Arşîv

Li Qamişloyê meşa girseyî ya ji bo Rê,ber Abdu,llah Oc,alan

Şêniyên Qamişloyê diyar kir ku dê li hemberî tecrîda giran a li ser Rê,ber Abdu,llah Oc,alan têkoşîneke xurt bimeşînin ta azadiya wî ya fîzîkî bi dest bixin.

Bertekên gel ên li hemberî neaşkerakirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan piştî erdeja ku li Deryaya Marmarayê rû da, zêde dibin.

Meclisa Ciwanan a PYD′ê ji bo piştgiriya pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd, her wiha ji bo piştgiriya berxwedana greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de, îro meşeke girseyî li bajarê Qamişloyê li dar xist.

Meşa ku bi hezaran şêniyên Qamişlo, Til Hemîs û Amûdê, endamên saziyên sivîl, meclis, komîn, Kongra Star, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan tev lê bûbûn, ji Çerxerêya Sonî dest pê kir.

Meş li Çerxerêya Şehîd Rûbar Qamişlo veguherî mîtîngê. Endama Meclisa Ciwanan a MSD′ê Welaa Omer axivî, tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: “Tecrîda li ser Rêbertî tecrîda li ser tevahî gelên ku xwedî li felsefeya wî derketine ye.”

Welaa Omer “Durûtiya” rêxistinên mirovî û hiqûqî şermezar kir û bang li gelan kir ku hemberî siyasetên tecrîd bisekinin ta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.

Di çalakiyê de endama rêveberiya Kongra Star a Qamişloyê Şaha Xelîl bal kişand ser hevgirtina gelan û têkoşîna wê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan. Şaha got, dê çalakiyan dewam bikin heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan were mîsogerkirin.

Şaha Xelîl got: “Em ê projeya demokratîk a li herêmê ku Rêbertî ava kiriye pêş bixin heta tevahî êrişan têk bibin.”

Di dawiyê de dirûşmên silavkirina berxwedana Rêber Abdullah Ocalan hatin berzkirin.

 

Back to top button