanc dikin.

Berdewamiya polîtîkaya zihniyeta desthilatdar a mêr bi hemû şêwe û rêbazên xwe hîn jî li ser esasê tinekirina jinên ku di bin  hincetên namûsê de tên qetilkirin û rastî tecawiz, talan û binpêkirina Hemû mafên wan û yên ku berdêlên giran didin û dibin qurbaniyên urf û adetên neyînî yên ku ji hêla normên zayendî û mîrasên civakî û olî ve hatine çêkirin, têgînên xwe di nava civakê de dide rûniştandin û xurt dike.

Li hemberî van hemû astengî û zehmetiyan em ê di platforma çalakiyên hevpar ên tevger û rêxistinên jinên  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de li dijî hemû polîtîkayên rejîmên desthilatdar berxwedan  xwe bidomînin û têkoşîna xwe bilind bikin.

Û em daxwaz dikin ku berpirsên tawanên li dijî jinan hesap bên dîtin, û hewldana xwe ya domdar a ji bo rêxistinkirin û parastina xwe û yekkirina deng û helwestên xwe li hember her tiştê ku dijminatiya meşa azadiya jinê dike teqez dikin.Her wiha em piştgiriya xwe ji bo jinên rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku di serhildana xwe de diruşmeya “ Jin Jiyan Azadî ” ji xwe re esas girtibûn, tekez dikin. Tekilî bi hemû jinên cîhanê re  ji bo pêkanîna  hevgirtin û yekîtiyê  bi berxwedan û nêrîneke hevpar a têkoşînê, ji bo bidawîkirina hemû cureyên tundiyê û rakirina neheqiya ku li ser jinê tê kirin, li ser esasê rêgezên jiyana hevbeş, di çarçoveyeke demokratîk de û piştgiriya hemû jinên di  herêmê û cîhanê de.

Daxuyaniyê bi eşkerekirina rêzeçalakiyên ku bi mebesta têkoşîna li dijî tundiya li ser jin bên meşandin kir:

Li ser vê bingehê em bi boneya Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê û di bin dirûşmeya “Li dijî her cure tundî û dagirkerî” Jin – Jiyan – Azadî, destpêkirina kampanyaya sala 2023’an radigihînin. Çalakî ji 13ê Mijdarê heta 25ê Mijdarê wiha dest pê dike:

Ji 14 ta 19 mehê dê li komîn, gund, kampan û saziyan semîner bên dayîn

Di 18’ê mehê de Hêzên Parastina Jin ya Cewherî dê meşekê li seranserî herêma Cezîrê bê lidarxistin

Perwerdeyên vekirî di hemû waran de ji bo mêran di dema 3 rojan were vekirin

24ê mehê dê li ser malperên medyaya civakî kampanyaya hashtagê bê destpêkirin

civîn û hevdîtinên diyalogê li ser asta Sûriyê û Rojhilata Navîn û li ser malperên torên civakî were lidarxistin

Li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşandana şanoyê ya bi navê “Ji tundiyê re bes e” were pêşkêş kirin

Li gundê jinan (Jinwar) rêze serdan bên lidarxistin

broşurên danasînê di derbarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinan de bên blavkirin

Ji bo jinên ciwan wê meşa bisîkletê bê lidarxistin û di meşê de dirûşmeyên li dijî tundî û dagirkeriyê bilind bikin

10- Di 14ê vê mehê de li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşangehên wêneyan ji aliyê Hîlal Zerîn ve tên lidarxistin

11-Her tevger û rêxistinek jinan li gorî bernameya xwe xebatên xwe yên curbecur pêk tîne

12- Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser asta Kantonan meşên girseyî bên li darxistin. Silav li giyanê pak, qurbaniyên tundiya li ser jinê û hemû jinên ku li her derê cîhanê ji bo azadî, wekhevî û aştiyê têkoşiyane û em bîranînên wan bi rêz û hurmet bi bîr tînin

Platforma çalakiyên hevpar ên tevger û rêxistinên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê

 

 

Back to top button