ÇalakîNûçe

Çalakiya greva birçîbûnê li Hesekê jî dest pê kir

Bi sedan şêniyên Hesekê ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya li zindanên dewleta Tirk, dest bi greva birçîbûnê kir. Çalakgeran destnîşan kir ku têkoşîna wan li hember dewleta Tirk a dagirker dê dewam dike ta ku azadiya fîzîkî ya Rê,ber Abdu,llah Oc,alan pêk were.

Bi sedan şêniyên Hesekê, endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Kongreya Îslama Demokraîtk a bajêr dest bi greva birçîbûnê kir.

Çalakiya greva birçîbûnê di çarçoveya çalakiyên Însiyatîfa Gel a kantona Cizîrê de li dar dikeve. Beriya wê jî li Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê, Til Hemîs, Qamişlo û Amûdê bi heman mebestê çalakiyên grevên birçîbûnê hatin lidarxistin.

Berpirsên çalakiyê ku konê wê li nêzî Çerxerêya Cûdî hatiye vedan, diyar kir ku çalakî dê 2 rojan dewam bike.

Beriya destpêkirina çalakiyê, endamê Însiyatîfa Gel Emmar Şemlan û endama Koordînasyona Kongra Star Rîma Mehmûd daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyekê de hate gotin, gelê herêmê piştgiriya berxwedana Rêber Abdullah Ocalan a di girtîgeha Îmraliyê dike û dê li hember siyasetên li dijî wî li Îmraliyê têne kirin, berxwedanê mezin bikin.

Her wiha hate diyarkirin ku çalakgerên greva birçîbûnê ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were, dê têkoşînê mezin bikin.

Dûre belgefîlmek li ser berxwedana têkoşerên tevgera rizgariya Kurdistanê ya di zindanan de hate nîşandan.

Back to top button